Li Amedê pêşangeha çandî û ekolojîk vebû

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 30 Adar 2026 - 17:00

  • Şanoya ‘Qewêtiya Cegerxwîn’ derxistin ser dikê
  • Şahiya Serhivde bi dawî bû

Bi piştevaniya sereke ya Fona Piştevaniyê ya Çand û Hunerê ya CultureCIVICê û bi hevkariya Sîvîl Düşün û Şaredariya Mezin a Amedê Pêşangeha “Li Pey Şopa Dîcleyê: Bibîranînên Çandî û Ekolojîk” li Qesra Cemîlpaşa ya li navçeya Sûrê ya Amedê hat vekirin. Endam û nunerên saziyên sivîl û gelek kes tevlî pêşengehê bûn. Ewilî Dîlan Kaya Taşdelen û Gîzem Kiygiya ku ev xebat meşandine li ser xebatên xwe ji mêvanan re danasînek kurt kirin. Piştre beşdarvan li pêşengehê geriyan û çavderiyên xwe kirin. Pêşengeh ji xebatên Dîlan Kaya Taşdelen û Gîzem Kiygiya li ser bîra pirtebeqeyî ya Çemê Dîcleyê, veguherînên ekolojîk û berdewamiya çandî hûr dibe û dê di navbera 29ê adarê û 12ê nîsanê de li Qesra Cemîlpaşa ya li Sûrê li Mûzexaneya Bajêr a Amedê were nîşandan.

Xwestin balê bikşînin ser texrîbata ekolojiyê

Beriya vekirina pêşengehê Dîlan Kaya Taşdelen bal kişand ser rewşa çemê Dîcleyê û ev tişt anî ziman: “Xebatên me yên li ser çemê Dîcleyê piranî ser der û dora baxçeyên Hevselê bun. Me xwest bi vê xebatê êrişên li ser baxçe û çem tên kirin bi pêşengehêkî bê dîtin û bi van êrîşan jiyana xweza û bajêr çawa vediguhere bînin pêşberî we. Armanca me ew bu em balê bi xebatek wisa bikşînin ser girîngiya çem û bandora ku li ser bajar, xweza û çêreyên derdorê û me xebatek wisa pêk anî.” AW/AMED

 

* * *

Şanoya ‘Qewêtiya Cegerxwîn’ derxistin ser dikê

Bi boneya Roja Şanoyê ya Cîhanî, Tevgera Hîlal Zerîn li navenda xwe ya li bajarê Hesekê, bi amadebûna bi dehan niştecihên bajêr û hejmarek hunermend û nivîskaran, çalakiyek hunerî li dar xist ku tê de 2 şano pêşkêş kir.

Di çalakiyê de şanoya bi navê "Qewêtiya Cegerxwîn" hate pêşkêşkirin, ku li ser jiyana Cegerxwîn bû. Ev berhem ji aliyê Komîna Şano ya El Cizîrê ve hate pêşkêş kirin.

Her wiha şanoya bi navê "Yekta" ji aliyê Şanoya Çiya ve hate pêşkêşkirin, ku li ser jiyana şervan û hunermend Yekta Herokol bû.

Roja Şanoyê ya Cîhanî di 27'ê Adara 1961'an de ji aliyê Enstîtuya Şanoyê ya Navneteweyî ya UNESCO'yê ve bi armanca balkişandina ser girîngiya şanoyê wekî amûrek ji bo derbirîna çandî û pêşxistina diyalogê di navbera gelan de hate ragihandin. ANHA

 

* * *

Şahiya Serhivde bi dawî bû

Li gundê Emerka yê navçeya Farqînê ya Amedê Şahiya Serhivde (Şahiya Mirazan) hate lidarxistin. Şahiya îsal ji aliyê Şaredariya Farqînê û Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve hate lidarxistin. Îro jî dîsa hevşaredar, endam û rêveberên partiyên siyasî û nûnerên saziyên sivîl ên civakî di nav de bi sedan welatî tev li Şahiya Serhivde bûn.

Her wiha bernameya ku sê roj in berdewam dikir îro bi Dîwana dengbêjan, bi kilam gotin û bi qesîdeyan berdewam kir. Şahî bi pêxistina findan û gerandina govendê bi dawî bû.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.