Hînkariya hiqûqa modern

Nûçeyên Çand/Huner —

În 25 Îlon 2026 - 15:00

  • Pergala serdest ya mêr, kapîtalîst û terza navendîbûnê bi destê hiqûqê wateyan bar dike. Ji ber vê jî fêmkirina kirdebûna hiqûqê, di alî fêmkirina zîhniyetê de girîng e. Di hemû astên dîrokê de, kî hiqûqa pergalê ava dike, ji bo kesên ku hiqûqê ava dikin mirov kî ye, kîjan taybetî mirovan wek mirov dibîne. Ev pirs ku derdên felsefevanan e, wek nîqaşek girîng îro jî heye. Hiqûqa xwezayî û pozîtîf ji nêz ve sentezê dixwaze.

 

Teorîsyenên hiqûqa xwezayî û hiqûqa pozîtîf dema pergala hiqûqê vedibêjin, çavkaniya hiqûqê têgeha wê kolektîfe an şexsî ye lêpirsîn dike. Hiqûqa xwezayî xwe dispêre xweza mirovahiyê, hebûna gerdûnê û bi giştî xwe dispêre xwedabûnê. Ev xwe tenê naspêre meriyeta hiqûqê, xwe dispêre adilbûn û exleqî. Gerdûnî tê dîtin ji ber edalet, wekhevî, azadî nirxên hevpar yên mirovahiyê tên dîtin. Kontrola exleqî ya hiqûqa heyî jî ji hewandin an nehewandina van nirxan e. Li dijî otorîte û dewletê, ji bo mafê mirovan bi bandor be divê hiqûq bi pîvanên axlaqî bên avakirin. Hiqûqa pozîtîf dewletê nîşan dide û ji aliyê otorîteyeke rayedar ve li gorî usulên hatine danîn hiqûqê digire dest. Yanî ji naverokê wêdetir bi ya di meriyetê de ye re eleqeder dibe. Pêkanîna hiqûqê peywira dewletê ye û qanûna ew derdixe divê esas bê girtin. Tê îdiakirin ku rêzikên nivîskî û aşkera bi kes re hestê baweriyê diafirîne. Tê îdiakirin ku di darazê de wisa pêşî li subjektîfbûnê tê girtin.

Di encamê de teorîsyenên hiqûqa xwezayî û yên hiqûqa pozîvîst tecrubeya mirovahiyê dispêre ya mêr û  normên hiqûqa pergala serdest ya mêr û kapîtalîst ava dike û pêkanîna wê esas digire. Di serî de jin hemû kesî ku wek kirdeya hiqûqî nayê hesibandin, ji her cureyê êrîşê re vekirî dihêle.

Hiqûq ku wek alavek bi bandor ya serdestiya mêr û kapîtalîzmê, di çarçoveya ku bi guherîneke xwe dispêre zîhniyeta pirsgirêka afirandiye, çareserkrina wê tê rexnekirin. Ya xwe dispêrê, yên hiqûqê ava dikin divê kî bin, pênasekirina ji nû ve ya kirdebûna hiqûqî, hewcedarên nîqaşên ku veguherîna zîhiniyetê esas digire ye.

* Ev nivîs ji hejmar a 37’an a mijara dosya ‘Jin û Aştî’ ya Kovara Jineolojiyê hatiye girtin.

JINNEWS/RÛŞEN SEYDAOGLU

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.