Piştî 23 salan dîsa Agirê Jiyan

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 18 Adar 2026 - 17:00

  • Koma Agirê Jiyan ku dê piştî 23 salan li Newroza Amedê derkeve ser dikê wiha bang li gel kir: “Em dixwazin gelê me li dora agirê Newrozê bê ba hev û govenda xwe bi hev re bigerînin. Werin em bi ruhê Newroza Azadiyê stranên xwe bibêjin.”

Newroza 2026an li Kurdistanê bi dirûşma “Newroza Azadî û Yekîtiya Demokratîk” û li Tirkiyeyê bi dirûşma “Newroza Azadî û Demokrasiyê” tê pîrozkirin. Newroza îsal li gelek tax, gund, navçe û bajaran tê pîrozkirin. Di van Newrozan de gelek komên muzîkê û hunermend jî cih digirin. Yek ji van koman jî Koma Agirê Jiyan e ku dê di 21ê Adarê de li Newroza Amedê derkeve ser dikê. Koma Agirê Jiyan bi navê xwe herî dawî di 21ê Adara 2003yan de li Amedê derdikeve ser dika Newrozê. Koma Agirê Jiyan piştî 23 salan careke din derdikeve ser dika Newroza Amedê ya dîrokî.

Zarok, ciwan, kal û pîr her kesê guhdariya stranên Agirê Jiyan kiriye. Agirê Jiyan komeke wisa ye ku nifşên salên 90î li ber deng û awazên wan mezin bûn. Agirê Jiyan heta niha albumên bi navê “Adarê”, “Hêlîn”, “De Were” û “Aştî” derxistine û piştî demekî dirêj dîsa kom bûn û weke kom dê xebatên xwe bidomînin. Kom piştî ku dîsa berhev bû stranek ji bo Amedsporê û Newrozê çêkirine. Dê strana xwe ya “Newrozê” cara ewil li ser dika Newroza Amedê bibêjin.

Endamên Komê Alî Geçîmlî, Şener Yildiz û Meral Tekçî li Navenda Çand û Hunerê ya Dîcleyê pirsên Ajansa Welat bersivandin.

Koma Agirê Jiyan kengî bi çend kesan hate avakirin? We çima navê koma xwe kir Agirê Jiyan?

Alî Geçîmlî: Agirê Jiyan di sala 1992yan de li Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) ya Stenbolê hate avakirin. Di serî de em sê kes bûn. Ez, Şener û Nayîl. Dû re jî Bêrîvan tev li bû. Me çar kesan kom ava kir. Dema me ewil kom ava kir, navê wê Çebaxçûr bû. Em tev li NÇMê bûn. Li NÇMê gelek kom hebûn. Koma Serhad, Koma Amed hwd. Me got ev nav herêmî ne. Ji ber wê yekê me hinek lêkolîn kirin. Me got navê Çewligê yê kevin çi ye? Ji ber vê yekê em çûn me navê Çebaxçûrê lê kir, ew jî navekî Ermen e. Dû re em li navan geriyan, me got em navekî nû li xwe bikin. Wê demê min pirtûka Nikolay Ostrovski ya bi navê “Silav! Agirê Jiyan” dixwend. Wê demê Kurdiya me jî ne baş bû. Em ciwan bûn li bajarê Stenbolê ji dayik bûn. Em hinek asîmîle bûbûn. Me di nava xwe de me ji jiyan re digot ‘yaşam’. Em jiyanê ji NÇMê hîn bûn. Dû re me got navê “Agirê Jiyan” çawa ye ku em li koma xwe bikin. Hevalan nav rast kir û me jî ew nav li koma xwe kir. Me îlham ji pirtûka Nikolay Ostrovski girt.

Gel di salên 90’î de bi stranên we yên weke Adarê, Rehşan û Hêlîn hûn nas kirin. Weke Agirê Jiyan we çend albûm çêkirin?

Şener Yildiz: Wê demê em hatin bahev, ez û Elî û Nayîl li ser klamên xwe dixebîtin. Wê demê hevalên me yên din jî hebûn, me di NÇMê de hevdû nas dikir. Alîkariya me dikirin. Koma me hebû, Koma Azad li vir bû dihat û diçû. Hevalên din li Stenbolê hebûn. Mahmût Yamalak klama Adarê nivîsandibû, dabû me, em jî li ser klama Adarê xebitîn. Me jî gelek tişt tev li klamê kirin. Me bi hev re çêkir. Ahmet Koç hebû wê demê em bi hev re xebitîn. Adarê xebitîn, Rehşan jî me bi hev re çêkir. Zêdetirî klaman de keda me hebû. Ez bûm, Alî bû Nayîl û Bêrîvan bûn. Wê demê me albuma yekemîn çêkir.

Alî Geçîmlî: Piştî albuma “Adarê” Şener cuda bû. Me pişt re jî berhemên xwe domandin. Albumên “Hêlîn”, “Dê Were” û “Aştî” derxistin. Çar albumên Agirê Jiyan hene.

Şener Yildiz: Ji bo me jî wê demê fikra muzîka modern muhîm bû. Em li ser muzîka modern dixebitîn. “Gelerî”, “Şemamê”, “Di golê de” hebûn dîsa “Zer Mircan” hebû. Agirê Jiyan fikrê muzîka modern anî xist nav albuma xwe. Ev tişt ji bo me ji bo folklor û çanda me gelek muhîm bû.

Xebata we ya di salên 90’î de çawa bû? Hûn bi zextên çawa re rû bi rû diman?

Alî Geçîmlî: Di salên 90î de hunermendên Tirk tenê ‘lê lê û lo lo’ digotin, ji ber van gotinên wan her kes radibû li çepikan dixist. Me wê demê stranên Kurdî digotin û me gelek tişt jî dîtin. Mesele di konserekê de dema em li ser dikê bûn gelek caran polîs dihatin mîkrofon digirtin, konserên me qut dikirin, em binçav dikirin, gef li me dixwarin. Ew demeke zor bû. Di wê demê de hunermendên navdar ên weke Hozan Hogir hebûn, wê demê ji ber zextên heyî neçar ma ji welat derket û pişt re şehîd ket. Ji ber vê yekê gelek hunermendên NÇMê ji ber zilm û zora dewletê neçar man ji welat derkevin û çûn sirguniyê. Me jî di demeke wiha de stran digotin. Em hatin îşkencekirin jî doz jî li me vekirin. Hin ji wan dozan ên berdewam dikin hene. Beriya du salan jî ez hatim welat. Ji min re doz vekirin. Derketina min a derveyî welat qedexe kirin. Ez bi zorî çûm. Piştî ku doz ket ez dîsa hatim welat. Hêj jî pirsgirêk hene.

Şener Yildiz: Li aliyê din jî dema em niha behsa salên 90î dikin gotin ji me re rehet tê lê di salên 90î de evqas rehet nebû. Em jî zarok bûn xwestekên me pir bûn, me dixwest daxwazên xwe bianiya ziman me dixwest tembûr û gîtara xwe bigirta li her cihî klamên xwe bigota. Wê demê em jî hêdî hêdî hînî fikra siyasî dibûn û fikrên siyasî û klamên folklorîk me dianî bahev. Klamên xwe xurt bikirana. Ew wext zehmet bû. Ji bo zarokan niha rehet e lê tevgera Kurd ji wan re rêyek vekir.

Alî Geçîmlî: Wekî din me di salên 90î de tenê huner çênedikir, me peyam jî didan. Roleke me ya wiha jî hebû. Me ne tenê rola hunermendan roleke siyasî jî girtibû ser xwe.

Di salên 90’î de çanda koman zêdetir bû. Lê di van salên dawî de hunermend bêtir li ser navê xwe derdikevin. Hûn vê yekê çawa dinirxînin?

Alî Geçîmlî: Hinek vê yekê weke takekesî û egoîstî penase dikin. Ez vê yekê weke takekesiyê nabînim. Ew jî heye, bandora wê jî heye lê wisa difikirim ku di bingeha vê de sedemên polîtîk jî hene. Mînak nedixwestin NÇM bi tena serê xwe bimîne. Li hemberî sekna me ya siyasî bûn. Hunermendên derve li hemberî çand û hunera Kurdî li hemberî NÇMê gotin belav kirin. Gotin “Ew Kurd in lê Kurdî nizanin. An jî Kurd in lê di nava gel de nînin.” Xwestin NÇMê di çavên gel de biçûk bixin.

Şener Yildiz: Elî jî behs kir. Mîna ku Elî dibêje li aliyekî ew tişt hebûn li aliyê din jî em di nav komê de çend kes hebûn. 4-5 kes bi hev re bûn. Yek jê derkeve yên din bi tenê dimînin. Kesên din bi ku ve çûn. Ez di Koma Agirê Jiyan de bûm çend salan em bi hev re xebitîn. Paşê ez çûm Almanyayê. Ji vir ez çûm Almanya belku ne bi zorê bû lê li vir jî nedibû. Meseleya leşkerî hebû doz hebûn ji ber sedemên polîtîk jî me nekarî bi hev re xebatên xwe berdewam bikira. Koma me jî belav bû. Me nekarî li cihekî muzîka xwe biafiranda. Ev tişt jiyana Kurdan e tesîra xwe li ser komê jî kir. Weke ku heval Alî jî got komên din jî bi tenê man. Em li koma Koma Azad Koma Amed dinêrin ew jî belav bûn her yek bi cihekê ve çûn. Çûn dewletên din. Hevalek li wir hevalek li vir bimîne nabe. Her kes bi cihekê ve çû û tenê man.

Niha ew çanda koman weke Koma Amed, koma we dîsa bi paş ve vedigere. Hûn vê yekê çawa dinirxînin?

Alî Geçîmlî: Di salên 90î de guhdarvanên me zana bûn. Wate û armanca tiştên me digot dizanîn. Îro ez li ciwana dinêrim zimanê Kurdî kêm e, naaxivin. An jî wate û armanca wê nizanin. Polîtîkbûna stranan nemaye. Kesên wiha fikrên ciwanên me jehrî dikin. Ji ber vê yekê me got em ê dikê ji hunermendên populîst re nehêlin. Em ê dîsa weke Koma Amed, Koma Agirê Jiyan, Koma Çiya werin bahev bi sekna xwe, fikrên xwe, nêrînên xwe yên ji bo pêşerojê bi stranên nû dîsa nîşanî ciwanan bidin. Me çawa ji salên 90î çand û hunera xwe anî heta vê merheleyê em ê dîsa xwedî li dika xwe derkevin. Ji ber vê yekê em dîsa hatin bahev. Em hene û em ê dîsa vê rola xwe bilîzin.

Şener Yildiz: Elî heval ji xwe li vir bû. Li Tirkiyeyê û Kurdistanê bû. Ez 25-26 sal in li derve me. Zarokên min hene, karê min heye li wir. Hevalên min pişt re hatin. Hinek çûn Îngilistan, Almanya û hinek jî li vir man. Dema em tên bahev em dibêjin em kal bûne lê em kal nebûne. Em careke din hatin bahev. Me dîsa xwe fêm kir. Me çi kir. Dibêjin ya me ked da, di salên 90î de em xebitîn me bi xwe çêkir. Dîsa gotinên xwe ji zarokan re ji gelê xwe re digihînin. Belku ciwan û xortên me, me weke mînak bigirin muzîkên me bibêjin. Em dixwazin destê xwe bidin wan ji bo klam, ziman û welatê xwe alîkariya wan bikin. Klamên xwe bêjin û em klamên xwe hînî wan bikin û ji wan jî hîn bibin. Em bi hev re klaman bibêjin. Klamên me Rehşan, Adarê, Aştî ji bo me muhîm in. Ji bo gelê me jî muhîm in. Li ser dikê em dibînin klamên me bi hev re dibêjin.

Niha jî piştî demekî dirêj hûn li Bakur derdikevin Newroza Amedê ya dîrokî. Ev ji bo we hesteke çawa ye?

Alî Geçîmlî: Bi taybetî Amed Kurdistan ji bo hemû hunermendên Kurd xeyaleke. Ez bawer im ev yek di dilê wan de kelecaniyekê çêdike. Em bi hestiyar in, kelecan in. Ez tev li maça Amedsporê jî bûm. Me stranek ji bo Amedsporê nû çêkir dema li stadyûmê lêxist û em derketin pêşberî gel dest û lingên min lerizîn. Tevî ku 30 sal in derdikevim pêşberî gel. Ji ber wê jî niha difikirim di 21ê Adarê de ez ê li qada Newrozê li hemberî gel çawa biaxivim çawa stranan bibêjim nizanim. Ji ber demeke dirêj e ez nehatibûm Amedê herî dawî em bi Şahiya Stranan re hatibûn. Teoman jî hatibû lê dîrok nayê bîra min. Lê zêdetirî 20 salan e ez li ser navê Agirê Jiyan nehatime Newroza Amedê. Lê em li ser navê Şahiya Stranan hatin. Wê demê jî em bi kelecan bûn. Dizanî ku li hemberî me çi heye. Mirov li qada Newroza Amedê dinêre jiyana Kurdan dibînî. Bîranîn tên bîra te. Ji ber wê jî niha dema qala wê jî dikim hestiyar dibim. Ne pêkan e ku mirov hestiyar nebe. Ji ber gelek hevalên te yên te pê re xebat kir bûn cangorî. Tu dizanî ku ev heval jî li cem te ne. Tu li ser dikê bi tenê nînî. Wê derê tenê Agirê Jiyan nîne. Temsîliyeta hemû hevalan e. Tu bi vê hestê li ser dikê stranan dibêjî, axaftinan dikî ne pêkan e ku bi kelecan nebî. Ez ê bi vê kelecanê stranan bêjim.

Şener Yildiz: Kelecana me jî heye. Nêzî salekê em li heman cihî man. Me çar heb konser dan. Em bi hevalan re axivî bûn. Gotin ‘werin em ji we re konserekê amade bikin’ Me ji wan re got na em naxwazin. Heke Newroz pêşiya me de hebe em dixwazin em klamên xwe di Newrozê de bêjin. Ji bo vê kelecanê em hatin vê derê. Rast e duh em bi hev re bûn, sibê were em belav bikin. Me li ser Amedsporê klamek çêkir lê me li ser Newrozê jî klamek çêkir, em ê biweşînin. Sê çar roj ji me re lazim in. Klamên nû hene li cem me. Em ê bi van klaman Newrozê pîroz bikin. Em van klaman diyarî gelê xwe dikin.

Meral Tekçî: Ez jî pir bi kelecan im. Niha ji ber kelecan im. Nikarim bersiva pirsan jî bidim. Ez bawer im li qada Newrozê nikarim stranan jî bêjim. Ewqas bi kelecan im. Em dixwazin weke Agirê Jiyan li qada Newrozê bi gelê Kurd re stranên xwe bibêjin. Daxwaza me ev e.

We weke Agirê Jiyan ji bo Amedsporê stranek çêkir û we maça Amedsporê ya roja yekşemê jî temaşe kir. Ev ji bo we hesteke çawa bû?

Alî Geçîmlî: Me ji Serokê Amedsporê pirs kir, got 20 hezar kes hene li vir. 20 hezar kes ji bo qada Newrozê pir kêm in. Ez bawer im wê milyonek mirov li wir bin. Lê li hemberî 20 hezar kesan her derê me dilerizî. Ji ber wê jî em li qada Newrozê gelek bi kelecan dibin. Gel bi hatina me gelek keyfxweş bû. Ji me re gotin bi xêr hatin. Me ev germahî dît. Ji ber vê yekê em bi keyfxweşî ji wir derketin. Me bo Newrozê jî stranek çêkir. Em dixwazin di roja Newrozê de bi gel re parve bikin.

Niha li Rojava, Rojhilat, Bakur û Başûr hin geşedan diqewimin. Divê hunermend di pêvajoyên wiha de bi roleke çawa rabin?

Şener Yildiz: Em dengê gelê xwe ne. Deng û rengê welatê xwe ne. Em klamên xwe li ser jiyana gelê xwe û ji bo gelê xwe dibêjin. Em klamên folklorîk dibêjin govend digerînin lê Rojhilat tiştekî dijî. Em hunermend çawa ku di salên 90î de me klam û gotinên xwe li ser jiyana Kurdan digot niha jî klamên xwe ji bo Rojhilat, Rojava, Bakur û Başûr dibêjin. Klamên xwe ji bo zaravayên xwe tînin cihekê. Klamên xwe, gîtara xwe, dahola xwe li ser çanda xwe bilind dikin.

Alî Geçîmlî: Gotineke Qazî Mihemed heye. Dibêje “2 û 2 ne çar e, yek e.” Wekî din dirûşmeke gelê me jî heye dibêje “Yek e yek e yek e gelê Kurd yek e.” Bakur, Başûr, Rojava û Rojhilat yek in. Kurdistan in. Em ê ji bo her çar aliyan stranên xwe dîsa bibêjin. Em ê berhemên xwe ji bo wan cangoriyan çêbikin. Em li cem gelê xwe ne. Li ku berxwedan hebe em li cem gelê xwe ne. Em hunermendên gelê xwe ne.

FEXREDÎN KILIÇ- AW/AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.