Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Busanê (BIFF) îsal Xelata Sînemagerê Salê yê Asyayî dide derhênerê îranî Cafer Penahî. Di vê biryarê de bal kişandine ser keda Penahî ya ji bo çand û ensdustriya sînemayê ya Asyayê. Di festîvala ku payîzê wê li dar bikeve de bi merasimek dê xelatê bidin Penahî.
Ji Îranê derhênerên wekî Muhsin Mahmelbaf û Abbas Kîyarûstemî jî ji vê festîvalê ev xelat girtibûn. Her wiha berê ev Xelata Sînemagerê Serketî yê Asyayî dabûn kesên wekî Hirokazu Kore-eda, Kiyoshi Kurosawa, Tsui Hark, Chow Yun-fat, Ryuichi Sakamoto û Tony Leung Chiu-wai jî.
Navenda Sînemayê ya Busanê ku li Koreya Başûr e eşkere kiriye ku 17'ê rezbera 2025'an di destpêkirina festîvalê de wê vê xelatê bidin Penahî. Festîval îsal sala xwe ya 30'yemîn pîroz dike û di navbera 17-26'ê rezberê de wê li dar bikeve. Cara pêşî di festîvalê de wê beşeke girîng a pêşbaziyê jî hebe
BIFF'ê di daxuyaniya belav kiriye de ji bo Penahî wisa gotiye, "Ew li ser azadî û hebûna kesên di bin zordariya û sansura siyasî de ne. Ew gelek caran hatiye binçavkirin, girtin, qedexeya rêwîtî bo wî anîne û dewletê qedexeya kişandina fîlman daniye ser wî. Ligel vê yekê jî wî fîlm kişandine, bi dilpolayî şandina festîvalên navneteweyî."
Penahî jî li ser festîvalê gotiye, "Li welatê min her ku diçe kişandina fîlman zehmet dibe. Vê xelatê nîşanî me da ku sînema bêyî sînor, ziman û astengiyan nas bike me tîne ba hev. Ez vê xelatê ne tenê li ser navê xwe; li ser navê yên hatine sirgûnkirin lê dîsa hildiberînin jî digirim.
DIYARNAME