
- Jina ciwan Sena Îbrahîm yek ji wan jinane ku bi destê xwe bûye xwedî kar û ji paşmayên cilûbergên Kurdî berhemên mîna gul, kulîlk û amûrên dîzayn û xemilandinê çêdike.
Sena Îbrahîm temen 25 salî xelka Silêmaniyê ye û li Zanîngeha Silêmaniyê Beşa Zanista Siyasetê qedandiye bi qasî 5 sale li mala xwe odeyek ji bo xwe veqetandiye, li gel dirûtina cilûbergên Kurdî ji bermayên paşmayiyan û taybet cilûberan gul, qurdele û berhemên xemilandinê çêdike.
Sena Îbrahîm têkildarî karê xwe û berhemên diafirîne axivî.
Sena Îbrahîm parçe qumaşên ji ber cilûbergên Kurdî mayîn û dîsa amûrên paşmayan bi rengekî xuliqîner berhemen nû weke gul diafirîne. Sena Her wiha ji bo çêkirina heyv û kulîlkan parçe paşmaweyên cilûbergan û dîsa ji bo qurmê wan jî boriyan biar tîne û di nava du sê heta heft rojan de berhemek nû çêdike.
‘Gelek caran bi ser neketim’
Sena Îbrahîm anî ziman ku karê wê piranî ji berehmên paşmaweyan vegerandina tişteke nû ye û got: “Bi taybet dîzaynkirina mal û cihên taybet van berheman çêdikim. Piranî jî jî li ser daxwazan çêdikim. Karê min girane û gelek caran serneketime jî. Lê min dev jê berneda û bi vîneke xurt berdewam kir. Niha di qonaxa dawî de me û logoyên taybet ji bo kompanya û nivîsîngehan çêdikim. Di van karan de qûmaşên Kurdî û ronahî (led) bikar tînim.”
Li pey armanca xwe çû
Sena Îbrahîm yek ji wan jinan bû ku li Silêmaniyê ji bo Lûtkeya Navneteweyî ya Iraqê ya Karzazan hatibû vexwendin. Ev yek jî nîşana wê yekê ye ku kêrhatî û xwedî hêze. Li gel vê yekê jî Sena tevlî Pêşengaha Navneteweyî ya Silêmanî jî bûye. Sena destnîşan dike ku armanca wê ewe ku karê xwe mezin bike û çend jinên din bike xwedî kar.
Herî dawî Sena Îbrahîm daxwaz li jinên ciwan kir ku pişt bidin hêz û ramanên xwe û got: “Hemû kes xwedî raman û fikrekê ye. Dikarin ji bo wê kar bikin û bi taybet jî jin. Piştgiriya malbatê ji bo jinan pir girînge ji bo di karê xwe de serketî bin. Pir girînge ku jin xwedî aboriyekee serbixwe bin. Ev yek dibe sedemê ku jin bi pêş ve biçe. Jin beşek girîng ya civakê ne. Cihê wan li nava civakê û kar diyare.”
ROJNEWS/SILÊMANÎ







