Momosteyên zanîngehê; yekîtiya xwe xurt bikin

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 19 Adar 2026 - 15:00

  • Mamostayên Zanîngehê yên Hewlêrê ragihandin ku ji bo bidestxistina destkeftiyên neteweyî Hevpeymaniya Partiyên Rojhilatê Kurdistanê pir giringe û gotin: “Divê yekîtiya neteweyî were avakirin. Ev qonax derfeteke ku divê Kurd ji dest nedin.”

Şerê Amerîka-Îsraîl û Îranê di roja 20’an de berdewam û her diçe li Rojhilata Navîn belav dibe. Tevî ku rejîma Îranê di nava krîza şer û aboriyê de tifetise, lê gef û zextên xwe yên li ser Kurdan qut nekiriye. Mamostayên Zanîngehê yên bajarê Hewlêrê, têkildarî mijarê ji Rojnews’ê re axivîn û diyarkirin ku ev qonax ji bo Kurdan derfetek giringe.

‘Divê yekitiya neteweyî were avakirin’

Mamostayên Zanîngehê Dr. Şêrko Kirmanc destpêkê axivî û got: “Divê gelê Kurd yekgirtî bin û yekitiya neteweyî ava bikin. Ji ber ku tenê Hevpeymanî têrê nake. Hîna jî berdevk yan jî axaftinerek yê wan nîne, yan jî fikir û projeyên wan nîne. Ji ber vê yekê divê Kurd bi taybet li Rojhilatê Kurdistanê, ji bo bidestxistina maf û azadiya Kurdistanê yekgirtî bin û vê derfetê ji dest nedin.”

‘Nabe Kurd bibin beşek ji şer’

Dr. Şêrko Kirmanc diyar kir ku nabe Kurd bibin beşek ji şer û wiha pê de çû: “Divê gelê Kurd giringiyê bide yekitiya neteweyî û biryarek guncaw bide. Ev dikare ji hêla partî û kesayetên siyasî û neteweyî ve were kirin. Divê hemû hêz û jêhatinên xwe di yekîtiyê de bikar bînin; medyayê û hemû kertan bixe xizmeta yekîtiya neteweyî da ku bikarin maf û azadiyê bi dest bixin.”

‘Divê ev derfet neyê windakirin’

Her wiha Mamostayê Zanîngehê Dr. Serwer Ebdulrehman jî li ser heman mijarê axivî û wiha anî ziman: “Bi giştî Kurdistan tevî her çar parçeyan, hem bi derfetekê û hem jî bi gefekê re rû bi rû ye. Ji ber vê yekê girînge ku partiyên sîyasî û hemû saziyên Kurdî bi hev re bixebitin û ji bo ev derfet neyê windakirin biryarek girîng bidin. Ji ber ku derfeteke wiha 100 salan carekê an jî 50 salan carekê tê, ji bo wê divê neyê ji dest dan.”

‘Divê ji bo Rojhilat jî rabin ser lingan’

Dr. Serwer Ebdulrehman bi giringî qala Hevpeymaniya Partiyên Rojhilatê Kurdistanê kir û wiha domand: “Hêzên Kurd çawa ku ji bo Rojava rabûn ser lingan û heta radeyekê ezmûna Rojava gihîşt armanca xwe, divê bi hevgirtin û yekitiya neteweyî ji bo Rojhilat jî rabin û ji derfetan sûd werbigirin.”

ROJNEWS/HEWLÊR

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.