4 bajar û 45 çîrok

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 24 Adar 2026 - 15:30

  • Pirtûka "4 Bajar û 45 çîrok" ji aliyê nivîskar Faik Ocal ve hatiye nivîsandin û pirtûk ji Weşanên Sîtavê derket. Di pirtûkê de çîroka însan û bajaran heye.

Di pirtûkê de bi navê "Mistefa", "Ka?", "Bilûra Zekî", "Piyê Kekê Min", "Bûka Çil Rokî", "Mirina Dêlegurê", "Çîroka Riya Êgir" bi temamî 45 çîrok cih digirin.

"Bajarek dibe Semsûr û kirasê tenêtiyê xwe dide cîranê xwe Dîlokê. Bajarek dibe Gever û destê xwe dide Behra Wanê. Kîjan e bajarê çaremîn? Kîjan e bajarê te? Belkî Sêwas e, belkî Meletî ye, belkî Amed e. Xerîbî jî heye. Lê dîyar e: Her bajar û her mirov li çîroka xwe digere."

Pirtûka li ber dest "4 Bajar û 45 Çîrok" jî çîrokan van yekan e.

NAVENDA NÛÇEYAN

 

* * *

Klîpa ‘Firtona Ji Agirîn’ hate weşandin

Pargîn klîba strana “Firtona Ji Agirin” ku derhêneriya wê Îbrahîm Feqe kiriye weşand. Klîba stranê balê dikişîne ser xwe û stran bi şêweyê rockê hatiye amadekirin. Stran qala lehengî û berxwedana şervanên Kurd dike û taybetmendiyên aliyên Kurdistanê vedibêje. 

Navenda Pargîn bi derhêneriya Îbrahim Feqe klîbek nû weşand. Navê stranê-klîbê “Firtona Ji Agirin” û bi gotinên stranê balê dikişîne ser lehengiya berxwedêr û şervanên Kurdistanê û taybetmendiyên parçeyên Kurdistanê. Stran bi terzek rockê hatiye amadekirin û belavkirin.

Gotinê stranê Îbrahîm Feqe û Binefş Feqe nivîsandine û senaryoya klîbê jî wan çêkiriye. Muzîka stranê ji aliyê Elî Feqe ve hatiye amadekirin bi qasî 20 kesî di klîbê de lîstikvaniyê dikin.

Pargîn jî xwe wisa pênase dike; Lêkolîn û parastina kevneşopiya rojavayê Kurdistanê ye. Navenda Pargîn li herêma Koçeran e.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.