
Helbestvan û nivîskar Selîm Temo di roja Newrozê de mizgîniyeke kovareke nû ya bi navê “Vîn” dabû xwendevanên Kurdî û Newroz bi vî awayî pîroz kiribû. Li gor agahiyên ku Selîm Temo destnîşan kirine kovara bi navê “Vîn”ê ewê du mehan carekê bi awayekî dijîtal were çapkirin.
Selîm Temo di derbarê kovara nû de wekî din van agahiyên li jêr jî parve kir;
* Vîn dest pê dike,
* Dîjîtal e (bi şêweya "flipbook"ê),
* Alfabeya xwe Latîno-Kurdî ye,
* Nivîs, çîrok, ceribok, helbest, roportaj, werger, nûçe ûyd belav dike.
* Bi sê zaraveyan e: Kirmanckî-Zazakî, Kurmancî û Soranî,
* Li her çar perçeyan, Kafkasan, Xorasan û cîhanê ye,
* Du-mehane ye,
* 64 rûpel e,
* Edîtorê xwe Selîm Temo ye,
* Hejmara yekem di 15ê Gulanê de derdiçe,
* Dûrî wêjeya li dûrî jiyanê ye,
* Bi deng, hest, ruh, goşt û hestî hevdem e,
* Dizane xwe dîrokek wêjeyî heye, ne "bêçand û bêpergal" e,
* Gotinê dirêj nake,
* Di afirandin û boçûnê de nûxwaz e,
* Deriyê xwe bo her Kurdî û Kurdiyê vekirî ye.
Kesên bixwazin nivîs, helbest û çîrokan bişînin ji bo kovarê dikarin ji bo berhemên xwe e-maîla simupikol@gmail.com bikarbînin. Divê heta 1’ê Gulanê berhemên we gihiştibin ber destê edîtoriya kovarê.
NAVENDA NÛÇEYAN







