Berheman bişînin ji pêşbaziya Serê Gulanê re

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 25 Adar 2026 - 15:00

  • Şaredariya Farqînê par bi navê "Pêşbaziya Çîrok û Helbestê ya Serê Gulanê" dabû dest pê kirin, niha cara diduyan ev pêşbazî li dar e. 

Yên bixwazin heta 1'ê gulanê dikarin çîrok an helbestên xwe bişînin ber destên amadekaran. Berhema yekemîn bi  15 hezar TL, duyemîn bi 10 hezar TL û sêyemîn bi 5 hezar TL'yî dê bê xelatkirin.

2'yemîn Pêşbaziya Çîrok û Helbestê ya Serê Gulanê ku Şaredariya Farqînê li dar dixe, bi daxuyaniya ku hevşaredaran Kadri Esen û Sevim Biçiçi belav kirin, dest pê kir. Mijara pêşbaziyê "Vejîna Merwanî û Hatina Biharê ye." Berhemên ku bêne şandin divê bi kurmancî bin û berê ji bo pêşbaziyeke din nehatibin şandin.

Di daxuyaniya hatiye belavkirin de wisa hatiye gotin, "Werger an berhemên ku bi hişê çêkirî hatine nivîsandin dê neyên nirxandin. Beşdar tenê bi helbestek û bi çîrokek dikarin beşdarî pêşbaziyê bibin. Kesên berhemên xwe bişînin divê berê pirtûkê wan nehatibe çapkirin. Ji her temenî kî bixwaze dikare beşdar bibe."

Kesên beşdar dosyayê wekî Word divê bişînin û ligel vê nimreya telefona xwe û kurtejiyana xwe jî bişînin.

Ji bo têkilî û şandina berheman:
silvanbelediyesii@gmail.com 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.