‘Kırık Terazî’ li Amedê hate nîşandan

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 16 Adar 2026 - 16:00

  • Derhêner Gokhan Çetîn ê ku li ser Rojîn Kabaîş dema li Zanîngeha Yuzuncu Yila Wanê dixwend bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dabû belgefilmek bi navê “Kırık Terazî” amade kiriye.

Belgefîlm li eywana sînemaya Çand Amedê ya navçeya Bajarê Nû ya Amedê hate nîşandan. Malbata Rojîn Kabaîş, Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, Hevşaredara Wanê Neslîhan Şedal, derhênerê belgefîlmê Gokhan Çetîn, nunerên saziyên sivîl û gelek kes tevlî bernameyê bûn. Di destpêka bernameyê de helbesta li ser navê Rojînê hatibi nivîsandin hat xwendin, piştre belgefîlm hate nîşandan. Piştî belgefîlmê gotubêj hat lidarxistin. Di gotubêjê de bavê Rojînê Nizamettîn Kabaîş, parêzer, rojnameger Rûşen Takva, derhênerê belgefîlmê Gokhan Çetîn, Neslîhan Şedal, Dêrûnnas Hulya Konak, parêzer Fatma Ulgen axivîn.

‘Ev ne tiştekî wisa ye ku bê veşartin’

Nizamettîn Kabaîş da zanîn ku bi piştgiriya medyaya dîjîtal û rojnamegeran û televîzyonan, dixwazin dengê xwe bigihînin raya giştî û ev tişt gotin: “Ez bi van xwendekarên ku piştgirî dan me, serbilind im. Înşallah dê dosyeeya wê rojekê zelal bibe. Lê belê, ev delîlên ku min derxistine holê, ez di ramanên xwe de bi israr im, ez her gav heman tiştî dibêjim û min çi gotibe, ez ê dîsa jî heman gotinan dubare bikim. Ji meqam û kursiyên wan re hurmet û rêza min heye, lê belê ji şexsên wan re kî dibe bila bibe ez bêrêzî nakim, lê eger ku derbarê keça min de nûçeyeke bi heqaret bidin û bibêjin ku wê xwe kuştiye, min got ez ê hesabê vê yekê ji we bipirsim û ez ê dîsa jî bipirsim. Ev ne tiştekî wisa ye ku bê veşartin. Ew walî be, dozger be, dadger be an kî dibe bila bibe, ev keçikên ciwan çûne wir da ku bixwînin, lê wan ew qetil kirin. Bi ser de jî, wekî ku tiştek nebûye, kuştinê wekî xwekujiyê nîşan didin û dibêjin ‘rehma Xwedê lê be’. Em vê yekê qebûl nakin. Her wiha, ew rektorê ku heta niha qet derneketiye holê, helwest û tevgerên wî li holê ne.”

Li Wanê pratîkên xofdar ên dewletê

Rojnameger Ruşen Takva anî ziman ku ew di cewherê xwe de berdêlên rojnamegeriya Kurdî didin û ev tişt gotin: “Ne tenê di doza Rojînê de, wekî mînak dema ku qeyûm li Wanê hate tayînkirin jî em rastî astengiyan hatin. Di doza Rojînê de jî em tên astengkirin, ev yek êdî ji bo rojnamegerên Kurd veguheriye yek ji sansurên giştî. Lê belê, ez dixwazim hinekî qala vê yekê bikim bê ka di rastiyê de em bi kê re rû bi rû ne. Bi taybetî burokrasiya Wanê di vê mijarê de pratîkên pir xofdar nîşan dide. Wekî ku apê Nîzamettîn jî anî ziman, dema ku hêj tiştek li holê tune bû, ango hêj otopsî dest pê nekiribû, afirandina têgihiştina “keçikê xwe kuştiye” ji aliyê Waliyê Wanê ve û arastekirina dozê, û yekser piştî wê jî wekî ku Xanima Fatma got, derewkirina dozger di destpêka dozê de. Ango, dema ku hêj tespîta DNAyê nehatibû kirin û raporeke wiha di destê wî de tunebû, derbarê herêma DNAyên hatine dîtin de ji raya giştî re derewan dike, ev yek bi awayekî pir zelal nîşan dide ku em bi çi re rû bi rû ne.”

Lêgerîna edaletê ya di salonan de hatiye hepskirin

Dêrûnnas Hulya Konak anî ziman ku wekî jinekê, mirovekê, dêrûnnasekê û wekî zaroka bavekî me û da zanîn ku ew niha hemû ji bo berpirsiyariyeke wijdanî li vir civiyane û ev tişt gotin: “Çîroka Rojînê bi rastî gelek agahiyên hûrgilî û girîng dide me. Ji ber ku çîroka Rojînê, di cewhera xwe de çîroka lêgerîna edaletê ye. Li vir vê yekê nîşan dide, bi rastî edalet ne tenê tiştek e ku di salonên dadgehan de tê lêgerîn, edalet bi dayîna qedr û qîmetê ji jiyana mirovekî û civakekê re dest pê dike. Wekî dêrûnasekê dikarim vê bibêjim, trawma ne tenê bandorên takekesî, lê di heman demê de bandorên civakî jî dihêlin. Heya ku çîrokên neçareserkirî û pirsên bêbersiv vekirî bimînin, wekî civak û mirov em ê di nava vê civakê de rê li ber bêbawerî û şikestinan vekin. Çîroka Rojînê, wekî ku min berê jî anî ziman, ne tenê windahiyek e, bi rastî ew çîroka lêgerîna edaletê ye.”

‘Em bûn malbatek’

Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak da zanîn ku meseleya Rojînê ev gel anî cem hev, ev bûyer têkoşînê kir yek û ev tişt anî ziman: “Xwezî ev bûyer çênebûya, xwezî îro me li ser tiştên din nîqaş bikira. Di vî warî de em pir zehmetiyê dikişînin. Her çiqas ev mijar hîn jî di rojevê de be, bi kêmanî ji bo yên ku têkoşînê didin rojevê de be jî, mixabin di vê serdema em tê de dijîn de her tişt bi jibîrkirinê re rû bi rû ye. Di vî warî de ev belgefîlm pir bi qîmet e. Bû têkoşîna hemû jinên di malbatê de. Li qadan, di meşan de me li têkoşîna kekê Nîzamettîn temaşe kir. Ev pir bi qîmet bû, lê belê dema me berê xwe dida Wanê cihê ku bûyer lê qewimî, li Amedê me hemû jinên malbatê li cem xwe, li vir dîtin, em bi wan re hatin cem hev, em bûn malbatek.”

‘Em nikarin çavê xwe ji vê bûyerê re bigirin’

Derhênerê belgefîlmê Gokhan Çetîn jî dest nîşan kir ku Gelo edalet tenê di salonên dadgehan de tê lêgerîn yan edaleta hestan jî heye û wiha axivî: “Sê meymûnan dora me pêçaye, min nedît, min nebihîst, ez nizanim. Me dixwest li ser van xakên qedîm ên bi bêhna bihuştê belgefîlmên çandî bikişînin. Lê em çawa dikarin çavên xwe ji van bûyerên ku di wijdanan de cih nagirin re bigirin.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.