Daxwaza hunermendan; yekîtî û karên hevbeş

Nûçeyên Çand/Huner —

În 25 Îlon 2026 - 16:00

 

Rewşa Kurdan di nava alozî û guhertinên li Rojhilata Navîn de ber bi çarenûsek nediyar ve diçe. Eger yekitiya gelê Kurd çênebe, wê jenosîdên ku beriya niha bi serê gelê Kurd de hatibûn, carek din dubare bibin û tevayî destkeftiyên heyî ji dest herin. Bi taybetî yek ji çînên civakê ku dikare bandorek cidî li ser civakê çêke û bi rola xwe rabin, hunermendin.

Di derbarê vê mijarê de Hunermend û Rêvebirê Beşa Muzîkê li Hunergeha Welat, Mehmud Berazî axivî û got: “Hunermend ji bilî erkê xwe yê sereke ku hunere, berpirsyartiyek exlaqî jî li ser milên wane. Daku bi rêya hunerê asta civakê û hunerê bilind bikin û ev ast bibe bingehek ji bo danûstandin, serkeftin û pêşketinê.”

Mehmud Berazî da zanîn ku divê yekitiyeke hunermendan hebe û got: “Ji bo bikarin bi awayek berfireh guftugo bikin, divê yekitiya hunermendan çêbe. Ev kar jî bi rêya konferans û civînan çêdibe. Ev jî pêngavên gelek giringin.” Hunermend Mehmud Berazî da diyarkirin ku durbûn û cûdahiya şêwezaran bandorek nerênî heye û got: “Ji ber wê têkelbûn giringe û dikare zimanek hevbeş biafirîne. Ziman amraza herî giring ya parastinê ye û divê xwedî lê derkevîn.”

Karên hevbeş lazim in

Hunermendê Şanoger Goran Namiq jî di derbarê pirsa hunermend çawan dikarin di vê qonaxê de bi rola xwe rabin de got: “Kurd di navbera çar dewletan de hatine dabeşkirin. Rê nadin karên hevbeş di nava hunermendan de hebe, bi taybet ev sinorên destkird yên ji aliyê dewletên serdest ve hatine danîn, li peşiya karên hevbeş yên hunermendên her çar beşan dibin asteng.”

Goran Namiq diyarkir ku di navbera Başûr û Rojava de deriyek vekiriye û got: “Giringe em çawan bikarin bi rêya vî derî projeyên hevbeş çêkin û ji bo her çar beşên Kurdistanê bikarîn karên mezin bikin. Li gel şoreşên Kurdistanê de huner gav bi gav bandora xwe çêkiriye. Di berê de ew sirûdên di şoreşên Kurdistanê de ji aliyê hunermendên Kurd ve dihatin gotin, hêz û moralek bilind didan gel û pêşmergeyan. Di vê qonaxê de jî tişta ku Hunergeha Welat di şoreşa Rojava de kiriye, carek din bi rêya hunerê hêz û moralek mezin daye gel û şervanan. Ev hunere karî bibe sedemê têkelbûna zaravayan.”

Yekdengî çarenûsa me ye

Berdevkê Ragihandin û Peywendiyan yê Hunergeha Welat, Xoşman Qado jî li ser heman mijarê wiha axivî: “Ji bo vê qonaxê gelek giringe ku hunermendên her çar beşên Kurdistanê yekdeng bin. Ji berku huner hem dengê xelke hem jî ew rêye ku dikare nasnameya netewa Kurd biparêze mîna ka çawan ev 100 salin parastiye. Ger li ser asta her çar beşên Kurdistanê yekgirtin hebe, wê derfetek zêrîn be ji bo hîn zêdetir hevdû nasbikin û ji hev têbigihin. Di heman demê de jî bikar û hevbeşiyê pirsgirêk dikare bên çareserkirin.”

Di dawiyê de jî Xoşman Qado îşaret bi yekrêziya gelê Kurd bi taybetî jî yekitiya hunermendan kir û got: “Pêwîste yekdengî bibe çarenûsa me. Ji berku dijmin hertim hewl dide bi rêyên cuda me tine bike. Dijmin pir bi zanebûn plana êrişkirinê li ser gelê Kurd çêdike. Bi taybetî jî li ser ciwanan ku ew bingehê civakê ne û peywendiyek wan a bihê bi hunerê re hene.”

HÊŞO ŞIWANE/ROJNEWS

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.