
- Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê di çarçoveya xebatên “Rêgeha Bîrê” de bang li hunermendan kir. Armanca ji projeyê ew e ku bûyerên di bîra civakê de cih girtin neyên jibîrkirin û di qada cemaweriyê de bêhtir xuyanî bikin.
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo bîra civakî ya bajêr bide nîşandan, di bin banê Serokatiya Daîreya Çand, Huner û Karên Civakî de dest bi xebata “Rêgeha Bîrê” kir. Bi vê xebatê tê xwestin ku di serî de êrişa 5’ê Hezîrana 2015’an û hemû bûyerên girîng ên di demên cuda de li bajêr qewimîne neyên jibîrkirin û bîra civakî zindî bimîne. Şaredariyê, di çarçoveya projeyê de bang li hunermendan kir.
Di bangawaziyê de bal kişand ku bajar ne tenê ji avahiyên fîzîkî pêk tên; qewimîn, serpêhatî û şahidî jî beşeke sereke ya bajêr in. Di vê çarçoveyê de, tê armanckirin ku projeyên ku rûbirûbûna bi raboriyê re vediguherînin ezmûneke estetîk û mekanî, derbasî qadên giştî bibin.
Ji bo bîra bajêr winda nebe
Seroka Daîreya Çand, Huner û Karên Civakî Zeynep Yaş, der barê mijarê de axivî û diyar kir ku Rêgeha Bîrê dê têkiliya bajêr a bi raboriyê re xurt bike û wiha got: “Ev xebat bi mebesta ku tu bûyerên bîra bajêr winda nebin û pêvajoya dîrokî ya ji rabirdûyê heta îro zindî bimîne hat plankirin. Rêgeha Bîrê armanc dike ku hevrûbûnek bi rabirdûyê re re veguherîne ezmûneke estetîk û mekanî. Zêdetirî saleke li gel hunermend, şahidên bûyeran û malbatên kesên jiyana xwe ji dest dane re em civîn û atolyeyan (workshop) li dar dixin. Bi tevkariya hunermendan, em ê qadên hunerî yên ku dê rêgeha bîra bajêr ava bikin diyar bikin. Di heman demê de em ê pêvajoyeke piştgiriyê ji bo van berheman bimeşînin.”
Serlêdan ji bo projeyê
Beşdarbûna vê projeyê bêpere ye. Welatî dikarin li ser navnîşana “http://diyarbakir.bel.tr/anit-basvuru” serlêdanê bikin. Divê beşdar agahiyên xwe yên nasnameyê û pêwendiyê bi temamî dagirin. Di qonaxa yekem a serlêdanê de; nameya niyetê, nivîsa ku fikra projeyê rave dike, eskîz û portfolyo ji hunermendan tê xwestin. Fînalîstên ku di qonaxa yekem de werin hilbijartin, di qonaxa duyem de dê xêzên teknîkî, maket, hûrgiliyên materyalan û pêşbîniya budçeyê pêşkêş bikin.
Serlêdan dê heta 20’ê Hezîranê bidomin. Tê plankirin ku fînalîst di 30’ê Hezîranê de werin aşkerakirin.
MA/AMED







