
- Rêzan, delalîka ber dilê dayika xwe, ka hela were em hinekî bipeyivin, çi bûye hela ji diya xwe re bibêje, sebeba vê kelecana te çi ye? Keça min, tu dizanî em tenê ne dê û ewladê hev in, em mîna du hevalan e, ka bibêje ku tiştek heye ez jî zanibim ku bibim şirîkê kelecana xezala xwe.
SULTAN YARAY / Ji pirtûka "Çîrokên Jinên Wêjekar"
Diya Rêzanê tu carî ewqasî ew bi kelecan nedîtibû. Ev çend rojên dawiyê ye kelecaneke ku nedihat veşartin ji rûyê Rêzanê difûriya. Her çiqas diya wê xwestibû ku bê kelecana keça wê ji çi ye jî, tiştek bi dest nexistibû.
Rêzanê got:
– Na yadê tiştekî ji te re bibêjim tune ye ku hebe ez ê bibê jim.
Û maçek bi tîn danî ser gepa diya xwe. Porê xwe yê mîna şevê reş, kir du keziyan û mîna cotek mahrê reş, bi nav qolincên xwe de berda. Dîsa bi kelecan ji malê derket û berê xwe da xirbeyê ku nêzî hezar mîtroyî dûrî gund bû. Bayekî cemidî xwe li nav çavên wê dixist, hinekî ji ber serma, hinekî jî ji bo zûtir biçe xirbe dilezand. Di rê de rastî xaltiya xwe ya ku mala wê li jêrî gund bû hat.
– Te xêr e Rêzanê tu vê seqemê bi ku ve diçî?
Rêzanê got:
– Bi cihekî ve naçim, ez ê niha bêm û leza xwe zêdetir kir.
– Ev çi ye, heya meriv xwe ji nav lepê malbatê derdixe çavên meriv dirijin.
Tevî ev xaniyê ku niha bûbû xirbe, li gund û derdora gund çend xirbeyên din jî hebûn. Ji Rêzanê re bûbû miraq ku çima ev xanî wisa wêran û bêxwedî mabûn. Rêzanê keçeke temenê wê dora pazdeh salî bû. Du bira û sê xwişkên wê hebûn. Yek jî mîna wê bi derdora xwe re mijûl nedibûn û meraqa derdorê nedikirin. Dema gihîşt ba solên zer dît ku ew jî bi kelecan li bendî wê ne. Fera çepê bi dengekî xeydok got : “Hela were Rêzana rûken çavên me li riya te qerimîn, tu îro çima dereng ma em ji aciziyan fetisîn, me got dibe ku îro tu nema bê.”
Rêzanê jî got:
– Qet nepirsin ez ji ber pirsên diya xwe dereng mam. Lê vêya zanibin ez tu carî we tenê nahêlim, min berê jî soz dabû we. Ka bibêjin îro çi di tûrikê we de heye?
Solên ku bi salan di bin toz û tebara xirbe de qul qulî, bê mecal û bêtaqet bûbûn pîştî ku Rêzanê nas kiribûn bûbûn mîna du xortan. Her roj ji Rêzanê re behsa serpêhatiyeke xwe dikirin. Baş nedihat bîra wan ku çend sal bûbû ku li vir bûn. Çend caran li vî gundî di nava şer de mabûn. Carekê bi sedan leşker û cerdevanan girtibûn ser gund bi dehan gundî hatibûn kuştin û hatibûn dîlgirtin. Hinek ji wan reviyabûn, hinekan jî xwe veşartibûn. Bûbû giregira teyare û heliqopteran. Dengê tanq û topan ji çar aliyan de hatibû, tevî Axînê çar şervan bûn. Do êvarê dema ketibûn gund Casoyê situqirêj nexel nexel nihêrîbû û diyar bû ku ji hatina wan nerehet bûbû. Wê şevê kesî ew li gund nedîtibû.
Axînê û hevalên xwe jixwe bi qasî nîv saeteke din ew ê ji gund derketibana. Her çar jî jin bûn. Zîna hevjîna Caso, zanibû ku hevjînê wê îşev çûye qerekolê û lewma nehatiye malê. Wê dizanibû ku dema leşker bigirin ser gund ew ê negirin ser mala wan. Zînê di nav wê toz û dûxanê de bangî Axînê û hevalên wê kir:
– Werin zû bidin dû min, kes we li vir nabîne.
Em di mala xwe de di cihekî ewle de veşartin, di ber xwe de digot: “Sitûyê te bişkê Caso tu ji Xwedê jî natirsî, tu ji bo çend qurişa xayîntiyê dikî.” Dema leşker ketibûn nav gund ji bilî mala Caso li her malê geriyabûn. Zînêya ku ji ber hevserê xwe yê sitûqirêj fedî dikir, her çar heval jî xelas kiribûn. Ji bo baş baweriyê bide serleşker bi israr gotibû; “Qomitan im kerem bikin werin mala me, ez ê ji we re dewekî çêbikim” lê serleşker bersiva wê jî nedabû. Piştî ku baş ewle bûbûn ku kes di gund de tune ye bi lezgînî ji gund derketibûn. Ji bo Caso deşîfre nekin
jê re tiştek negotibûn lê awirekî tûj û tehdîdkar dabûnê. Axînê û hevalên xwe bi saya Zînê filitî bûn. Casoyê sitûqirêj şilka sitûyê xwe dixurand û mîna dîna di nava gund de diçû û dihat. Ji xwe dipirsî û digot:
– Ma bû çi, bi ku ve çûn?
Di tariya êvarê de, Axînê du hevalên xwe ji gund şandibûn. Lê belê ew û hevaleke xwe ji bo ku Caso hişyar bikin mabûn. Dema Caso ket malê, bi dengekî stûr, bi çêr û bi gef bangî Zînê kir. Ji nişka ve çavên wî li Axînê û hevala wê ket, ji tirsa nizanibû ku ew ê bi ku de here. Hema di cî de bi ser çonga de li erdê ketibû. Dema xwest çend gotinan bike jî kir û nekir devê wî ji ser hev ranebû. Ji tirsan felcê li aliyê wî yê rastê xistibû. Sola zer dema dawiya peyva xwe anî kesereke kûr kişand. Piştî wê dorpêçê dema Axînê di ser tahtekî re derbas bûbû şemitî bû û lingê wê yê çepê şikestibû. Heta hevala wê alîkarî anîbû û vegeriyabû sê rojan tî û birçî di binê wî tahtî de birîndar mabû. Solê got:
– Carekê dîsa Axinê birîndar bûbû û keçikek navê wê Xezal, alîkariya wê kiribû.
Xezalê baş zanibû ku solên zer çi ne û kî dikin pê. Bê deng tasek şîr, nan û çend firingiyên ku pê re bûn jî danîbû ber Axînê. Ax Xezala çavzer ax! Paşê pê hesiya bûn ku dêya Xezalê perçeyên bedena wê di dawa xwe de kom kiribû. Wek gelek zarokên kurdan Xezala dozdeh salî jî mezin nebûbû. Piştî çend rojan Axînê bi ser xwe ve hatibû û gihîştibû nav hevalên xwe. Dema hatibû ba hevalên xwe, li qadê her der bi kesk û sor û zer hatibû xemilandin. Di nav ew qas rojên bi zehmet de, wê Newroz ji bîra kiribû. Li min niherî û em her du bi hev re keniyan. Wê şevê ji
kelecana ne ez ne jî ew ranezabûn. Dema çavên me çûbûn ser hev jî, me bi hev re heman xewn dîtibû. Kawayê Hesinkar bangî hemû neviyên xwe dikir û digot:
– Rabin ez hatim, rabin em ji destên dehaqan rizgar bibin...
Sibehê zû em hemû li qada ku ew ê Newroz lê bihata pîroz kirin kom bûn. Me bi hezaran solên zer govend gerand. Bilbil, teyr, mahr, çivîk, çi tebayên ku dengê şahiya çûbû wan hebûn tevli şahiyê bûbûn û agirê Newrozê bi me re geş kiribûn. Carekê min li serê gihêr nihêrî ku Kawayê nemir, bi kêf ji serê gihêr de li şahiya me temaşe dike. Dema Axînê xwe di ser êgir de çeng kiribû, agir bi dengekî nerm ji min re got; tu pir bi şans î, tu pê bi pê bi lehengan re digerî, tu dibî şahidê hemû şer û şahiyan. Xwest ku peyvê dirêj bike, lê min silav dayê û ez keniyam û derbas bûm. Piştî ew roja bi çoş, em gelek heval bi ser rê ketin û du roj û sê şevan em meşiyan. Dîsa wek gelek caran Axînê û Serhed, li pêşiya refê bûn. Em wê şevê gihîştibûn konaxa dawiyê. Piştî ewqas rê, îşev em xweş raketin. Di berbanga, sibehê de em bi teqîn û reqînî şiyar bûn. Dengekî hişk û stûr digot:
– Xwe radest bikin, an na em ê we hemiyan bikujin’ !
Gelo ez şaş bûm? Ew ziman zimanê me bû, peyva me û wan yek bû. Em û ew tune bûn... Em jî ew bûn, ew jî em bûn. Ew ê çawa hevdu bikuştana? Axînê jî bangî wan kir û got:
– Em destûra xwekujiyê nadin we. Hûn me bikujin, hûn xwe dikujin. Em we bikujin, em xwe dikujin.
Lê hîn peyva Axînê di dev de bû wan bi sedan gule li me reşandin. Ji neçarî ji aliyê me jî gule hatibûn berdan. Heta êvarê şer dewam kiribû, gelek birîndar û çend jî cenaze hebûn. Çi tiştekî sosret bû ku bi zimanê ku em ji bo wê xwe didin kuştin û şer dikin, heyf û mixabin ku yên li himberî me diqêriyan û digotin:
– Bikujin, bila yek jî nemîne!
Ax û ax ! Ji halê me re. Rêzanê fahm kir ku sola zer pir westiya. Xatir xwest û berê xwe da gund. Wê rojê dîsa Rêzanê guhdariya gelek serpêhatiyan kiribû. Îxaneta ku Caso kiribû bi saya Zîna jinxas vala derketibû. Lê ya din gelo çawa destên wan çûbû ser çekan û gule li ser xwişk û birayên xwe de barandibûn? Ji wan birîndarana yek jê jî Serhedo bû. Axînê û hevalên xwe bi zehmetiyek mezin heta nîvê rê ew anîbûn. Lê belê li nîvê rê wî di himbêza Axînê de, jiyana xwe ji dest dabû. Tu qêrînê nikaribû êşa dilê wê bianiya zimên. Sal û zeman di ser hevaltiya Rêzanê û solên zer de derbas bûbû êdî wê jî rêya xwe hilbijartibû.
Di roja wan a xatirxwestinê de sola zer behsa roja dawîn a xwe û Axîna ku bûbû yek ji stêrkên ezmanan kiribû. Rondikên herduyan jî mîna barana nîsanê dibariyan. Ev xaniyên ku niha bûbû xirbe mala muxtarê gund bû. Muxtarê ku her daîm mala xwe dikir stargeh û dûre jî ji timaya pereyan ji hevalan re kiribû goristan. Ji ber nav û dengê Axînê pereyekî mezin ji bo kuştina wê danîbûn. Kê ew bikuşta ew ê xelateke pir û pir bistenda.
Sola Zer gotibû:
– Wê şeva ku em tevî pênc hevalên din hatibûn vê malê...Û qêrîna wê erd û ezman qelişand. Rêzanê ji qêrîna sola zer fahm kiribû ku Axînê jiyana xwe li vir ji dest dabû lê çi bi xênî hatibû? Zîvirî ser solê û got bes e heydê em herin. Rêzanê mistek ji axa vî xirbeyî kir bêrîka xwe û kesereke kûr kişand, paşê xatir xwest û ew û sola zer bi rê ketin û çûn.







