Şehîd Ehmed Hêmin hate oxirkirin
Şemî 31 Çile 2026 - 03:58

Li bajarê Qamişloyê merasîmek girseyî ji bo şehîdê seferberiya giştî Ehmed Hêmin Omer hate lidarxistin. Piştî merasîmê cenazeyê şehîd ber bi Başûrê Kurdistanê ve hate oxirkirin.
Bi beşdarbûna girseyek mezin a şêniyên bajarê Qamişloyê, hêzên siyasî û civakî merasîma oxirkirina şehîd Ehmed Hêmin Omer hate lidarxistin. Piştî merasîmê cenazeyê şehîd Ehmed Hêmin Omer di deriyê Sêmalkayê re ber bi Başûrê Kurdistanê ve hate oxirkirin. Ehmed Hêmin Omer ji navçeya Daqoqê ya bajarê Kerkûkê ye. Di çarçoveya seferberiya giştî de 20’ê Çileyê (2026) berê xwe da Rojava û di 27’ê Çileyê de di berxwedana li hemberî êrişên çeteyan de li bajarê Hesekê şehîd bû.
NAVENDA NÛÇEYAN













