
Herî kêm 35 xwendekarên Zanîngeha Hunerê, bi biryarên ku ji aliyê Lijneya Disîplînê ya zanîngehê ve hatin girtin, bi awayekî demkî ji xwendina xwe hatin bêparkirin. Dema dûrxistina perwerdeyê, ji du heta çar heyam hate destnîşankirin.
Li gorî nûçeyên hatine weşandin, ev biryar piştî lêpirsînên ku ji aliyê Lijneya Disîplînê ya Zanîngeha Hunerê ve der barê xwendekarên têkildar de hatine kirin, hatine dayîn. Ev biryar dê bandorê li beşek girîng a perwerdehiya xwendekaran dike.
Li gorî hûrgiliyên hatine weşandin, hinek xwendekar ji bo du heyam û hinek jî ji bo sê an jî çar heyaman ji xwendina xwe hatine bêparkirin. Ev biryar tê vê wateyê ku xwendekar ji berdewamiya perwerdehiya xwe li zanîngehê demkî tên asteng kirin û dibe ku bandorê li perwerdehiya wan a çend salên akademîk bike.
Lêbelê, agahdariya rast li ser sûcdarî an sedemên dîsîplînê yên ku bûne sedema van biryaran, navên xwendekaran û hûrgiliyên di derbarê her dosyayek wan de nehatine weşandin.
Bi qedexe û sînordarkirinan re rûbirû man
Ev biryar, di demekê ku di nava salên dawî de tedbîrên dîsîplînê yên li dijî xwendekarên zanîngehên Îranê di nûçeyên der barê rewşa zanîngehan de bûne mijarek sereke de pêkhat. Di vê heyamê de xwendekarên zanîngehên cûda bi gazîkirina komîteyên dîsîplînê, sekinandin, qedexeyên ji perwerdehiyê û sînorkirinên din ên perwerdehiyê re rûbirû man.
Zanîngeha Hunerê jî, berê gelek caran ji ber çalakî û xwepêşandanan, xwendekaran gazîkirin û der barê hinek xwendekaran de tedbîrên dîsîplînê hate girtin. Heta niha, di derbarê pêvajoya nirxandina dosyayên van 35 xwendekaran û vebijarkên wan ên ji bo îtîraz an jî nirxandina biryaran de tu hûrgiliyên din nehatin weşandin. JÎNHA







