Hûrgiliyên rojane û portreyên malbatên dûrketî

Nûçeyên Çand/Huner

Yekşem 1 Adar 2026 - 17:00

  • Jim Jarmusch, yê ku weke nûnerê sînemaya serbixwe tê naskirin, di sala 2025’an de bi fîlmê xwe yê herî dawî “Father Mother Sister Brother” (Bav Dê Xwişk Bira) careke din bala sînemageran bire ser xwe. Film di Festîvala Fîlman a Venedîkê ya 82’emîn de (31’ê Tebaxê 2025) xelata herî mezin Golden Lion (Şêrê Zêrîn) wergirt. Jim Jarmusch ê xelatê cara yekeme digire û nîşan dide ku ew hê jî di nav derhênerên herî bi bandor de ye.

Ev fîlm ji sê çîrokên serbixwe pêk tê. Her çend çîrok serbixwe bin jî têkiliyek kûr di navbera van çîrokan de heye. Her wiha ev filmê wî silaveke ji bo filmê “Night on Earth” (Li Dinyayê 5 Şev) û çîrokên di wî filmî de tînin bîra mirov. Ji lewre Di Night on Earth de jî pênc çîrokên cuda li pênc bajarên cihê dibuhirin. Hemû di taksiyan de û di şevekê de diqewimin. Herdu fîlm jî bi awayekî hêdî, bi mîzaheke reş û bi melankoliyê, têkiliyên mirovî nîşan didin.

Malbatên bextewar û yên nexweş

Fîlmê “Father Mother Sister Brother” bi awayekî hêdî û sade hatiye çêkirin, lê di binê vê sadebûnê de hestên kûr û rastiyên jiyanê hene. Film, îlhama navê xwe ji gotina navdar a Tolstoy digire: “Malbatên bextewar hemû wek hev in, lê her malbateke nexweş bi awayekî xwe yê taybet nexweş e.” Mirov dikare vê peyvê ango gotinê hinek din şirove bike. Tolstoy bi vê gotinê dixwaze vê yekê ragihîne:

Malbatên bextewar an jî yên baş û aram bi gelemperî ji ber sedemên wekhev bextewar in. Mînak: evîna rastîn heye, rêzgirtina li hember hevdu heye, pirsgirêkên aborî kêm in, tenduristî baş e, ragihandin baş e, û hwd. Ji ber vê yekê, bextewariya wan “mîna hev” xuya dike. Hemû tiştên bingehîn ên baş li cih in, û ev yek wan dişibîne hev.

Lê malbatên nexweş an jî yên xemgîn, têkçûyî û bi pirsgirêk her yek bi awayekî cuda nexweş in. Sedemên nexweşiyê pir cuda ne: dibe ku di yek malbatê de xiyanet hebe, di yekê din de pirsgirêkên aborî yên giran, di yekê din de nexweşiya derûnî, di yekê din de tundûtûjî, di yekê din de dûrbûna hestyarî û hwd. Ji ber vê yekê, nexweşiya wan “bi awayekî xwe yê taybet” e. Her malbat bi rengekî cuda diêşe û ev yek wan ji hev cuda dike.

Jarmusch vê yekê bi awayekî nazik û bi mîzahiya reş nîşan dide: malbat tiştek e ku tu nikarî hilbijêrî, lê her tim bi te re dimîne, te çi bikî jî.

Di film de sê tablo derdikevin hemberî me

Fîlm wek sê tabloyên cuda hatiye sêwirandin, her yek li welatekî cuda û li ser têkiliyeke malbatê ya taybet e:

Beşa “Father” (li New Jersey, DYA): Zarokên mezin Jeff (Adam Driver) û Emily (Mayim Bialik) piştî gelek salan diçin ba bavê xwe yê tenê û dûrketî (Tom Waits). Bav bi kenekî xerab û bi gotinên kurt reşbîn e. Ev beş bi mîzaha reş û xemgîniyeke veşartî tijî ye. Sohbet pir nazik e, lê di binê vê sohbetê de êş û hestên li ser dûrîtiyê hene.

Beşa “Mother” (li Dublin, Îrlanda): Nivîskareke navdar a pîr (Charlotte Rampling) salê carekê bi keçên xwe re çayê vedixwe. Keç jî mezin in: Timothea (Cate Blanchett) û Lilith (Vicky Krieps). Ev çay vexwarin ritualeke salane ye, lê di binê nazikbûnê de gotinên negotî, sûcên kevn û tenêtiya dijwar heye. Gelek rexnegir dibêjin ev beşa herî xurt û bi bandor e. Lîstikvanên vê beşê jî bi serketî ji bin rolên xwe derdikevin.

Beşa “Sister Brother” (li Parîsê, Fransa): Du cêwîyên ciwan Skye û Billy (Indya Moore û Luka Sabbat) piştî mirina dêûbavên xwe di qezayeke balafirê de, tiştên zarokatiya xwe berhev dikin. Ev beşa herî xemgîn e. Ne tenê windakirina dêûbavan, lê windakirina zarokatiyê û paşeroja ku nayê guhertin tê nîşandan.

Bi hûrgiliyên rojane dadikeve

Hemû beş bi dîmenên hêdî, muzîkeke kubar, diyalogên kurt û bêdengiyên dirêj ve girêdayî ne. Jarmusch li vir jî wek berê, di tiştên rojane de maneyên mezin dibîne: çay vexwarin, nihêrînên kurt, gotinên ji neçarî...Ev fîlm ne bi dîmenên mezin, lê bi hestên piçûk û kûr hatiye çêkirin. Ev fîlm ji bo hezkiriyên Night on Earth, Paterson an Broken Flowers diyariyeke mezin e. Bajar, malbat û jyianên cuda…Jarmusch careke din nîşan dide ku di jiyanê de tiştên piçûk û ji rêzê dikarin herî mezin û balkêş bin.

NAVENDA NÛÇEYAN

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.