Dîwanên Seydayê Keleş ji nûve tên çapkirin

Nûçeyên Çand/Huner —

În 25 Îlon 2026 - 15:30

 

Dîwana Wêjeya Rojava bi alîkariya mamosteyên ziman û wêjeya kurdî helbestên Seyda Keleş careke dîtir çap dikin û ji alfabeya aramî veguhastin alfabeya latînî. 

Navê rast ê Seyda Keleş Hisên Mihemed Hisên Keleş e û sala 1930`î li gundê Bizkurî yê herêma Mêrdînê ji dayik bûye. Di 10 saliyê de derbasî Rojavayê Kurdistanê dibe û li herêma Cizîrê niştecih dibe.

Endama Dîwana Wêjeyî Narîman Evdikê got di dema dawiyê de ew hewl didin helbest û nivîsên helbestvan û nivîskarên jiyana xwe ji dest daye ji nû ve çap bikin. Evdikê da zanîn ku xebata komkirina helbestên Seyda Keleş û ji nû ve nivîsandin 3 salan dirêj kiriye û got 8 dîwanên Seyda û pirtûk li ser jiyana wî hene, wî bi destê xwe nivîsandiye, bi giştî 9 pirtûk hene û plan ew e ku ew di yek cildê de werin berhevkirin.

Mamosteyê wêjeya kurdî yê Zanîngeha Rojava Beşîr Mela Newaf jî got Dîwana Wêjeyê ji wan daxwaz kir ku ew li pirtûka Seyda Keleş û dîwanên wî vegerin, redekte bikin û careke dîtir çap bikin. Newaf got mamoste Arşek Beravî jî bi wan re xebitiye û wan nêzî 4 mehan helbest û nivîsên Seyda Keleş ji alfabeya aramî veguherandine ya latînî.

Berê li Swêdê hatibûn çapkirin

Arşek Beravî ji bo Seyda Keleş got: "Dema Seyda Keleş di Komîteya Celadet de mamoste bû, ez wî dinasim, kesayetekî welatperwer bû, ji bo doza kurdî tê dikoşiya û di jiyana xwe de gelek zehmetî dît."

Têkildarî xebatên careke dîtir çapkirina pirtûk û dîwanên Seyda Keleş de Beravî got: "Di destpêke de me pirtûk û dîwanên Seyda ji aramî veguherandin latînî û me di aliyê rêziman de sererast kir. Divê em berhemên hemû helbestvan û nivîskarên Kurd zindî bihêlin û bi neslan bidin naskirin. Ev karekî pîroz e û divê were parastin."

Helbestvan Seyda Keleş 18`ê Hezîrana 2007`an li Qamişloyê wefat kiribû. ANHA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.