Ji sermayê zarok jiyana xwe ji dest didin

Sêşem 27 Çile 2026 - 03:35

Ji ber êrîşan bi deh hezaran kes çûn Qamişloyê. Di nava sivîlên li mizgeft û dibistanan de zarok, jin û kal rû bi rûyê şert û mercên giran in; zarokekî nexweş ê 13 salî ji ber sermayê jiyana xwe ji dest da.

Êrîşên çeteyên dewleta Tirk, DAÎŞ û HTŞ’ê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li herêmê dibe sedemê karesateke mirovî.

Li gorî daneyên ji aliyê meclîsên gel ve hatine parvekirin, ji ber êrîşên ji destpêka meha çileyê û vir ve dewam dikin ji bejahiya Hesekê, Tebqa, Reqa û Eyn Îsayê 136 hezar kes ku piranî ji Efrîn û Serêkaniyê ne, neçar man ku biçin Kantona Cizîrê.

Sivîlên ku ji cihên xwe hatine kirin li mizgeft, dibistan, dêr û hwd têkoşîna jiyanê didin. Ji ber sermaya zivistanê jî, krîz hîn girantir dibe. Bi taybetî zarok, kal û nexweşên kronîk ji ber hewaya sar di xeteriyê de ne.

Roja yekşemê li Qamişloyê zarokekî 13 salî yê nexweş li mizgeftê ji ber hewaya sar jiyana xwe ji dest da, ev yek bû yek ji mînakên herî bi êş a rewşa li wir. Ji ber kêm derfetiya tîmên tenduristiyê û nebûna derfetên germbûnê, fikar heye ku bûyerên wiha zêde bibin.

ANF/NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.