Berlînale bernameya xwe eşkere kir

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 25 Çile 2024 - 02:46

Festîvala Filman a Berlînê (Berlînale) filmên ku ew ê sala 2024’an nîşan bide neqandin. Berlînale ku li dinyayê yek ji festîvalên herî girîng a sînemayê ye cara 74’an tê lidarxistin.

Festîvala Filman a Berlînê ew ê navbera 15 û 25’ê meha Sibatê were lidarxistin. Serokê juriyê yê festîvalê lîstikvan û derhênera Kenyayî Lupito Nyong’o ye. Endamên juriyê yên din jî ew ê 29’ê vê mehê werin diyarkirin. 

Weke salên din li gel beşa pêşbirkê ya sereke ew ê di beşên weke Forûm, Panorama û Generation de gelek film û belgefilm werin nîşandan. Festîval ew ê bi filmê derhêner Tim Mielants ê “Kleine Dinge wie diese” dest pê bike. Lîstikvanê Îrlandî Cillian Murphy jî lîstikvanê sereke yê vî filmî ye.

Filmên ku ew ê di beşa sereke ya pêşbirkê de werin nîşandan ev in;

Small Things Like These / Kleine Dinge wie diese (Yön. Tim Mielants) (Fîlma destpêkê)

Another End (Derh. Piero Messina)

Architecton (Derh. Victor Kossakovsky)

Black Tea (Derh. Abderrahmane Sissako)

La Cocina (Derh. Alonso Ruizpalacios)

Dahomey (Derh. Mati Diop)

A Different Man (Derh. Aaron Schimberg)

L’Empire / The Empire (Derh. Bruno Dumont)

Gloria! (Derh. Margherita Vicario)

Hors du temps / Suspended Time (Derh. Olivier Assayas)

In Liebe, Eure Hilde / From Hilde With Love (Derh. Andreas Dresen)

Keyke mahboobe man / My Favourite Cake (Derh. Behtash Sanaeeha, Maryam Moghaddam)

Langue Etrangere (Derh. Claire Burger)

Me el Ain / Who Do I Belong To (Derh. Meryam Joobeur)

Pepe (Derh. Nelson Carlos De Los Santos Arias)

Shambhala (Derh. Min Bahadur Bham)

Sterben (Derh. Matthias Glasner)

Des Teufels Bad / The Devil’s Bath (Derh. Severin Fiala, Veronika Franz)

Vogter / Sons (Derh. Gustav Moller)

Yeohaengjaui pilyo / A Traveler’s Needs (Yön. Hong Sangsoo)

BERLÎN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.