
- Her çendî di sînemayê de derfet ji bo jinan sînordar bin jî jina Kurd bi saya biryardarî û hêza xwe, îro tevî zoriyên çandî û aborî bûne dengê cesaretê. Fîlmçêker Roje Hesen dibêje: “Jin ne tenê qurban in, di rêzên pêş ên têkoşînê de cih girtine.”
Di roja me ya îro de, jin di qada hunerê de ne tenê beşdarên ji rêzê ne, hêzeke bingehîn in û ziman û vegotina sînemayê nû dikin. Jinan bi nêrînên xwe yên cuda, wateyên nû bi têgînên mirovî gelek tevî astengiyên civakî û siyasî, hunera heftem berbi asoyek mirovî û rast ve biriye. Têgîna hunera heftem, têgînek ku ji bo sînemayê tê bikaranîn û koka wê xwe dispêre destpêka sedsala 20’an. Wê demê rexnegir û yên difikirin xwestin sînemayê weke awayekî hunerê yê serbixwe û bilind pênase bikin. Ji ber sînema hemû çiqlên din ên sînemayê tîne ba hev. Ji bo fêmkirina ku çima sînema wekî hunera heftem tê binavkirin divê hunerê klasîk ên pêşî werin zanîn wek: Peykertiraş, Şêwekarî, Mîmarî, Muzîk, Helbest û Wêje, Sema û Şano.
Ji ber ku sînemayê hunerê hemû di çarçoveyek de kom kiriye, jê re dibêjin hunera heftem. Mînak di fîlmek de hem muzîk tê bihistin, hem dîmenên estetîk tên dîtin, hem jî vegotina çîrokan, lîstikvanî û dîzayna cih tê ba hev û tabloyeke zindî ava dibe.
Berê di sînemayê de derfet ji bo jinan sînordar bûn
Di destpêka dîroka sînemayê de, derfetên ji bo jinan gelek sînordar bûn û piranî tenê di çarçoveya lîstikvaniyê de dihatin dîtin. Lê belê bi derketina fikrên nû re, şikandina qaliban, jin çûn pişt kamerayê, çîrokên rast bi nêrînên xwe anîn ziman. Ev guherîn, ne tenê guherîna zayenda derhêner bû, di heman demê de guherîna fikirê ku sînema tenê qadeke aydê mêr e jî bû. Sûda derhênerên jin, di astên cuda de derxist holê. Dema di aliyê teknîkê de lê were mêzekirin, di bikaranîna reng, ronahî û kadrajê de hê baldartir, dinyaya hundirîn a karekteran û bi awayekî bi hêz diteyîsîne.
Derhênerên jin tevî hemû zoriyan bûne dengekî bi hêz
Di aliyê naverokê de, jinên derhêner, berê xwe dane mijarên ku berê weke tabû dihatin dîtin û ji nedîtî ve dihatin dîtin. Mijarên weke mafên mirovan, wekheviya zayenda civakî, êşên veşartî yên di nava malbatan de û bandorên şer di sînemayê de bi cih kirine. Bi saya vê temaşevan di fîlman de hesteke rast a bi hêz hîs dikin. Jinan di heman demê de kêrhatiyên xwe yên di mijara rêveberina tîman, organîzekirina setên fîlman de jî îsbat kiriye. Derhênerên jin ên xelatên Oscar, Palmiyeya Zêrîn, Şêrê Zêr ê girîng ên navneteweyî girtin, nîşaneya vê ya herî girîng e. Îro li Rojhilata Navîn û bi taybetî li Kurdistanê jinên derhêner, tevî hemû zoriyên madî û çandî, bûne dengê bihêz ku rastiya civakê anîne perdeya sînemayê. Nîşan dide ku ew ne tenê amûra kêfxweşiyê ya sînemayê ne, di heman demê de amûra bi hêz a giherîna civakê ne.
‘Huner berprisyariyê dixwaze’
Fîlmçêker Roje Hesen ji ajansa me re axivî û got: “Huner li gorî xebatên din xwedî berpisyariyek cudatir e. Divê huner xwe bispêre agahiyên derbarê jinan û dîroka wan. Li her çar aliyên Kurdistanê dîroka têkoşîna jinan heye. Têkoşîna ku îro jin dimeşînin ne nû ye, ji dîrokê ve li dijî her cure dagirkerî û zextê têkoşiyan e. Her wiha têkoşîna ku heta avakirina saziyên civaka sivîl didome dane meşandin û şopên girîng hiştine. Erka hunermendan ew e ku van çîrokan careke din zindî bikin û bînin pêşiya temaşevanan. Ji ber dema temsîla rast derbikeve holê, bêguman bandorê li nifşên pêşerojê dike. Çand û fikrên derhêner di naveroka fîlman de rasterast diteyîsin. Nîşandana jinan weke qurban an jî wek kesek bi hêz bi van nêrînan ve girêdayî ye.”
‘Jin dikarin civakê biguherînin’
Roje Hesen da zanîn ku dema derhêner an jî senarîst bi awayek baş dîroka jinên Kurd û cihê wan ê di civakê de bizanibin wê vegotinên ku jinan tenê bi rolên malê ve sînordar dikin hilneberînin. Diyar kir ku ew berpirsyariya jinan a di nava malê de biçûk nake û pirgsirêka bingehîn ew e ku jin tenê bi rolên kevneşop ve hatine sînordarkirin û got: “Jin ne fîgureke ku di reklamên berhemên paqijkirinê û di metbexê de tên nîşandan in. Rola wan a girîng di guherîna civakî perwerdekirina nifşên nû de heye. Jin dikarin bi xebatên xwe fikrên neyînî û cudakariyê biguherînin. Ji ber ku di roja me de vegotina dîtbarî, li ser civakê xwedî bandoreke bi hêz e.”
‘Jin ne tenê qurbanin, pêşengên têkoşînê ne’
Roje Hesen di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Niha akademî ji bo perwerdekirina jinên derhêner hene û ev pêşketinek gelek baş e. Lê belê hê hejmara jinên derhêner negihîştiye hejmara ku em li bendê ne. Gelek girîng e jinên bi fikrên xwe û nêrîna xwe di civakê de cih bigrin. Divê di navbera herhemên hunerê û bendewariyên temaşevanan de têkiliyek bi hêz hebe. Dibe ku hem serkeftin û têkçûnên mirovan hebin lê belê ya girîng ew e ku serkeftina jinan zêdetir were dîtin. Ji ber ku di zîhnê temaşevanan de, jin ne tenê weke qurban, weke pêşengên xizmet û têkoşînê bi awayek bi hêz dimeşînin. Jin her dem dikarîbûne nûnertiya serdemên xwe bikin.”
HÊVÎ SELAH-JÎNHA/SILÊMANÎ







