Rêwî

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 18 Adar 2026 - 20:00

  • Ji qiçe qiç kelagerma havînê lêvên wê teqîyabûn, rê nediqediya. Ji dûr ve dengê balafiran dihat. Na na ev dengê firokeyan bû ! Diyar bû ji nêz dihatin, ji yekê zêdetir bûn. Dilezand lê qidûm di laşê wê de nemabû, birîna wê gelek kûr bû. Baran wekî devê meşkê dibariya, çavên wan li sitargehekê digeriyan lê di nav daristanê de ji bilî daran tu sitargeh tune bû.

BELQÎSA BÎTKÎN / Ji pirtûka "Çîrokên Jinên Wêjekar"

Cilê li ser wan tevde şil bûbûn wekî ku xwe li nav avê xistibin derziyek di laşê wan de zuha nemabû. Ewrên reş belav bûbûn roj wekî ku ji wan re bikene li ezmanan diçirisî. Sekvan serê xwe ber bi jor vekir li ser rûyê wê kenekî fediyok di ber xwe de got:

– Tu jî yariyên xwe bi me dikî.

Rûkenê bi awayekî tinaz got:

– Erê tu dîsa bi kê re diaxivî ? Em li ezmanan kesî nabînin tu her li kê dinêrî?

Demekê bê deng ma, di pey re zîvirî ser Rûkenê û got:

– Tu dizanî dema em biçûk bûn dapîra min ji me re qala xwedê dikir. Digot hûn nerihetiya bikin wê xwedê ji we bixeyide. Çi bobelatên mezin dê werin serê we. Paşê berê xwe ber bi jor vedikir, pê re diaxivî. Ji wê demê vir ve ez jî carna bi xwedê re diaxivîm, gazincê xwe lê dikim.

Kenekî bi Rûkenê girt û got:

– Ma tu bi xwedê re diaxivî ? Ez dibêjim tu dîn bûyî.

Sekvanê got:

– Dibe.

Sekvanê demek dirêj bê deng meşiya. Li gotina Rûkenê dihizirî ‘gelo dibû ku dîn bûbe?’ Bêdengiya wê bala hevalên din jî kişand. Rêya wan dirêj bû, diçûn nediçûn rê nediqediya. Ji dûr ve gundekî xuya kir.

Sekvan got:

– Piştî vî gundî em digihêjin gundê me.

Şeş hevalan soz dabûn hevdû. Her carê dê biçûna gundê yekî. Cara yekem dê biçûna gundê dapîra Sekvan. Rêwîtiya wan ber bi qedandinê ve diçû. Li bin tava tûj cilên wan hinek zuha bûbûn. Dawiya biharê bû geh baran dibariya geh tav derdiket. Qasek din gihîştin gund. Dema di nav gund de derbas dibûn pirbûna zarokan bala wan dikişand. Rûken, Dilda, Jêhat, Mezlûm, Sekvan û Jînda yeku yeku li zarokan dipirsîn bi wan şa dibûn. Di ber kaniyê de derbas bûn, çavên Sekvan bi jinapa wê ket, deng lê kir û hevdu hembêz kirin. Hevalê xwe da nasîn. Ber bi mala apê Sekvanê ve çûn. Bi şevê gund pir sar bû, dema derdiketin derve diviyabû kincên sitûr li xwe bikin. Şevê dirêj bi şevbihêrka derbas dibûn. Şeva dawî bû êdî ew ê biçûna bajêr, kar û bar li benda wan bûn. Apê Sekvanê wan hişyar kir û got:

– Ka razên serê sibehê em bi wext bikevin rê vê carê ez ê we bibim.

Civat xweş bû, destê wan ji hev nedibû. Derengiya şevê derî bi dengekî bilind lê ket. Hêj negihîştibûn ber derî, derî şikandin û ketin hundir. Kesên bi rûpoş, bi çekan gule li wan barandin. Çend roj in li vir bû, nizanibû şev bû yan roj. Derî vebû dîsa hatin gurên devbixwîn, pê girtin ew bi erdê re kişandin. Hînî êşa laşê xwe bûbû, deng jê dernediket. Vê yekê jî wan hartir dikir, ceyran zêdetir dikirin lê laşê wê wekî ku pûç bûbe tu bertek nedida. Di serî de dema ku ceyran didanê laşê wê wekî tora nava avê dilerizî lê niha wekî potekî bê tevger di nav destên wan de bû. Dema hat ser hişê xwe li odeyekê bû. Li ser serê wê çend bijîşk diçûn û dihatin, jê navê wê dipirsîn lê tu bersiv nedihat kî bû ji ku bû çawa ketibû vê rewşê, kesî nizanibû. Hew bûbû post û hestî. Porê wê kurkirî, laşê wê tev de wekî goştê pelaxtî bûbû. Çend roj bihurîbûn nizanibû, hêdî hêdî hew bi êşa xwe dihesiya.

Nava wê pir diêşiya, bijîşk bi ser de xwar bû û got:

– Tu îroj çawa yî, cîhekî te diêşe?

Ji pirsên wî re bersiv tune bûn lê dîsa jî dipirsî ?

– Navê te çi ye? Tu ji ku yî ? Baş e îro jî bersiv tune ye. Lê tu dizanî min navê te kir Rêwî, tu yê bibêjî çima ? Min te li ser rê dît. Rêwî tu dizanî îroj mehek e tu li vir î, ev der Amed e. Heke ku tu ji min bipirsî tu êdî baş î bi min tu dikarî xwarinê bixwî, tu dibêjî çi ? Ez ji te re şorbeyekê bînim?

Bi awirên vala li bijîşk dinihêrt, nizanibû ka bibêje çi, wê bigota kesên ku ez nas nakim min dîl girtin, çi cure xirabî zilm îşkence û qirêjî hebûn bi min kirin. Piştî demek dirêj ji nexweşxaneyê derket, ew şev çi bû kî mir kî ma sedem çi bû diviyabû tevî hîn bibe. Lê çawa? Dixwest biaxive lê nikaribû ziman lê nedigeriya. Bayê havînê li rûyê wê dixist lê pê aciz nedibû. Piştî sermaya ku bi mehan di laşê wê de ev ba wekî derman dihat. Pîştî salekê dîsa di heman rêyê de dimeşiya vê carê bi tena serê xwe bêyî hevalên xwe. Li ku bûn? Her yek bûbûn gulek ketibûn ser axê, bûbûn nefel. Piştî çend saetan gihîştibû gund lê çi bibîne gundekî vala, şewitandî, wêran. Çû li ber mala apê xwe. Dengê çekan, qêrîna zarokan, her tişt li ber çavên wê zindî bû. Heta jê hebû kir qêrîn, wekî ku hisê xwe winda kiribe. Li xwe xist, xwe li erdê gevizand. Ji nişka ve yekî pê girt û ew zeft kir lê ew wekî çûkek serî jêkirî diperpitî. Dema ku êşên zêdeyî hêza mirov tên serê mirov bi du awayî li mirov bandor dike. Ya mirov dîn dibe yan jî ji berê bi hêztir dibe. Ji dûr ve reşahiyekê xuya dikir, çiqas diçû nêz dihat. Destên xwe da ser çeka xwe, amade bû. Çiqas nezîk dibû, ewqas biçûk dibû. Bîstikê sekinî, destên xwe rakir, ala sipî bilind kir. Dîsa dest bi meşê kir. Êdî li ber sekinî bû. Rûnişt li bazên ku bi azadî difiriyan temaşe dikir. Serê xwe bilind kir, bi dengekî nerm û nizm got:

– Min tu carî nerihetiyek nekir û ez tucar ji rêya çê derneketim lê dîsa jî te bobelatên xwe bi ser min de anî. Çima? Ez ê li benda bersiva te bim.

Roj hilatibû, berbanga sibehê bû, teyrên baz ref bi ref difiriyan. Li wan temaşe dikir. Aramî û bêdengiyek hebû. Vê yekê xofek kir dilê wê. Ji bêdengiyê hez nedikir. Diviyabû biçe. Wê jî dixwest bifire, çû li ser tepalika çiya sekinî. Milên xwe vekir wekî ku çûkek be milên xwe girt. Dikaribû bi saetan wiha bike. Hay ji bavê felekê tune bû, gurên devbixwîn li pey bûn lê tiştek ji bîr kiribûn, ew a berê nînbû. Xwe li cîhê xwe teland, zanibû guran wê dîtibû. Ji bilî gurên devbixwîn nêçîrvanên çavsor jî hebûn, hatibûn ku dehfikan deynin. Lê nizanibûn carna mirov dikevin dafikên xwe. Ji ciyê ku xwe lê telandibû derket. Heta deng jê derket lîrand, dengê wê li ser çiya olan da, teyrên baz tev firiyan lê nêçîrvan berê tifinga xwe da ser Rêwiya bê cîh, bê war. Roj hatibû nîvro, di kela kela havînê de bê navber dimeşiya. Birîna wê kûr bû lê ne xem bû, ew Rêwî bû wê her bimeşiya.

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.