
- Derhêner, senarîst û çêker Park Chan-wook ku ji Koreya Başûr e, di navbera 12-23'ê Gulanê 2026'an de wê serokatiya jûriya fîlmên pêşbaziyê yên 79. Festîvala Fîlman a Cannesê bike.
Park Chan-wook di temenekî ciwan de dest bi sînemayê kiriye û piştî demekê bi rexnegiriyê daketiye. Piştre jî xewna xwe ya derhêneriyê bi fîlma Vertigoyê pêk aniye. Têkiliya wî bi Cannesê re jî zû dest pê kiriye; di sala 2004'an de bi Oldboyê xelata jûriya mezin wergirtiye û di asta navneteweyî de bala herkesî kişandiye ser xwe. Piştî wê Thirst (2009, Xelata Jûriyê), The Handmaiden (2016) û Decision to Leave (2022, Baştirîn Derhêner) hatine. Park heta niha bi hemû fîlmên xwe yên di pêşbaziyê de cih girtine, xelat wergirtiye.
Park Chan-wook wiha bersiv da kesên ku wî weke serokê jûriyê neqandine; “Salona sînemayê tarî ye, ji ber ku ji bo ronahiyê bibînin, pêşî hewceyî bi tarîtiyê heye. Fîlm dibin navbeynkarê rizgariya giyanên me. Ji bo temaşekirina fîlmekê di salonê de kom bibin, paşê bi endamên jûriyê re nîqaş bikin; ev ezmûneke du alî û bi dilxwazî ye û ez bi heyecaneke mezin li benda wê me. Di vê serdemê de nefret û parçekirin serdest in, lê em hemû bi hev re li heman fîlmê temaşe bikin. Bila hilm û dilê me di heman ahengê de be, ev îfadeyeke gerdûnî û hestyarî ya mirovbûnê ye.”
Fîlmên Parkê ji aliyê şêwaz, montaj û vegotina exlaqî ve balkêş in; carinan tarî, carinan erotîk, carinan jî bi hêmanên mîzahî dagirtî ne. Bi Oldboyê dest pê kiriye sêlojiya tolhildanê, bi The Handmaidenê ku nêrîna femînîst û queerê dixebite û bi fîlma xwe ya dawî No Other Choiceê ku rexneya civaka kapîtalîst dike, berdewam dike. Festîvala Fîlman a Cannesê wê di navbera 12-23'ê Gulanê 2026'an de were lidarxistin û hilbijartina fermî di nîvê Nîsanê de were ragihandin. Park Chan-wook û endamên jûriyê wê di 23'ê Gulanê de li Grand Théâtre Lumière, fîlma ku Palme d'Ora 2026'an standiye ragihînin. CANNES
* * *
Li Berlînê Rojên Çanda Jinên Kurd
Di roja duyemîn a Rojên Çanda Jinên Kurd de, ligel pêşangeha li Berlînê, atolyeyeke afirîner hat organîzekirin. Di atolyeya Monoprintingê de ya ku bi serkêşiya hunermend Mahîn Xodayarî hat birêvebirin, kartonên Tetra Pak ên hatine veguherandin hatin bikaranîn û portreyên têgehî yên ku îlhama xwe ji jinan, hêza wan, berxwedana wan û çîrokên wan ên nehatine gotin digirin, hatin afirandin. Çalakiyê derfet da beşdaran ku li ser derbirîna kesane, nasname û piştgiriyê bifikirin.
Monoprinting, teknîkeke çapê ya pir-alî ye ku di her çapê de berhemeke bêhempa derdixe holê. Di vê teknîkê de boyax li ser plakayeke sûf û ne-mêjer tê sepandin û rasterast li ser kaxizê tê veguhastin.
Mahîn Xodayarî, ya ku ji bajarê Kirmaşanê yê Îranê tê, hunermenda grafîk û medyayê ye. Xebatên wê pêwendiya dîtbarî, hunera medya ya hevdem û muzîka kevneşopî tîne cem hev. Xodayarî ku hostaya amûra tembûrê ye, ji mîrateya muzîka herêma xwe xwedî dibe. Hunermenda ku niha li Berlînê dijî, waneyên huner û muzîkê dide û xebatên ku koka çandî û şêwazên nûjen û ezmûnî yên îfadekirinê digihînin hev, hildiberîne.
Rojên Çanda Jinên Kurd ji aliyê Meclîsa Jinan a Dest Dan e.V., Hunera Mizgîn, Jinên Koma Feraşîn û Delîl Çiyager, Jinên Ciwan Berlin, KJAR û Buroya Aştiyê ya Jinên Kurd – Cênî e.V. ve tê organîzekirin. Pêşangeh li Alte Munze berdewam dike û sibê dê ji aliyê Jinên Ciwan yên Berlînê ve atolyeyek were lidarxistin.
Teqwîma çalakiyan wiha ye:
4’ê Adarê 18:30 – Nîşandana lîstikên gelêrî "Govenda Kurdî"
6’ê Adarê 18:30 – Şeva "Dengbêj û Siyaçemane Hewreman" ku dê şêwazên vokal ên kevneşopî yên Kurdî werin pêşkêşkirin
7’ê Adarê 18:30 – Şeva fîlman ku dê fîlmên Hêvî Nîmat Gatar û Bêrîvan Saruhan werin nîşandan
Amadekarên çalakiyê ragihandin ku ew ê bi van çalakiyan rojên çandê bi dawî bikin û pişt re bala xwe bidin ser Roja Jinan a Cîhanê. Hemû hûrgulî û zanînên bernameyê li ser malpera Buroya Aştiyê ya Jinên Kurd – Cênî e.V. cih digirin. ANF/BERLÎN
* * *
Hunermendekî jêhatî bû
Hunermendê navdar ê Kurd Yedullah Mihemedî 26’ê Sibatê roja pêncşemê piştî nîvro, li Sineyê koça dawî kir. Yedullah Mihemedî di parastina çand û hunera Kurdî de roleke mezin lîstiye.
Yedullah Mihemedî di sala 1956’an de li Sineyê ji dayik bû. Bi dehan salan xizmeta çand û muzîka Kurdî kiriye û bi berdewamî hewl daye ku wê pêş bixe û biparêze. Di dema kariyera xwe de ew karî nêzîkî 76 berhem û stranên resen ên Kurdî çêbike û muzîk û stranên Kurdî gihandiye lûtkeya herî bilind. Bê guman, Mihemedî hunermendekî jêhatî û yek ji awazvanên navdar ên muzîk û folklora Kurdî bû ku berhemên wî di warên çand, huner û muzîkê de bandorek berfireh hebû û bandorek bêhempa di pêşvebirin û parastina nasnameya Kurdî ya gelê me de hebû. Huner û stranên wî di heman demê de li ser parastina zimanê Kurdî û hestên paqij ên rêya wê bûn. SINE






