
- Li bajarê Stenbolê yê ku wekî paytexta çand û hunerê ya Tirkiyeyê tê dîtin, Festîvala 45emîn a Fîlman a Stenbolê tê lidarxistin.
Festîvala fîlman a navneteweyî ya ku 9ê Nîsanê dest pê kir dê heta 19ê Nîsanê bidome. Festîvala Fîlman a Stenbolê di cîhana sînemayê de yek ji festîvalên herî biprestîj tê dîtin.
Di çarçoveya festîvalê de 127 fîlmên metrajdirêj û 13 kurtefîlm, bi giştî 140 fîlm dê di nava 10 rojan de ji bo sînemahezan bên nîşandan.
Fîlmên Kurdî li festîvalê ne
Di çarçoveya festîvala îsal de çend fîlmên Kurdî jî tên nîşandan. Fîlma nû ya derhênerê Kurd Erol Mintaş a bi navê "Strana Axê" ku li Fînlandiyayê hatiye kişandin dê bigihîje sînemahezan.
Di beşa kurtefîlman de sê kurtefîlmên bi Kurdî û Tirkî hene. Kurtefîlma Tuna Kaptan a bi navê "Îshaq", kurtefîlma Tugba Yaşarê ya bi navê "Rengê Kevir" û kurtefîlma Berna Sitera Degirmenê ya bi navê "Evîn û Yên Din" tên nîşandan.
Di beşa belgefîlman de jî du belgefîlmên bi Kurdî û Tirkî tên nîşandan. Ev jî belgefîlma nivîskar û siyasetmedar Orhan Mîroglu ya bi navê "Posta Kutusu 213 Diyarbakir" û belgefîlma Nalîn Acar û Adar Taş a bi navê "Li ku dera çîroka xwe me?" ne.
NAVENDA NÛÇEYAN







