
- Tevgera Hîlala Zêrîn, Tev Çand û Şanoya Çiya jî, tevkarî didin vê qadê û hewl didin ku zarok jêhatiyên xwe nîşan bidin. Van her sê saziyan, bi vê armancê, yekemîn Festîvala Şano ya Zarokan di bin dirûşmeya “Şano bi zimanê dayîkê xweş e” de, li navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya bajarê Qamişloya Rojavayê Kurdistanê lidar xistin.
Yek ji girîngtirîn qadên ku zarokek tê de xeyal û şiyanên afirîner peyda dikin, qada çand û hûnerê ye. Ew her wiha dibe alîkar ku baweriya xwe bi xwe zêde bike, nirxên ragihandin û hevkariyê ava bike û wan dike beşek girîng ji avakirina nifşekî hişmend û afirîner. Tevgera Hîlala Zêrîn, Tev Çand û Şanoya Çiya jî, tevkarî didin vê qadê û hewl didin ku zarok jêhatiyên xwe nîşan bidin. Van her sê saziyan, bi vê armancê, yekemîn Festîvala Şano ya Zarokan di bin dirûşmeya “Şano bi zimanê dayîkê xweş e” de, li navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya bajarê Qamişloya Rojavayê Kurdistanê lidar xistin. Wê bernameya Festîvalê ku îro dest pê kir, du rojan bidome. Di festîvalê de gelek berhemên çandî û hûnerî ji aliyê zarokên Rojavayê Kurdistanê ve tên pêşandan.
Têkildarî bernameya Festîvala Şano ya Zarokan, Endama Komîteya Amadekar a Şano Zîlan Mecîd diyar kir ku ji bo lidarxistina vê festîvalê zarok gelek kêfxweş in.
Zarok pirr bi kelecan in
Zîlan Mecîd da zanîn ku ev nêzî 3 mehan e amadekarî ji bo şanoyê tê kirin, her wiha komîteyên amadekar gelek nîqaş, kar û xebat ji vê şanoyê re pêşkêş kirin û wiha got: “Ev festîval bi pêşengtiya şanoya Hêvî, Tevgera Çand û Hûnera Rojava û Tevgera Hîlala Zêrîn û bi diruşmeya “Şano bi zimanê dayîkê xweş e” tê lidarxistin. Li tevahiya cîhanê şano heye, lê belê ji ber sîstema rêjîma Baasê ya desthilatdar, axaftina bi zimanê dayîkê qedexe her wiha ne pêkan bû. Lewma jî, ne pêkan bû ku şano bi zimanê Kurdî bên lidarxistin. Zarokan gelek heyecan girtine, ji ber ku festîval tê lidarxistin. Zarok her û her dixwazin lîstokên xwe pêşkêş bikin.”
Ji gelek bajarên Rojavayê Kurdistanê tevlî bûne
Zîlan Mecîd diyar kir ku ev festîval li ser asta her çar perçeyên Kurdistanê heye û tê li darxistin, lê di vê demê de li Rojavayê Kurdistanê tê pêşkêşkirin. Zîlan Mecîd der barê festîvalê de ev agahî dan: “Heman festîvalê li bajarê Kobanê jî wê bê lidarxistin. Sûriye û bi taybetî Rojavayê Kurdistanê bi siyasetek pir zehmet re rû bi rû dimîne û di pêvajoyek dijwar re derbas dibe. Lê belê tevî hemû rewşên zehmet, gelek zarok kom bûn û bi moralek bilind beşdarî amadekariyên şanoyê bûn, ev jî serkeftinek e. Wê ev festîval du rojan dewam bike. Komên şanoyê ji gelek bajarên Rojavayê Kurdistanê tevlî bûne, di heman demê de komek ji pêkhateyên Ermen jî, wê bi ziman û çanda xwe şanoya xwe pêşkêş bikin.”
‘Deriyê şanoyê ji herkesî re vekirî ye’
Zîlan Mecîd têkildarî armanca wan a ji lidarxistina vê şanoyê axivî û wiha pê de çû: “Armanc ji kombûna zarokan ew e ku zarok jîr û jêhatiyên xwe derxînin, her wiha kesayeta xwe bikaribin bi xwe îfade bikin. Di heman demê de şano dibe wesîleyek ku zarok bi awayekî komînal bi hev re kar bikin. Her wiha ji bo ku zarok li ser çanda xwe mezin bibin, bi zimanê xwe fêrî şanoya Kurdî bibin. Banga min ew e ku her kes zarokên xwe bîne da ku temaşeyî şanoyê bikin û her zarokek ku dixwaze bê tevlî şanoyê bibe. Deriyê şanoyê ji her kesî re vekirî ye.” NEXEM ÇAÇAN-JÎNHA/QAMIŞLO
***
Şanoya Kurdî li Umanê bi ser ket
Koma Şanoyê ya Hawarê ya Kerkûkê da zanîn ku wan piraniya xelatên sereke yên festîvaleke navneteweyî ya li Umanê bi dest xistine.
Komê destnîşan kir ku ev yek îspata wê rastiyê ye ku şanoya Kurdî tevî kêmasiya derfetan dikare di asta cîhanî de pêşbaziyê bike.
Di Festîvala Navneteweyî ya "Leyalî Ofîr" a ji bo Duodramayê de ku li bajarê Selaleyê yê Umanê hat lidarxistin, şanoya "Selma" wekî nûnera Herêma Kurdistanê û Îraqê beşdar bû. Ji nav 63 berhemên ku ji seranserê cîhanê hatibûn pêşkêşkirin, tenê 9 şano ji bo pêşbirka dawî hatin hilbijartin. Koma Hawarê ku komeke şanoyê ya Kerkûkê ye, di vê pêşbirkê de karî ji 6 xelatên festîvalê 4 xelatên sereke bi dest bixe. Xelatên ku hatin standin ev bûn: Berhema şanoyê ya herî baş, derhênerê herî baş (Nejad Necim), lîstikvana herî baş a jin û lîstikvanê herî baş ê mêr.
Koma Şanoyê her wiha da zanîn ku piştî vê çalakiya wan a li Umanê, ji bo koma wan çend vexwendinên fermî hatine. Ev vexwendin ji bo beşdarbûna di festîvalên navneteweyî yên li welatên Fransa, Rûsya û Mexrîbê (Fas) de ne. NAVENDA NÛÇEYAN
***
Hêro Îbrahîm bi belgefilmek bibîr anîn
Li bajarê Silêmaniyê li ser ked, têkoşîna Hêro Îbrahîm belgefîlma bi navnîşana ‘Dade, Çîroka Veşartî ya Jineke Têkoşer’ hate nîşandan.
Li Salona Hunerî ya bajarê Silêmaniyê ya Başûrê Kurdistanê bi merasîmekê belgefîlma bi navnîşana ‘Dade, Çîroka Veşartî ya Jineke Têkoşer’ li ser jiyan û têkoşîna Hêro Îbrahîm Ehmed hate nîşandan.
Di belgefîlmê de jiyan, xebat û têkoşîna Hêro Îbrahîm ji aliyê hevalên wê ve hatiye vegotin.
Têkildarî Belgefîlmê Lane Îbrahîm axivî û got ku Hêro Ehmed ji bo jinên Kurd serbilindî ye û ev got: “Hêro jinek bû ku xwedî ked û têkoşîneke mezine. Karî hemû bûyerên serdema şêx qeyd bike û tomar bike. Dibe dema berê rewş cuda be, jinan bi qasî pêwîst nekaribe kar bike, lê niha jin dikare di qada siyasî, hunerî û jîngehê de xwedî rol be.”
Di dawiya Lane Îbrahîm daxwaz ji jinan kir ku mîna jinên têkoşer ên Kurd bi erka xwe rabin. ROJNEWS















