
- Şano beşeke girîng a hunerî ye. Ev huner xwediyê dîrokeke kevnar e. Cureyekî wêjeyê ye. Ev bingeha wêjeyî wekî dîmen derdikeve pêşberî temaşevanan. Şano dîmenekî ji dil e.
Şano di heman demê de pireke di navbera lîstikvan û temaşevanan de ye. Ev pir dibe sedema dayina peyamên girîng jî. Her wiha dan û standineke li ser bingeha wêjeyî jî di navbera lîstikvan û temaşevanan de çêdibe. Li gor hinek jêderkan tê gotin bi destpêkirina jiyana mirovahiyê re dest pê kiriye. Îro jî kurd di warê şanoyê de hewl didin berhemên xweş derkevin holê. Ji bo Kurdî pêş bikeve, ji bo li dijî êrişan şanoya Kurdî hîn bilindtir bibe hewldaneke bi qîmet heye.
Şano ji aliyekî ve jî hestên hişyarbûnê jî di nava civakê de dide avakirin. Ev hest hêz û baweriyê jî dide temaşevanan. Rastiya civakê radixîne pêş çavan. Di aliyê hestiyariyê de jî mirovan pêş dixe û arşîveke bîranînê jî di dîroka gelan de ava dike. Gelek mijar bi rêya şanoyê hîn bêhtir di hafizaya mirovan de cihê xwe digirin.
Li gor hinek çavkaniyan jî tê gotin berî zayina Îsa di sedsala 5 û 4’an de, fikra şanoyê di nav jiyana Yewnanên Kevnare de derketiye. Ew rêgeh wek şanoya xemgînî (trajedî) hat ziman û mijarên xwe ji dîrok û destanan distand. Her wiha tê gotin şano, mîna hemû zanist û wêjeyên din, di nava xwe de dibe du beş: Trajedya, Komediya. Ev dabeşbûna şanoyê bi şaristaniya Yûnan ve tê girêdandin. Ev jî bi şahiyên ku di Yûnanê de, ji xwedayê meyê Diyonisyos dihatin pêşkêşkirin, derketiye holê. Helbet zanyarî û lêkolînên li ser şanoyê tenê bi van çend hevokana ne girêdayîne. Ev tenê hinek çavkanî ne.
Şano li gor film û rêzefilmên di televizyonan de, di aliyê hestiyariyê de hîn bêhtir nêzî mirovan e. Çimkî yên dilîzin li hemberî te ne. Loma tu hîn bêhtir xwe nêzî lîstik û lîstikvanan dibîne. Loma em dikarin bibêjin şano dîmenekî ji dil e. Li ser şanoya Kurdî jî hinek agahî hene. Tê gotin şanoya Kurdî; li Bakurê Kurdistanê di salên 1950’î de peşvecûnek bi dest xistiye. Mînaka Mûsa Anter a di nivîsa şanoya "Birîna Reş" de jî taybet e.
NAVENDA NÛÇEYAN







