Weke ronahiya çavê xwe arşîv parastiye

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 14 Nîsan 2026 - 15:30

  • Nivîskar û Pêşmergeyê Dêrîn Hazim Kutik bi çar berhemên wêjeyî û siyasî yên bi navê ’57 sal di nava xapandina şoreşê de zivirîn, Xaperoka bîranînan, Romana Kaka Reş û Welat zimanê kert bû’ derxistiye. Vê carê bi lêkolîneke kûr û bûyerên li ser erdê derdikeve ser dika çandî. Berhema bi navê ‘Lêkolînek li ser hunera Heyran’ nasnameya netewa Kurd ji tinebûnê diparêze.

Nivîskar Hazim Kutik qala nivîsandina pirtûka xwe kir û got: “Ev pirtûk di nava êşên jiyana min de derket. Min xwest heyranokên bav û lawikên Mem û Zînê biparêzim. Dema ku li girtîgeha Mûsilê cezayê heta heta li ser bavê min hate danîn, di bin konan de me bi dizî deng qeyd dikir. Niha temenê wan kasetan 50 sal e. Ji bo reseniya wan dengan ji tinebûnê biparêzim weke ronahiya çavê xwe min wan parastiye.”

Heyranok bêhtir di şînan de hatine gotin

Nivîskar û Pêşmergeyê Dêrîn Hazim Kutik bal kişand ser hunera heyranok û got: “Heyran yekane cûreya hunerê ye ku rê nedaye peyvek biyanî bikeve nava wê û weke rewşa xwe ya herî resen maye. Heyran hunera jinan e. Mixabin civaka mêrsalarî pêşiya jinê girtiye û rê nade heyranokan bistire. Di dema şînan de rê hatiye dayîn ku ew êş û janên xwe bistirin.”

Herî dawî nivîskar Hazim Kutik hêvî kir ku nifşên nû yên hemû beşên Kurdistanê sûdê ji vê berhemê bigire û destnîşan kir ku amade ye jinên ku bixwazin bibin heyranbêj perwerde bike. Hazim Kutik got: “Heyranok tenê dengbêjî nîne. Ew hest û êşên mirovên Kurdin ku divê xelkê me bi awayekî cidî bi wan dakeve.”

Pirtûka ‘Lêkolînek li ser hunera Heyran’ ji aliyê Enstîtuya Kurdî ya li Hewlêrê ve hatiye çapkirin. Piştî ku dengê resen hate paqijkirin dibe weke paketeke deng jî pêşkeşî xwîner û guhdaran were kirin.

ROJNEWS/HEWLÊR

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.