“Sur l'Adamant” hirça zêrin wergirt

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 27 Sibat 2023 - 02:52

Festîvala Filman a Berlînê (Berlînale) cara 73’an hate lidarxistin. Festîvalê qederê du hefteyan dewam kir û xelatên îsal jî dan xwediyên wan. Merasîma xelatan li Sînemaya Berlînale Palast hete organîzekirin.

Derhêner û lîstikvanê Emerîkî Kristen Stewart îsal serokê juriya festîvalê bû. Wê da zanîn ku wan xelata herî filmê baş daye filmê “Sur l'Adamant” yê derhênerê Fransî Nicolas Philibert. Nicolas Philibert xelata “Hirça Zêrîn” wergirt. Filmê “Sur I’Adamant, weke belgefilmekê hatiye çêkirin jiyana rojane ya li nexweşxaneyeke Parîsê vedibêje. 

Derhênerê Fransî Philippe Garrel jî bi filmê xwe yê “Le Grand Chariot” xelata derhênerê herî baş ya “Hirça Zîvîn” wergirt. Derhêner Chiristian Petzold jî bi filmê xwe “Roter Himmel” xelata juriyê ya mezin wergirt.

Di beşa belgefilmê de jî belgefilma derhênerê Meksîkî Tatiana Huezo ya bi navê “The Echo” bû belgefilma herî baş û xelat wergirt. Belgefilm li ser jiyana li gundekî li Meksîkayê ye.

Berlînaleyê di 16’ê Sibatê de dest pê kiribû. Îsal 19 filmên metrajedirêj ji bo xelata “Hirça Zêrîn” di pêşbirkê de bûn. Li festîvalê bi tevahî ji 67 welatan 283 film hatin nîşandan.

NAVENDA NÛÇEYAN

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.