
- Li Mersînê amadekariyên Newrozê didomin û elqeya ciwanan a ji bo cil û bergên Kurdî zêde bû. Dirûnkar Sureya Ceylan diyar kir ku sîparîşên şal û şepikan mehek berê dest pê kiriye û got: “Ev ne tenê cil û berg in, ev bîra dîrokî ya gel e.”
Li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê Newroz îsal bi dirûşmeya "Newroza Azadî û Yekitiya Demokratîk" tê pîrozkirn. Li metropolan bi taybet jin û ciwan eleqeyek mezin nîşanê cil û bergên Kurdî û rengên kesk, sor û zer didin. Kurdên ji Kurdistanê koçî Mersînê kirine, amadekariyên Newroza wê di 22’yê Adarê de bê pîrozkirin ji mehek beriya niha dane destpêkirin.
Surreya Ceylan diyar kir ku eleqeya ji bo cil û bergên Kurdî gelek zêde ye û bi taybet ciwan elqeyek mezin nîşanê şal û şepik didin.
Sureyya Ceylan destnîşan kir ku ji zarokatiya xwe de eleqe nîşanê cil û bergên Kurdî dida û got: “Wek jinek Kurd ez pir kefxweş im ku di cejnan de, awet û Newrozan de cil û bergan bibînim. Ev min kêfxweş dike. Ez dixwazim çanda Kurdî bidim jiyîn. Ji ber vê jî ez bi jiyîna çanda xwe serbilind im.”
Sureyya Ceylan bi lêv kir ku ew xwe wek firoşkara cil û bergan nabîne û wiha domand: “Ez reng û çanda gelê Kurd li kumaş dinexşînim. Her cil û bergek çîrokekê dihewîne. Ji bo min wateya wê cuda ye. Ev berdewamiya çand û bîra dîrokî ye. Em ji axa xwe qut bûn lê ji tiştên aydê xwe qut nebûn. Koçberbûnê em ji çanda me nekirin.”
Sureyya Ceylan diyar kir ku sîparîşên ji bo Newrozê mehek berê dest pê kirine û ev tişt anî ziman: “Îsal jî tercîha ciwanan şal û şepik in. Rewşa normal jinên ciwan fîstan tercih dikir. Lê îsal ciwan û jin şal û şepik tercîh dikin. Ev cil û berg reng û nasnameya me ne. Di van kumaşan de dîrok, xweza û rihê gel heye. Daxwaza min ev e ku ev cil û berg wek mîrateya çandî bên jiyîn.”
JINNEWS/MÊRSÎN







