
Dengbêjên ku çanda devkî ji nifşan vediguhêzin, li Kurdistanê wekî hebûna herî girîng a çanda Kurdî cihê xwe digirin. Bi xurtbûna nasnameya Kurdî re eleqeya li ser çand û hunerê zêde bû û hejmara ciwanên ku berê xwe didin dengbêjiyê jî roj bi roj zêdetir dibe. Yek ji van ciwanan Ozcan Dîler e. Dîler bal kişand ser girîngiya vê kevneşopiyê ji bo Kurdan û got: "Dîroka Kurdan di dengbêjan de veşartiye."
Dîler diyar kir ku wî bi guhdarkirina dengbêjan xwe pêş xistiye û wiha axivî: "Niha li Kurdistanê bi sedan dengbêj hene, her yekî bi ders girtina ji hevdu xwe pêş xist. Gelek kesî bi nivîsandin an jî bi xêzkirinê dîrok nivîsand, lê dengbêj hîn jî dengê xwe didin jiyîn. Dengbêj li ku derê be, di nava şer de be jî, bi awayekî xwezayî klamên xwe distirê. Stranên ku em îro guhdar dikin gelek tiştan vedibêjin, lê mixabin em wan fêm nakin. Sedema vê jî ew e ku çand û dîroka me ji me re nehatine gotin."
Li zeviyan dengbêjî
Dîler anî ziman ku dema ew hîn 7 salî bû, bi apê xwe re diçû ser zeviyê û wî dest bi dengbêjiyê kiriye û ji wê rojê heta niha distirê û wiha pê de çû: "Ez ji zarokatiya xwe ve klaman distrêm. Helbet kesên ku bûn wesîle ez hîn bibim hebûn. Lê zarokên niha mixabin wiha mezin nabin. Dibe ku derfeteke wan a bi vî rengî tune be, lewma divê şaredarî xebatan bikin da ku zarok û ciwanên Kurd ji dîrok û çanda xwe qut nebin. Em tenê bi vî rengî dikarin li dijî bişaftinê bisekinin."
Qet nebe ji zarokên xwe re çîrokan bibêjin
Dîler destnîşan kir ku di mijara bişaftinê de berpirsiyarî dikeve ser milê malbatan jî û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Heke malbat tu tiştî nekaribin bikin jî, bila ji zarokên xwe re çîrokan vebêjin. Dema van çîrokan bibêjin, bi demê re xerîbiya zarokan a li hemberî dengbêjan dê kêm bibe. Lewre dengbêj her yek dîroknas in û ev dîrok tenê bi guhdarkirinê nayê fêmkirin. Van dengbêjan hemûyan behsa bûyerekê kirine. Dîroka Kurdan di dengbêjan de veşartiye. Heke em bi vê hişmendiyê tevbigerin, em ê çanda xwe pêş bixin."
MA/WAN







