Ji Netflixê rêzefilmê Kahlo û Rivera

Nûçeyên Çand/Huner

Yekşem 22 Adar 2026 - 17:00

  • Platforma rêzefilm û filman Netflix da zanîn ku ew haziriya rêzefilmekî nû dikin ku balê dibe ser jiyana Frîda Kahlo û Diego Rivera. Ev rêzefilm dê evîna wan a dilşewat, xiyanetên wan û atmosfera siyasî û civakî ya wê demê ya ku teşe daye hunera wan, nîşan bide.

Derhêneriya rêzefîlmê dê Patricia Riggen û Gabriel Ripstein parve bikin. Hilberîneriya wê jî di bin serokatiya Mónica Lozano de, Alebrije Producciones pêk tîne. Senaryo dê ji pirtûka nivîskara Fransî Claire Berest a ku jiyana Kahlo û têkiliya wê bi Rivera re vedibêje, were adaptekirin. Nivîskarê sereke yê senaryoyê ewê María Renée Prudencio be. Navê projeyê û dîroka weşanê hîn nehatiye ragihandin.

Li gor metna ku Netflix parve kiriye çîroka rêzefilm wiha ye;

“Ev çîroka jinekê ye ku nexwest tenê bibe horîya îlhamê. Wê êşa xwe bi zimanê xwe yê xweser vegot. Her wiha çîroka mêrekî vedibêje ku tevî afirîneriya xwe bi nakokiyan jiya. Ev çîrok di heman demê de têkiliya wan hem dike çavkaniyeke hêzê, hem qada pevçûnê û hem jî pêşandaneke ku li ber gel tê nîşandan. Rêzefîlm mîna bombeyekê ye ku li ser têl hatiye girêdan e; çîroka wan, Meksîkê û dîroka cîhanê ye.”

Perspektîfa jin û Meksîkî

Cîgirê Serokê Naveroka Netflix Meksîkayê Carolina Leconte, rêzefîlmê wekî “nêrîneke wêrek li qadên herî taybet ên du kesayetiyên ku bi efsaneyan hatiye dorpêçkirin” binav kir. Riggen dibêje ku ew ê hem bi perspektîfa jin û hem jî ya Meksîkî li mijarê binêrin: “Em dixwazin evîna Kahlo û Rivera, pevçûnên wan û hunera ku bi hev re afirandine, bi zimanekî nûjen, samîmî û ji bo nifşên nû bi hêz nîşan bidin,” Ripstein jî destnîşan dike ku armanca projeyê ji çîroka evînekê ya asayî wêdetir e: “Rêzefîlm hem têkiliyeke evînê ya tevlihev û hem jî jiyana hunerî ya hevpar dike navend.”

Şert û mercên civakî û siyasî yên ku bandor li jiyana wan kirine, di rêzefîlmê de dê bibe mjarên bingehîn a têgihiştina hilberînên hunerî yên wan. Kahlo û Rivera, tevî veqetîn û gelek têkiliyên derveyî zewacê, wekî cotek ku bi hev ve girêdayî ne têne naskirin. Di nav van têkiliyan de têkiliya Rivera bi xwişka piçûk a Kahlo re û îdiayên têkiliya Kahlo bi Leon Trotsky re jî cih digirin.

NAVENDA NÛÇEYAN

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.