
- Serlêdanên Pêşbirka Helbestan a Arjen Arî heta 1’ê Nîsanê berdewam dikin. Encamên pêşbirkê dê di 15’ê Gulana 2026’an de bêne ragihandin.
Pêşbirka Helbestan a Arjen Arî ku îsal cara 13’emîn tê lidarxistin, berdewam dike. Serlêdanên pêşbirka ji aliyê malbata Arjen Arî û Weşanên Sor ve bi rengekî kevneşop tê lidarxistin dê heta 1’ê Nîsanê berdewam bike. Armanca pêşbirkê ew ku qadek ragihandina helbestan bide helbestvanên nû, ziman û wêjeya Kurd bi nirxên gerdûnî re bigihîne hev.
Di pêşbirkê de berhemên helbestvanên ku heta niha helbestên wan di cihekê de nehatine weşandin jî qebûl dike. Berhemên bi zaravayê Kurmancî yê Kurdî û bi tîpên Latînî hatine nivîsandin tên qebûlkirin. Beşdar divê berhema xwe ya ku beriya niha xelat wernegirtiye herî dereng heta 1’ê Nîsanê pêşkêş bikin.
Berhemên ku di pêşbirkê de bikevin dereceyê wê ji aliyê Weşanên Sor ve bi rengê pirtûkê bêne weşandin. Her wiha wê ji bo kesayetek ku tevkariyê li daxwaza wekhevî û têkoşînê ya zimanê Kurd dike jî ‘Xelata Rûmetê’ bê pêşkêşkirin.
Jûriya pêşbirkê ji Necla Arî, Berken Bereh, Gulîzer, Nûroj Mûnzûr û Emerîkê Sidîqayê pêk tê. Serlêdan jî wê li ser navnîşana wesanensor1@gmail.com bê qebûlkirin. Encamên pêşbirkê dê di 15’ê Gulana 2026’an, di Cejna Zimanê Kurd de bên ragihandin. NAVENDA NÛÇEYAN







