Ji bo Qamişloyê alîkarî divê

Pêncşem 12 Sibat 2026 - 03:47

Hevseroka Heyva Sor a Kurd Hediye Ebdullah anî ziman ku li bajarê Qamişloyê nêzî 12 hezar malbatên koçber tê de bi cih bûne û teqez kir ku eger çareseriyek ji bo gele koçber neyê dîtin wê di pêşerojê de gelek metrisiyên tenduristî bi xwe re bîne.

Hevseroka Heyva Sor a Kurd Hediye Ebdullah qala kar û xebata Heyva Sor a di pêvajoya seferberî û koçberiyê kir û wiha dest pê kir, “Kar û xebatên Heyva Sor a Kurd ê sereke di vê pêvajoyê de hatiye kirin xebatên tenduristî, ambulans, navendên Heyva Sor li seranserî Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi awayekî awarte kar û xebat kirin. Di rewşa koçberiyê de jî erka me ya sereke a Heyva Sor a Kurd em xwedî li gelê xwe derkevin. Ji bo rewşên awarte hertim qedereke pêwîstiyên ji bo rewş û demên lezgîn. Ji kêliya ku gelê me rastî koçberiyê hat, bi awayekî  lezgîn dest bi alîkariya gel kir lê hejmar û rewşa ku derketî pir mezin bû, lê dîsa jî me alîkariya gel kir. Ji ber ev rewşa koçberiya gel rewşa herî giran bû, gelê me gelek caran rastî koçberiyê hatine lê vê carê ji ber hemûyan berê xwe dan Qamişloyê ji bo wê jî zextek ser xebata me hebû. Piraniya gelê ku koçber bû berê xwe dan nav malan ji bo wê heta ku bîlançoya malbatan hate derxistin û alîkarî hate kirin, kêmek dem girt.”

Hediye Ebdullah diyar kir ku nêzî 12 hezar malbatên koçber li Qamişloyê bi cih bûne û wiha berdewam kir: “Nêzî 12 hezar malbatên koçber piraniya wan li Qamişloyê bi cih bûne, nêzî 4000 malbat di nav malan de bi cih bûne. Belavkirina alîkariyê li ser 116 dibistan û navendên ku hatine vekirin hate kirin. Li bajarên din jî gelê koçber belav bûye lê hejmara li wan bajaran ji hejmara gel ê li bajarê Qamişloyê kêmtir e. Li bajarê Dêrikê nêzî 20 dibistan hene ku tê de koçber bi cih bûne li bajarên din ji di navbera 15-20 navendan ji bo koçberan hatine vekirin. Li Qamişloyê hemû pêdiviyên sereke weke cil, betanî, singer, gelek tiştên din ên ku rojan tên bikaranîn hatin belavkirin. Ev nêzî 5 roj in me dest bi belavkirina alîkariyê di nav malan de kiriye. Taxa Xerbî, heta astekê taxa Hilêliyê, taxa Kornîş û taxa Enteriyê bi dawî bûne, heta çend rojan wê yên di nav malan de jî hemû alîkariyê ku ji wan re divê bigrin.”

ANF / QAMIŞLO 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.