
Festîvala Şanoya Kolanan a Navnetewî ya Kerkûkê sê roj bûn berdewam bû, bi merasîmekê dawî bû. Di merasîmê de şanokar, lîstîkvan û performansa herî baş hatin xelatkirin û hejmarek stranên Kurdî hatin pêşkêşkirin.
Di destpêka merasîmê de, hejmarek nivîsên hunerî hatin xwendin, bi gistî 20 nivîsên hunerî hatin pêşkêşkirin ku ji heft ji wan hatin hilbijartin û xwendin û yên herî baş hatin destnîşankirin.
Festîvala şanoya kolanan festîvalek salane ye, gera nehan biryare ku sê rojan bidome. Ev festîval neh salin bênavber tê lidarxistin û hunermendên ji Kurdistan, Iraq û cîhanê beşdar dibin.
‘Kerkûk aram û zindî ye’
Piştre ji aliyê juriyê ve hemû performansên şanoyî hatin xwendin û bi rêya kurte vidyoyek hemû çalakiyên sê rojên festîvalê ji temaşevanan re hat pêşkêş kirin. Her wiha Serokê Festîvalê Nejad Necîm gotarek pêşkêş kir û got: “Kerkûk aram û zindî ye. Şanoya kolanan hemû xelkê ji hemû ziman û neteweyan tîne cem hev. Em spasiya hemû wan hevalan dikin ku bi rojan alîkariya me kirine.”
Şanoyên serketî hatin xelatkirin
Di dewama merasîmê de çend parçe stran û muzîk ji aliyê koma Keçên Sineyê ve hatin pêşkêşkirin. Pişre organîzatorên festîvalê ve mertala rûmetê dan koma Keçên Sineyê, çend kesayetiyên din û lijneyên juriyê yên festîvalê. Piştre serketiyên festîvala şanoya kolanan hatin ragihandin. Xelata baştirîn lîstikvanê mêr bi lîstîka ‘Lajan’ ji bo Mihemed Mils hat dayîn ku bi hunermendên ji Sûriye û Fransayê bi hev re hatibû amadekirin. Her wiha xelata baştirîn lîstîkvana jin ji bo Turan Umêd bi lîstîka ‘Zerû’ ya li Helebceyê hate dayîn.
Xelata derhêneriya herî baş jî ji hunermendê şanoyê Keyhan Huseynî yê ji Bakurê Kurdistanê re, xelata ramana herî baş ji bo performansa ‘Prometheus’ û xelata performansa herî baş a komê jî ji Ezra yê ji Iraqê re hat dayîn.
Herî dawî xelata performansa herî baş ji bo performansa şanoyê ya bi navê ‘Ev jiyane yan na?’ a ji bajarê Merîwan ya Rojhilatê Kurdistanê re hat dayîn.
ROJNEWS/KERKÛK










