
- Xwendevanên jinên ciwan yên Wargeha Penaberan Mexmûrê di çarçoveya amadekariyên 18’emîn Mîhrîcana Çand û Werzîşê ya 4’ê Nîsanê de, bi xêzkirina tabloyan têkoşîna azadiyê nîşan didin.
Li Wargeha Penaberan a Rûstem Cûdî (Mexmûr) Mîhrîcana Çand û Werzîşê ku her sal ji aliyê Komîteya Qada Perwerdeyê ve, bi boneya 4’ê Nîsan’ê Rojbûna Rêber Apo, tê organîze kirin, di 4’ê Adarê (2026) de starta 18’emîn Mîhrîcana Çand û Werzîşê hatibû dayîn. Wê mîhrîcan heya 2’yê Nîsanê bidome. Di çarçoveya mîhrîcanê de; pêşbirkên futbol, santraç, wênesazî û hwd. berdewam dikin.
Xwendevanên jinên ciwan yên wargehê di atolyeya xweser ya Şehîd Delîla de li ser tabloyên xwe têkoşîna azadiya Kurdistanê û têkoşîna jinan dineqişînin, bi xêzkirina tabloyan, amadekariyên nîşandana mîhrîcanê dikin. Têkildarî mijarê xwendevanên jinên ciwan yên Wargeha Mexmûrê axivîn.
Hestên ku bi rêya hunerê tên der
Xwendevana binavê Mercan Kara da zanîn ku ew bi xebatên xwe amadekariya 4’ê Nîsan’ê dikin û destnîşan kir ku ew bi awayekî paradîgmayî felsefeya Rêber Apo esas digirin. Mercan Kara anî ziman ku ew di xêzkirina tabloyên xwe de; azadiya jinê esas digirin û diyar kir ku ew hem wêneyên şehîdên şoreşê çêdikin û him jî wêneyên xeyalî yên ku têkoşîna azadiyê vedibêjin, çêdikin. Mercan Kara di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Em hêstên xwe bi rê ya hunerê nîşan didin û mîna li her qadê, emê di vê qadê de jî têkoşîna xwe bi domînin.”
Xwendevana bi navê Nalîn Apaydin jî anî ziman ku ew weke xwendevan, hem perwerdeyê dibînin û hem jî perwerde dikin. Her wisa da zanîn ku bi xêzkirina tabloyan amadekariya 4’ê Nîsanê dikin û diyar kir ku ew hêstên xwe bi rêya xêzkirina tabloyan nîşan didin.
ROJNEWS/MEXMÛR
* * *
Ji bo roja şanoyê derketin ser dikê
Endamên Koma Şanoyê ya Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido ya bajarê Kobanê bi boneya Roja Şanoyê ya Cîhanê, şanoyek bi dirûşma "Bi rihê şanogeriya Yektayan em ê civakê ronî bikin" pêşkêş kir.
Beriya ku şano dest pê bike, deqeyekê rêz hat girtin. Piştre hevseroka Desteya Çandê ya bajarê Kobanê Mîrxan Îsmaîl axivî û got: "Dema ku em behsa Roja Şanoyê dikin, berxwedan û têkoşîn tê bîra mirov. Şano xwedî cihekî girîng di nava civakê de ye. Şano nêzîkî giyan û dilê civakê ye. Ji ber vê yekê cihê ku şano lê zindî be, civak jî zindî ye.”
Piştî axaftinê sînevîzyonek hat pêşandan û dûre jî şanoyek li ser berxwedan û têkoşîna şervanan di çeperên şer de, hate pêşkêşkirin.
Di dawiyê de xelat li şanogeran hatin belavkirin.
ANHA







