
- Endamên koma Agirê Jiyan ên ku xwe bi ruhê salên 92’yan ji bo Newroza Amedê bistrên amade dikin, destnîşan kirin ku divê zimanê aştî û diyalogê derkevin pêş û gotin: “Dengê aştiyê bilind dibe.”
Newroza Amedê ya îsal dê bi dirûşma "Newroza Azadî û Yekitiya Demokratîk" di 21’ê Adarê de bê pîrozkirin. Newroza Amedê di her serdemê de bi girse û coşa xwe mazûvaniya Newrozên giring kiriye. Di Newroza îsal de koma Agirê Jiyan dê derkeve ser dikê. Komê herî dawî di 21’ê Adara 2003’yan de beşdarî Newrozê bûbû û piştî 23 salan dê dîsa li Newroza Amedê be.
Agirê Jiyan di heman demê de ji bo konsera Amedê xwe amade dike ku surprîzekê ji guhdarên xwe re bike. Kom dê strana xwe ya nû "Newroz" ku amadekariyên wê yên dawî qediyane, cara yekem li ser dika Newroza Amedê bistrê.
Agirê Jiyan der barê rêwîtiya wan a muzîkê ya ji roja avabûnê heta îro de axivîn.
Alî Geçîmlî: Di salên 90’î de Kurdî dihat înkarkirin û tune dihat hesibandin. Em wek ciwan, me bi zehmetiya huner û muzîkê ya di wan mercan de dizanibû. A rast em zarok bûn. Cudahiya me ya ji zarokatiyê ve, hem ji malbatên me hem jî ji derdora me heta dibistanê dihat hîskirin. Di wê demê de gelek koçberî çêbibûn. Mîna her Kurdekî, em jî li taxa Çewlîgiyan dijiyan. Em bi mirovên ku ji Çewlîgê koç kiribûn re bûn. Di nava van de bê guman dengbêjên me jî hebûn. Mirovên ku çanda wê herêmê bi xwe re anîbûn hebûn. Şahiyên me yên dawetê bi govendên mezin çêdibûn. Di nava taxê de ji bo girseyên govendê ku ji 2 hezar kesî pêk dihatin stran digotin. Paşê ev bû wekî kevneşopiyekê. Di wê demê de hinek hebûn ku muzîka Kurdî bi elektro tembûrê dikirin û marjînal dikirin. Li dijî wan, ji bo parastin û nûnertiya hunera xwe, ez, Şener û Naîl Yurtsever hatin cem hev. Me komek ava kir. Wê demê komên ku me di Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) de dibihîstin hebûn; mîna Koma Serhad, Koma Amed... Me got qey her kes navên kevneşopî lê dike, me jî navê herêma xwe Çewlîgê guncan dît. Di heman demê de navê wê yê Ermenkî "Çepexçûr" bû.
Alî Geçîmlî: Helbet, wê demê min pirtûka Nikolay Ostrovski ya bi navê “Silav Agirê Jiyanê” dixwend. Ez hêj 15-16 salî bûm. Ji ber ku em li Stenbolê ji dayik bûbûn, em nû bi Kurdî hîn dibûn. Mînak, li cem Çewlîgiyan bersiva peyva "yaşam"ê bi Kurdî tunebû. Me nedigot "Jiyan", me digot "Yaşama me". Me peyva "Agir" dizanibû lê "Agirê yaşam" nedibû. Me nîqaş dikir ku em ê çawa bikin. Di sala 1992’yan de dema em derbasî NÇM’ê bûn, me ji hevalan pirsî. Hevalan ji me re got; "Agirê Jiyan." Paşê me di nava xwe de got, "Agirê Jiyan" di gotinê de jî xweş dihat. Piştî wê me bi wî navî xebatên xwe domandin.
Şener Yildiz: Alî qala gelek tiştan kir lê ez dixwazim hinekî peyamekê bidim ciwanên vê serdemê. Em bi rastî du ciwanên jêhatî bûn û li heman taxê dijiyan. Alî li gelek cihan stran û kilam digotin. Daxwaza min jî ji bo tembûrê pir zêde bû. Me xwest em xebatên xwe bikin yek. Di serî de jixwe rewşek wisa tunebû ku em stranên siyasî-polîtîk bistrên. Me bi berhemên çandî, folklorîk û stranên Tirkî yên ji kevneşopa sosyalîst dihatin dest pê kir. Piştre bi tevlêbûna Naîl (Yurtsever) re, me xwest em li hemberî bûyerên civakî hîstiyar bin. Li hemberî rûdanên wê demê, me ligel kilamên folklorîk, stranên nû yên ku peyamên me digihandin mirovan stirîn. Ev xebata ku me di salên 90’î de da destpêkirin, îro gihîştiye astekî pir cuda. Me qet texmîn nedikir ku dê bigihîje vê astê. Ciwanên me bila ji xwe re bikin armanc û bên cem hev. Bi tena serê xwe hêzeke xurt nade mirovan. Piştre hûn dikarin xebatên xwe ji hev veqetînin lê xebata bi komî ji bo destpêkê pir girîng e. Me feydeya vê bi rastî dît. Me pir piştgiriya hev kir. Çûyîn û hatina me ya NÇM’ê, pêşketina me, encama kedekê bû. Niha em rûmet û serbilindiya vê dijîn. Em bi hev re ne. Ev encama wan kedan e.
Amed Tabar: Ew pêvajo bi veqetîna hevalan a di demên cuda de dest pê kir. Di vê pêvajoyê de carinan mirovên nû tevlî bûn, carinan jî qutbûn çêbûn. Piştî sala 2008’an ez derketim derveyî welêt. Wê demê me xwest em xebatên komê ji dûr ve birêve bibin lê ne hêsan bû. Lewma veqetîn dest pê kirin. Di sala 2008’an de ez veqetiyam. Piştre bi hewildana Alî hevalên cuda tevlî bûn û Agirê Jiyan xebatên xwe heta 2018’an domand. Lê dîsa ji ber heman sedeman, kom neçar ma ku xwe fesix bike. Xebatên kesane berdewam kirin. Xebatên Şener ên kesane hebûn, yên Alî hebûn, yên min jî bi heman awayî. Yên Meralê jî hebûn.
MA / AMED / RÛKIYE PAYIZ ADIGUZEL – BÊRÎVAN ALTAN







