Bi rap a Kurdî li hember bişaftinê

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 17 Adar 2026 - 16:30

Li Rojhilata Navînê muzîka rapê pirî caran wekî qadeke ku bi zimanê qirêj û wêranker serdest e tê dîtin ku bi gelemperî ji hêla çanda rojavayî ve bandor dibe. Lêbelê, Baran Atabey ku wekî Barody tê nasîn, vê vediguherîne amûrek ji bo parastina zimanê Kurdî û nasnameya Kurdî. Barody, rêwîtiya xwe ya muzîkê wekî tembûrvan li Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) li Wanê dest pê kir, lê niha bi rapa Kurdî berdewam dike. Barody, armanc dike ku ciwanên Kurd ji nav lepên asîmîlasyonê rizgar bike.

Her çend rap îro pirî caran wekî amûrek ji bo hêrs, serhildan û dijî çandê tê bikaranîn jî, Barody, berevajî vê zimanê qirêj û çanda xirab muzîka xwe wekî amûrek ji bo xurtkirina nirxên çandî yên civakê ji nû ve diafirîne. Di demeke wiha de ku bi asîmîlasyonê hewl didin ku ciwanên Kurd ji ziman, nasname û çanda wan dûr bixin, armanca Barody ew e ku vê pêvajoyê bi rêya muzîka rapê berevajî bike. Barody, bang li ciwanan kir ku ne tenê muzîkê bikin, di heman demê de nasnameyên xwe jî ji nû ve biafirînin.

Barody da zanîn ku parastina zimanê Kurdî ne tenê têkoşîneke çandî ye, di heman demê de helwesteke siyasî ye jî. Ew armanc dike ku qadeke azadiyê biafirîne ku ciwan karibin xwedî li zimanê xwe û nasnameya xwe derkevin, li dijî zordariya ku di bin zextên çandî yên cîhanî û herêmî de pê re rû bi rû dimînin bisekinin.

Li dijî bişaftinê rap a bi Kurdî

Barody ku albuma wî ya yekem albûmeke protestoyî bû, anî ziman ku wî ji bo têkoşîna li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê dest bi rapa bi Kurdî kiriye û got: "Ez ji Wanê me û min beşa mûzikê li Zanîngeha Wanê xwend. Ev 20 sal in ku ez repa kurdî dikim. Li tevî wê baterî, def û gitar lê dixim. 20 sal beriya niha min qet rep a bi kurdî nebihîst. Min rep a tirkî guhdar dikir. Min bi Ceza dest bi repê kir. Piştî ku min ew guhdar dikir min di destpêkê de bi tirkî dest bi repê kir û min albûm çêkir. Ew albû protez bû. Pişt re min Serhado nas kir û min stranên wî guhdar kir. Ev 5 sal in ku ez bi kurdî repê dikim û di van 5 salan de jî min 10 stran çêkirin. Di çanda kurdan de hîpap pir kêm bû. Ciwanên me jî berê xwe dabûn hîpapa tirkî. Ji ber wê di vê hêlê de pirsgirêk hebû. Rep bêjên kurd hem pir kêm bûn û ev jî dibû sedem ku ciwanên kurd berê xwe bidin repa tirkî û bi vî awayî xwe asimile dikirin. Min ev rewş dît, ji ber wê min xwest ku repa kurdî bikim. Ew armanca min bû ku xwedî li kurdî derbikevim. Min xwest ku vê xwedî derketinê jî bi repa kurdî bikim."

Muzîka rapê nêzî çanda xwe dike

Barody, bi lêv kir ku rap çandeke Amerîkî ye û divê hunermend wê li gorî çandên xwe biguherînin û got ku ew melodiyên muzîka Kurdî di berhemên xwe yên rapê de vedihewîne û wiha domand: "Dema ku min destpêkirî malbata min gelek piştgirî da min. Lê kesekî nedizanî ku ev mûzikeke çawa ye.  Ev çanda Emirîkî bû. Diviya bû ku me ev empoze çanda xwe kiriba. Min hem strana Repê digot û hem jî di nava mûzikê de melodiyên me hebûn. Min ev jî xiste nav repê. Min ev jî nêzikî çanda xwe kir. Dema ku ez çûm Navenda Çanda Mezopotamyayê min li wir bi amûran dest bi mûzikê kir.Min dixwest hem aliyê polîtîk û hem jî yê çandî rep bikim."

‘Çanda Kurdî bedew e, berê xwe bidinê‘

Barody daxwaz kir ku ciwanên Kurd vegerin ser çanda xwe û ev tişt got: "Ez dixwazim ku ciwanên kurd berê xwe bidin çanda xwe. Ez jî dizanim ku hipap ne çanda kurdan e û çandeke cîhanî ye. Ji ber wê ez dixwazim ku vê empoze çanda xwe bikim da ku ciwanên kurd asimile nebin. Rep bêjên tirk û yên cîhanî di rep a xwe de ne behsên tiştên baş dikin, pir heqeret hene û peyvên zayendî hene. Lê ez dixwazim ku ciwanên kurd rep a kurdî bizanin û guhdar bikin. Di çanda popûler de heqeret hene. Di nav de hişbir heye, sûc heye, çek hene, heqeret li jinan heye. Ez vê tiştê rast nabînim û tişteke wiha di repê de nabînim. Ez dibêjim divê ciwanên kurd berê xwe nedin çandeke din. Çanda me ji xwe pir bedew e. Bila ciwanên kurd berê xwe bidin çanda xwe û li xwedî zimanê xwe derbikevin."

Heta niha 10 stran çêkirine

Barody diyar kir ku muzîka wê bi piranî rexneyên civakî hene û rave kir ku stranên wî li ser mijarên weke pêşkeftina ciwanên Kurd, rexnekirina pergalê, xweza, azadî û jinan disekinin û da zanîn ku wî heta niha 10 stran çêkirine û got: "Di rep a ku ez dikim de pîranî rexnekirin heye. Bişaftina ciwanên kurd heye. Rexnekirina pergalê heye. Ez behsa xwezayê, behsa azadiyê û jinan dikim. Heta niha min 10 stran çêkirine. Strana min a destpêkê min li ser dayika xwe çêkiribû û ev jî ji bo min pir kelecan bû. Min strana Şiyar be çêkir. Ev stran straneke cuda ye. Li herêma me bikaranîna hişbirê pir zêde ye. Ev pirsgirêkeke mezin a civakê ye. Ji bo şiyarbûna ciwanan straneke girîng bû. Di erdnîgariya me de ciwanên kurd welatparêz in. Ji bo ku ciwan vegerin li ser vê xwebûna xwe min hewce pê dît ku vê stranê çêbikim.  Ev stran ne tenê ji bo ciwanên kurdan e, ji bo tevahiya ciwanan e." 

ZEYNEP DURGUT - MA/WAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.