Kaosa bajarekî û nameyên ‘Guhdar D’

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 23 Adar 2026 - 16:15

  • Berhema yekemîn a bijîşk Delyadilê ya bi navê "Guhdar D." ji aliyê Weşanên DOZê ve hat weşandin. Naveroka vê pirtûkê ji nameyên dîjîtal pêk tê ku van salên dawî di "Perxudres Podcast"ê de hatibûn weşandin.

Di berhemê de 13 name hene û pirtûk bi pêşgotina rojnameger Omer Faruk Baran dest pê dike. Her wiha Omer Faruk Baran di nivîsa paşbergê de bi van gotinan qala naveroka berhemê kiriye:

"'Guhdar D.' bi van nameyên xwe, kaosa bajarekî ye. Hizûr û honikiya berêvareke havînê ya li ber golekê ye. Wêneyek e ku piştî bi dehan salan dema barkirina pirtûkan hatiye dîtin. Qehrek e, xuşexuşa hêsiran e ku çem jê ditirse. Şabûneke dilşikestî ye, gramereke şaş a bi gotinên rast e, hebeke serêşê ye û wer helbestek e ku xwe li herfên xwe rakişandiye."

Taybetiya dengî bi koda QRyê

Xwendevanên ku bixwazin nameyên berhemê bi deng guhdarî bikin, dikarin koda QRyê bi kar bînin.

Ew koda QRyê li paşberga pirtûkê hatiye bicihkirin.

Delyadil kî ye?

Delyadil 21ê Adara 1990î li navenda Amedê ji dayîk bûye. Bi gotina wê, ew dêya keçekê ye. Ew ji sala 2014an ve li Amedê wekî bijîşk dixebite. Her wiha sala 2023yan jî dest bi pisporiya onkolojiyê kiriye.

NAVENDA NÛÇEYAN

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.