Şanoya neteweyî ya Kurd hate damezirandin

Nûçeyên Çand/Huner

Yekşem 29 Adar 2026 - 16:30

  • Federasyona Cîhana Kurd ragihand ku Şanoya Neteweyî ya Kurd dê bibe neynika nasnameya Kurd a hemdem û dê hewl bide ku bibe zimanê civak û gelê Kurd.
  • Ji Akademiya Şehîd Sefqan xebateke taybet
  • Şanogerên Çemçemalê hatin xelatkirin
  • Dengbêjan li serhivdeyê dîwan danîn

Federasyona Cîhana Kurd bi boneya 27ê Adarê Roja Şanoyê ya Cîhanê, Şanoya Neteweyî ya Kurd ragihand. Di daxuyaniyê de hat gotin ku Şanoya Neteweyî ya Kurd, ku girêdayî Federasyona Cîhana Kurd e, bi baweriya ku ew ê bibe yek ji kanalên çandî û şaristanî yên Kurd, hatiye damezrandin, ji ber ku şano yek ji bingehên şaristaniya netewan e.

Di dewama daxuyaniyê de wiha hate gotin; “Şanoya Neteweyî ya Kurd dê bibe neynikek ji nasnameya Kurd a hemdem û platformek ji bo ronakbîrî û humanîzmê. Ji vê perspektîfê ve, ew hewl dide ku bibe zimanê civak, gelê Kurd û bibe amûrek ji bo avakirina kesayetiyek erênî ya Kurd.

Şanoya Neteweyî ya Kurd hewl dide bi rêya hunermendên jêhatî û teknîkên nû bigiije vê armancê, erkê xwe dibîne ku hunereke bilind pêşkêş bike ku tevlîheviyek ji peyamek rastîn, estetîkeke hêja û nûjeniyê be.”

Di dawiyê de wiha hate gotin; “Şanoya Neteweyî ya Kurd dê bibe platformek ji bo teşwîqkirina ramana rexnegir, bilindkirina hişmendiya netewî, mirovî, netewî, temaşevanan û pêşkêşkirina pirsgirêkên mirovî, bi taybetî civaka Kurd. Ji bo vê armancê, ew bala xwe dide nivîsên hem Kurd û hem jî yên biyanî, bi awayekî ku di asta pirs û fikarên gelê Kurd de ye.”

NAVENDA NÛÇEYAN

 

* * *

Ji Akademiya Şehîd Sefqan xebateke taybet

Akademiya Şehîd Sefkan û Komîna Şano ya Çiya, bi wesîleya Roja Şano ya Cîhanî û 22’yemîn salvegera şehadeta şanogerê şoreşger Yekta Herekol, xebateke taybet a şanoyê amade kirin.

Di daxuyaniya hevpar a Akademiya Şehîd Sefkan û Komîna Şano ya Çiya de kesên di têkoşîna azadiyê de şehîd bûne hatin bibîr anîn û ev tişt hat gotin: “Em di serî de bi rihê têkoşîn û berxwedaniya azadiyê bejna xwe li beramberî hemû şehîdan ditewînin û dibêjin şehîdên me pêşeng û roniya rêya me ne.

Di nava tevgera azadiyê de serkeftinên me bi xebat, tevger û têkoşîna şehîdan bi wate bûye. Pêşengên heqîqetê û rêpêşanên me şehîdên me yên nemir in. Di her kêliyekê de hevalên şehîd ji me re bûne rê û navnîşana serketinê. Bi vê boneyê em roja şanogerên cîhanê pîroz dikin bi yek dengî şanogerê mezin û şoreşger bi bîr tînin.”

‘Em şagirtên Yekta Herekol in’

Akademiya Şehîd Sefqan û Komîna Şanoya Çiya da zanîn ku ew bi vê kurtevideoya xwe di salvegera şehîd heval Yektade diyarî hunermendê mezin Rêber Apo şehîdên azadiyê hemû gelê welatparêz û hemû şanogerên şoreşger, demokratîk, azadîxwaz dikin.  Her wiha wan got; “Giyanê Şehîd Yekta zindiye, wê her dem zindî bimîne. Em bextewar in ku em şagirtên şanoger Şehîd Yekta Herekol in.” ANF

 

* * *

 

Şanogerên Çemçemalê hatin xelatkirin

Bi armanca 27’ê Adarê, Roja Şanoyê ya Cîhanê, şanogerên Çemçemalê hatin xelatkirin û hate ragihandin ku di salên pêş de dê hemû şanoger werin ziyaretkirin.

Li Hola Serokatiya Zanîngeha navçeya Çemçemal a parêzgeha Silêmaniyê, bi amadebûna hejmarek hunermend û şanoger di Roja Şanoyê ya Cîhanê de, xelat ji çend hunermendên şanoyê yên navçeyê hatin dayîn.

Di destpêka merasîmê de, ji bo şanogerên jiyana xwe ji dest dane û hemû şehîdên Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin.

Rêveberê Çand û Hunerê yê Çemçemalê Îdrîs Şewket di merasîma xelatdayînê de axivî û wiha got; “Xelata van hunermendên ku ji salên 1980’an vir ve di warê şanoyê de xizmetê dikin, tê wê wateyê ku em rêzê li van hunermendan û berhemên wan digirin. Di salên pêş de, emê hewl bidin ku serdana tevahiya civaka şanogeran bikin.”

Paşê, nivîskar û rojnamevan Letîf Fatih Ferec tekez kir ku şano faktorek ji bo pêşveçûna civakê ye.

Di dawiya merasîmê de, xelat û gul pêşkêşî hunermendên şanoyê Talib Ebdulkerîm, Şukir Reza û Azad Elî hatin kirin, ku bi salane di warê şanoyê de dixebitin.aa

ROJNEWS

 

* * *

Dengbêjan li serhivdeyê dîwan danîn

Şahiya Serhivdeyê ku li navçeya Farqînê ya Amedê tê lidarxistin, di roja duyemîn de bi bernameya dîwana dengbêjan berdewam kir.

Li gundê Emerka yê bi ser navçeya Farqîna Amedê ve Şahiya Serhivde (Şahiya Mirazan) hate lidarxistin. Şahiya îsal ji aliyê Şaredariya Farqînê û Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve hate lidarxistin. Hevşaredar, endam û rêveberên partiyên siyasî û nûnerên saziyên sivîl ên civakî di nav de bi sedan welatî tev li şahiyê bûn.

Di bernameya şahiyê ya îro de dengbêjan kilam gotin û her wiha qesîde jî hatin gotin. Ev şahî her sal sê rojan berdewam dike. Şahî dê sibê bi bernameyên cuda bi dawî bibe.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.