Xwendekarên Zanîngehê ‘Koma Arî’ ava kirin

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 8 Cotmeh 2025 - 00:36

Hejmareke xwendekarên ji Efrînê û Kobanê yên li Zanîngeha Helebê dixwînin, komeke muzîkê ava kir.

Komê navê "Arî" wek nîşaneya reseniya xwe hilbijart da ku bi wê ji cîhanê re çîroka gelekî banga aştiyê dike, rûbirûyî asîmîlasyon û qirkirinê re ye veguhêze.

14 xwendekaran ji Tîrmeha 2025ˊan ve li Navenda Yekitiya Xwendekaran a li taxa Eşrefiyê ya Helebê kom ava kirin. Ji dema avakirinê ve komê di 2 şevbuhêrkên li Helebê stran ji girseya gel re pêşkêş kirine. Endama komê Lajîn Îbrahîm ji ajansa me re diyar kir ku komê xwendekarên Kurd ên ji Kobanê û Efrînê li Helebê li hev kom kirin.

Lajîn destnîşan kir ku kom ji stranbêjên dengên wan cuda, kemanjen û tembûrjenan pêk tê. Di dewama axaftina xwe de Lajînê da zanîn ku navlêkirina "Arî" bi pêşniyar û erêkirina tevahî endaman bû û got: "Bi vê gavê em dixwazin cîhanê bi çanda aştiyê û hunerê ya ku gelê me vedijîne, bidin nasîn.”

Lajînê bang li ciwan û xwendekarên Kurd kir ku nasname û hebûna xwe biparêzin û wiha domand: "Em bi hev re bi deng, huner û baweriya xwe ji bo doza xwe tê bikoşin û bi ziman, çand û dîroka xwe zindî bimînin."

ANHA/HELEB

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.