Berxwedan û têkoşîna li ser sehneyê

Nûçeyên Çand/Huner

În 27 Adar 2026 - 17:00

  •  Di Roja Şanoyê ya Cîhanê de, huner ne tenê wekî amûrek şahiyê, lê di heman demê de wekî amûrek têkoşîn û hişmendiyê jî tê dîtin. Şehîd Yekta Herekol şano veguherand peyameke berxwedan, jiyan û têkoşînê.

Her sal di 27’ê Adarê de, xelk Roja Şanoyê ya Cîhanê pîroz dike. Ev bone di sala 1962’an de ji bo pêşvebirina hunerên performansê û balkişandina ser rola şanoyê di avakirina hişmendiya çandî, civakî û pêşxistina peywendiyê ya navbera gelan de hatiye destnîşankirin. Lê belê, ev roj di bîra Kurdan de wateyek cûda û kûrtir digire, ku bi navê şanoger û têkoşer Yekta Herekol ve girêdayî ye. Yekta Herekol huner veguherand karekî berxwedanê û laşê xwe kir peyamek zindî li dijî zilmê.

Têkoşer û hunermend Yekta Herekol (Erdogan Kahraman) di Adara 1968’an de li herêma Hozatê ya Bakurê Kurdistanê, di hawîrdorek ku bi bîranîna êş û berxwedanê ve tijî bû de ji dayik bû. Ew di nav çîrokên komkujiya Dêrsimê de mezin bû, ku şopek kûr li ser hişmendiya wî ya destpêkê hişt. Vê hawîrdorê şekil da kesayetiya wî ya şoreşgerî. Ji ber ku wî ji rojên xwe yên destpêkê ve hesasiyeta hunerî bi hişmendiya siyasî re kir yek, paşê bû yek ji kesayetên herî berbiçav ku huner bi têkoşînê re têkel kir.

Yekta di ciwaniya xwe de çû Eneqereyê, li wir li Zanîngeha Gazî xwend û dest bi rêwîtiya xwe ya şanoyê kir. Berî ku li Erzurumê were girtin û xistina girtîgehê - xalek werçerxê di jiyana wî de bû - rolên curbicur, di nav de ya Sultan Ebdulhemîd, lîst.

Di girtîgehê de, wî ruhê xwe yê hunerî berneda. Paşê digot ku "rolên xwe yên herî girîng di jiyanê de" li wir lîstiye. Bi wê yekê behsa şiyana xwe ya veguherandina êşê bo ezmûnek kûr a mirovî û hunerî dike.

Hemû derên lê veguherand sahneyekê

Ezmûna wî bi tenê bi Tirkiyeyê ve sînordar nebû. Berî ku demekê li Sûriyeyê bicîh bibe, ew çû gelek welatan, di nav de Yewnanistan, Romanya û Rûsyayê û li wir di warên çandî û hunerî de cih girt û beşdarî gelek berhemên şanoyê bû. Yek ji rolên wî yên herî berbiçav lîstina Kawa Hesinkar bû, sembola Kurd a bi Newrozê ve girêdayî, ku nêzîkbûna wî ya hunerê bi sembolîzma dîrokî û siyasî nîşan dida. Yekta hewl da ku her cihekî veguherîne sehneyekê, bi baweriya ku "civak bi hunerê têne avakirin" û projeyek ji bo belavkirina çanda hunerî li seranserê Kurdistanê hilgirt.

Divê coşa hunermendan mezintir be

Di lûtkeya têkoşîn û rêwîtiya xwe ya hunerî de, Yekta Herekol biryarek da ku wî ew biryar veguherand sembolekê dema ku li Meydana Saedallah El Cebîrî ya Helebê, ji bo protestokirina komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan, xwe şewitand. Ev kar ne windabûnek demkî ya hestan bû, lê belê îfadeya helwestek kûr a ramyarî û siyasî bû. Bi rêya wê, wî xwest peyamek bihêz bide hunermend û rewşenbîran li ser pêwîstiya hilgirtina berpirsiyariyên xwe yên dîrokî.

Berî ku agir berde bedena xwe, şehîd Yekta Herekol peyamek bi bandorên zelal hişt, banga du qat zêdekirina hewildanan di xebata hunerî de kir û hunerê bi mijarên ronakbîrî û hişmendiyê ve girêda. Di peyama xwe de, şehîd Yekta dibêje: "Dema ku dor tê ser huner û hunermendan, divê coş hezar carî mezintir be û afirandina hunerê divê bi biryardariyek xurt û helwesta exlaqî ya pêwîst re were, ji ber ku huner ji bo xizmeta ronakbîrî û hişmendiyê hatiye afirandin." Yekta destnîşan kir ku armanca pêngava wî "bangkirina hevalên xwe ku cidîtir bin" e, lêborîna xwe ji gelê xwe xwest û rêz li berxwedana azadiyê ya li Îmraliyê û şehîdên li Efrîn û Qamişlo girt.

Hişmendiyek saxlem û helwestek rast

Peyama şehîd Yekta Herekol ne tenê peyamek xatirxwestinê bû, lê belgeyek ramyarî bû ku berpirsiyariyek dîrokî danî ser hunermend û rewşenbîran di serdemek ku wî wekî "mezin û tijî zehmetî û derfetan" de bi nav kir. Yekta diyar kir ku bidestxistina serkeftin û ronakbîriyê "di destê kadro, rewşenbîr û hunermendan de ye", û banga pejirandina "hişmendiyek saxlem û helwestek rast" û pabendbûnek cidî ji bo rola pêwîst kir.

Şehîd Yekta Herekol destnîşan kir ku huner ne luks e, lê amûrek ji bo guhertin û avakirina civakê ye û divê hunermend bi gelê xwe û dozên wan ve girêdayî be, ji bo dilsoziya qurbaniyên wan be. Ev bawerî di jiyana wî ya rojane de hate bicîhkirin, ji ber ku wî qet xwe ji gel veneqetand û beşdarî çalakiyên wan bû, heta di roja xwe ya dawîn de jî dema ku wî berî hilbijartina rêya xwe ya dawîn şêranî û şekir li zarokên ji civakên cûda yên li Helebê belav kir.

Bi vî awayî, Yekta Herekol ji hunermendekî şanoyê veguherî semboleke çandî û têkoşînê û ew fikra ku huner dikare bibe helwestek, ku gotin dikarin bibin kar û şano dikare ji sehneyê heta jiyanê bi xwe dirêj bibe, temsîl kir.

Ji bo bibîranîna navê wî festîval hatin lidarxistin

Ji bo bibîranîna hunermend û têkoşer Yekta Herekol, li Rojava festîvalek şanoyê bi navê wî hate destpêkirin. Da ku ev festîval bibe cihek çandî û hunerî û peyama wî ya ku huner bi berxwedan û hişmendiya civakî ve girê dide nîşan bide.

Dewreya yekem a festîvalê di sala 2015’an de hate destpêkirin ku di destpêkê de bi pêşandanên şanoyê yên bi zimanê Kurdî li herêma Cizîrê sînordar bû. Piştî pêngavên rizgarkirina herêman ji çeteyên DAIŞ’ê rûbera pêşandanê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berfireh bû.

Di dewreyên dîtir de, festîval veguherî platformek ku civakên cihêreng ên herêmê yek dike. Pêşandan bi beşdariya komên şanoyê yên curbicur hem Kurdî hem jî Erebî hatin pêşkêşkirin, ku têgeha pirçandîbûnê ya ku şehîd Yekta Herekol di tevahiya jiyana xwe de pêşengî lê kiriye, temsîl dike.

Tevî vê pêşveçûnê, rêwîtiya festîvalê ne îstîqrar bû, ji ber ku ew çend caran hate qutkirin û sekinandin, bi taybetî di sala 2018’an de ji ber êrişa dewleta Tirk li ser Efrîn, di sala 2020’an de ji ber pandemiya COVID-19’an û dîsa di sala 2022’an de ji ber gefên berdewam ên dewleta Tirk. Festîval çend caran ji nû ve hate vejandin, di sala 2019’an de çalakiyên xwe ji nû ve dest pê kirin, piştre dewreya xwe ya 5’an di sala 2021’an de li dar xist. Dewreya 6’an jî di sala 2023’an de li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya bajarê Qamişloyê hat lidarxistin, di 27’ê Adara 2025’an de ji bo dewreya 7’an hat organîzekirin. Îro, ev festîval ji bûyerek hunerî bêtir temsîl dike; ew berdewama rêbaza şehîd Yekta Herekol e, ku hewl da ku şanoyê bike amûrek ji bo ronakbîrî û berxwedanê, parastina bîra çandî û xurtkirina nirxên azadî û nasnameyê, tevî hemû pirsgirêkên siyasî û ewlehiyê yên ku herêm pê re rû bi rû ye.

ANHA/NAVENDA NÛÇEYAN

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.