Helbestvana evîn, xweza û xwedaparêziyê

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 15 Nîsan 2026 - 16:00

  • Bi taybetî berî sedsala 19’an, em rastî hunermend, nivîskar û helbestvanên jin tên. Di sedsalên 10 û 11’an de, di nav mezheba Ahl-i Haqq de, jinên ku otorîter bûn, bi bandor bûn û gotinên wan dihatin guhdarîkirin hebûn. Ev jin bi huner û wêjeyê re mijûl dibûn.

Rihan Xanima Loristanî yek ji jinên navdar yên kevneşopiya Yarsan (Ahl-i Haqq) e ku li herêma Loristan jiyaye. Li gorî çavkaniyên kevneşopî, di sedsala 11’an de jidayîk bûye û wekî kesayetiyek ruhî, helbestvan û muzîsyenê tembûrê di nav civaka xwe de navdar bûye.
Rihan Xanim di jiyana xwe de bi rêya helbest û gotinên ruhî şîretên Yarsanan belav kir. Helbestên wê pir caran di formê stranan û gotinên dengbêjî de hatine vegotin û ji bo wê jî di nav gel de bi awayekî zindî maye.

Bi helbest û hunera xwe rola jinê xurt kir

Taybetmendiyên sereke yên Rihan Xanima Loristanî hene. Helbestên wê li ser evîn, ruhaniyet, xwedaparêzî û wateya jiyanê têne avakirin. Rihan Xanim ji tembûrê pir hez dikir. Tembûr di kevneşopiya Yarsan de wek amûra ruhanî tê hesibandin. Wê di civaka kevneşopî de rola jinê bi helbest û hunera xwe xurt kir û wekî dengê jinên Yarsan hate dîtin.
Di çand û bîranîna Yarsan de, Rihan Xanim wekî kesek tê zanîn ku helbestên xwe ji pir û baweriyên kevn re girêdayî nivîsî û ev helbest di şerîta ruhî de têne xwendin.

Tê gotin ku helbesta wê ya bi navê Xweşîn jî li ser pêşengê baweriya Yarsaniyan Şah Xweşîn hatiye nivîsandin. Wisa bawer dikin ku ew ji tîrêja Xweda ye.

Helbesta wê ya Xweşîn

Xweşîn rojhilat çi xweş e ev hest

Ji ber eşqa te ez bûme sermest

Gul û şemamok anîn dest bi dest

Li te bûm şahid ev jî Xwedê xwest

Ji jorê hatî ji jorê hatî

Lo siwaro lo ji jorê hatî

Xweşîn xetabe yan bixetahatî

Çi şûr kîşandî çi bi kalan hatî

Ey avamedan ey avamedan

Şah kon vedabû ber ava Medan

Ez bûme mêvan li koşka keyan

Min av zelal dît bawer kir ji can

JÎNHA

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.