
- Got,televîzyon wê demê nû derketine. Televizyona malekê xera dibe. Dema zilam ji malê derdikeve, dê biçe kar zarokên wî bang dikin, dibêjin: - Bavo, tu televizyonê nabî hostê? - Paşê, paşê…e.
Ji Pirtûka Meselok / Berhevkar
AHMET YALÇINKAYA
Dibêjin qismetê dizan fireh e. Di wê kêliyê de du diz di wir re derbas dibin, deng diçe wan û derhal vê rewşê dinirxînin. Piştî du sê saetan, diçin li deriyê malê didin:
- Apo got televizyona me xirabe ye. Em hoste ne, em ê bibin dikanê tamîr bikin.
Kêfa maliyan tê. Bi kêf televizyonê didin wan. Dibe êvar, bavê zarokan ji kar vedigere. Zarok dibêjin:
- Ka televizyona me çênebû?
- Çi televizyon?
Haya min jê tuneye!
Dayik dibêje:
- Te hoste neşandin malê? Hoste hat, bir dikanê.
-Çi hoste? Min ji kesî re negotiye.
Fêm dikin ku hatine xapandin. Bêçare ji xwe re televizyonek nû dikirin. Di ser bûyerê de meh derbas bûne. Dawiya hefteyê ye, betlana zilam e. Li mal tena bêceme ye. Zarok li şaneşînê rûniştine. Bala xwe didinê dizên televizyona wan dizîne û çendekî din bi wan re ne di ber mala wan re diçin. Zarok bangî bavê xwe dikin;
- Bavo, bavo! Va dizên me diçin.
Bav tê, dinêre û hema tena bêceme û di derî re derdikeve. Dide dû wan, bangî wan dike, diz direvin û ew dide dû wan. Li koşeyê dizîvirînin. Diz li wir jî dikevin nav şêwrê û vê firsetê jî bernadin. Hevalên xwe yên nû dişînin mala zilêm û ew jî di pêşiya zilêm de direvin (bi zanîn).
Ên diçin mala zilêm, bi bihnçikiyayî li derî didin:
- Xaltî me diz girtin û me ew birin qereqolê. Xalo got, “biçin malê şal û qutikê min bînin wisa li qeleqolê tena bêceme eyb e.”
Xaltîk şal û qutik dide wan. Tevî cuzdan û pereyan. Piştî demekê, zilam tena bêceme tê li derî dide. Derî vedikin:
-Tu çima wisa yî?
- Min ew zevt nekirin, wek tajiyan in, kûçikbavan.
- Çi yanî? Te ew nebirin qereqolê?
- Çi qereqol, ma min ew bigirtinan dê cihê wan yê xweş nexweşxane buya.
- Du kes hatin, gotin: “Xalo gotiye şal û qutikê min bînin. Me diz birine qereqolê.”
- Çi qereqol! Pere û cuzdan jî çûn.







