
Suhêr Qelamawî, rewşenbîreke Kurd bû. Di dîroka Misrê de yekem jin bû ku di qada akademîk û civakî ya jinan de şoreşek pêk anî. Ew bû yekem jina ku bawernameya doktorayê wergirt û Pêşangeha Navneteweyî ya Pirtûkan a Qahîreyê damezirand.
Suhêr Qelamawî di 20’ê Tîrmeha 1911’an de li taxa Ebasî ya Qahîreyê, di nav malbateke Kurd de ji dayik bû. Bavê wê bijîşkekî Kurd bû ku li bajarê Tentayê karê cerahiyê dikir, diya wê jî keça leşkerek Kurd bû.
Bapîrê bavê Suhêr leşker bû. Piştî ku cezayê îdamê li ser wî hat birîn, berê xwe da Misrê. Piştre li wir bi jineke Çerkez re zewicî ku ew jin seroka orkestraya qesra Siltan Ebdulhemîdê Duyem bû. Ji ber vê çendê, kok û rehên Suhêr digihîjin Misrê. Suhêr di nav çandeke Kurdî de mezin bû. Her çend bavê wê dixwest ew jî mîna wî bibe bijîşk, lê eleqe û evîna wê ya ji bo edebiyat û nivîsandinê rêbaza jiyana wê guherand; bi vî rengî berê xwe da cîhana edebiyat û xwendinê.
Helwest, nêzîkatî û ramanên diya wê bandoreke berbiçav li ser perwerde û kesayetiya Suhêr kir. Ji ber ku di malbata wan de tu cudahî nedihat kirin di navbera kur û keçan de, ev derdor ji bo Suhêr bû motîvasyoneke mezin da ku ber bi xwendin û pêşveçûnê ve gavan biavêje. Serborî û bîranînên vê malbatê piştre bûn bingeha yek ji berhemên edebî yên herî navdar ên Suhêr, ku navê wê “Ehadîs Cedetî” (Axaftinên Dapîra Min) bû û di sala 1935’an de hat weşandin.
Xwendina jinekê di navbera 40 mêran de
Di sala 1929’an de, Suhêr bû yekem jina Kurd ku çû Zanîngeha Qahîreyê û di beşa zimanê erebî de dest bi xwendinê kir. Ew di nav 40 xwendekarên mêr de yekane jin bû. Li wir bîrmendê mezin ê bi nav û deng Doktor Taha Husên bû mamoste, rêbîner û hevalekî nêzîk ê wê.
Taha Husên dema ku asta rewşenbîriya Suhêr dît, di sala 1932’yan de ew kir cîgira sernivîskara kovara zanîngehê. Bi vî rengî, Suhêr bû yekem jina li Misrê ku destûra fermî ya karê rojnamevaniyê wergirtiye. Piştre bû yekem jin ku bawernameya masterê (li ser edebiyata biyanî) û bawernameya doktorayê li ser pirtûka “Hezar û Yek Şev” bi dest xist.
Di sala 1936’an de wekî yekem jina mamoste li Zanîngeha Qahîreyê dest bi kar kir û bi lez pêş ket. Ew yekem jin bû ku di navbera salên 1958 û 1967’an de bû seroka beşa zimanê erebî li Zanîngeha Qahîreyê. Piştre wekî seroka Yekîtiya Jinên Misrê hat hilbijartin û di sala 1959’an de bû seroka Komeleya Jinên Derçûyên Zanîngehan; di heman demê de hevkariyên di navbera Yekîtiya Jinên Misrê û Yekîtiya Navneteweyî ya Zanîngehan de ava kir.
Piştî vê yekê, di sala 1967’an de bû seroka Giştî ya Desteya Sînemayê, Şanoyê û Muzîkê ya Misrê û di sala 1968’an de jî bû seroka Komeleya Çandî ya Zarokan. Di heman demê de ji bo parastina mafên jinan têkoşîna xwe berdewam kir, beşdarî gelek konferansên navneteweyî bû û li wir daxwaza wekheviya zayendî kir.
Malbata zanist û hunerê; Damezirandina Pêşangeha Pirtûkan a Qahîreyê
Doktor Suhêr Qelamawî ligel Doktor Yehya Heşab (profesor û dekanê Fakulteya Edebiyatê) jiyana hevjîniyê pêk anî. Mala wan a li taxa Ebasî wekî navendeke rewşenbîrî û hunerî dihat naskirin; her wiha pirtûkxaneyeke wan a mezin ku tije pirtûkên bi zimanê erebî û zimanên biyanî bûn hebû.
Xewna wê ya herî mezin di sala 1969’an de pêk hat; gava ku Pêşangeha Navneteweyî ya Pirtûkan a Qahîreyê damezirand da ku pirtûk bibe mafekî bingehîn ji bo hemû welatiyan.
Xebata çandî û xelatên Suhêr Qelamawî
Ji ber hewldanên xwe yên bêhempa, wê gelek xelat û madalyayên mezin bi dest xistin. Di nav wan de: Xelata Komeleya Zimanê Erebî ji bo teza wê ya doktorayê ya li ser “Hezar û Yek Şev”, Xelata Rêzgirtinê ya di qada Edebiyata Ciwanan de, Xelata Teşvikê, Xelata Dewletê ya Rêzgirtinê di qada Edebiyatê de, Xelata Naser ku ji aliyê Yekîtiya Sovyetê ya Berê ve hatibû dayîn, Xelata Rêzgirtinê di qada Edebiyatê de, Nîşana Rêzgirtinê, Madalyaya Pileya Yekem a Komarî, Madalyaya Serkeftinê û Doktoraya Rûmetê (Şanazî) ji aliyê Zanîngeha Amerîkî ya li Qahîreyê ve.
Çavkaniya îlhamê ya têkoşîna jinan
Dr. Suhêr Qelamawî wekî jineke Kurd ku serbilindiya dîroka jinên Rojhilata Navîne, di 4’ê Gulana 1997’an de li bajarê Qahîreyê di 85 saliya xwe de koça dawî kir. Lê mîrateya wê ya edebî, ramanî û fikrî heta roja îro jî wekî çavkaniyeke îlhamê ji bo têkoşîna jinan û rewşenbîriya azad zindî maye.
BEFRÎN NUSRET-ROJNEWS







