Li Aryenê heyema nû dest pê dike

Nûçeyên Çand/Huner —

În 25 Îlon 2026 - 15:45

 

Atolyeya Çand û Hunerê ya Aryenê ku ev heft sal in li Wanê di warê çand û hunerê de çalak e, ji bo zarok, ciwan û mezinan di gelek warên cuda de kursan pêşkêş dike. Li vê atolyeyê ku perwerde tê de bi zimanê Kurdî tê dayîn, xwendekar hem beşdarî hilberîna afirîner dibin û hem jî bi rêya cureyên cuda yên hunerî zanyariyên xwe yên çandî dewlemend dikin. Bernameya atolyeyê ya ji bo heyama nû, kursên di 11 warên cuda de dihewîne.

Bernameya perwerdeyê, ligel dersên wênesazî, folklor, muzîk û şanoyê, hînbûna amûrên muzîkê yên wekî keman, çello, bilûr, baxleme, gîtar, pîyano û erbaneyê jî dihewîne.

Solîstê Koma Aryenê Rêber Dînçer, der barê kursên heyama nû de agahî dan.

Dînçer da zanîn ku kursên heyama nû dê dîsa bi zimanê zikmakî bên dayîn û got: "Hemû perwerdeya me bi Kurdî tê kirin; xwendekarên ku Kurdî nizanin jî bi vî zimanî perwerdeyê dibînin. Ew xwendekarên ku tên vir, ne tenê zimanê xwe yê zikmakî fêr dibin, di heman demê de bi wî zimanî perwerdeya hunerî jî werdigirin." 

Di gelek waran de perwerdehî

Dînçer diyar kir ku qeydkirin du hefte berê dest pê kiriye û bal kişand ser eleqeya mezin a ciwanan. Dînçer got: "Kursên me du hefte berê dest pê kirin. Mamosteyên me amade ne ku di warên cuda de, wekî keman, çello, bilûr, baxleme û gîtar, perwerdeyê bidin. Her wiha em dersên hunerî jî pêşkêş dikin. Hemû kar û amadekariyên me temam bûne. Me dest bi qeydkirina xwendekaran kiriye û armanca me ew e ku îsal bi sedan xwendekaran perwerde bikin. Komên me yên temenê wan ji 5-10 saliyê dest pê dikin. Eleqeyeke mezin ji aliyê ciwan û jinan ve heye; heta niha me qeyda nêzîkî 20 xwendekaran çêkiriye. Di heyama nû de, ji ber ku xwendekar di nava hefteyê de diçin dibistanê, kursên me dê tenê di dawiya hefteyê de bên lidarxistin. Her wiha, Aryen ji bo rojên nava hefteyê jî hin çalakiyên din plan kirine." MA/WAN

 

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.