Parêzvanê muzîka Kurdî: Mihemed Arif Cizîrî

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 18 Gulan 2026 - 17:00

  • Mihemed Arif Cizîrî bi helwest û têkoşîna xwe bûye yek ji parêzvanê muzîka Kurdî yê qedirbilind. Bi vê têkoşîna xwe cihekî girîng di dilê civaka kurd de girtiye.

 

Mihemed Arif Cizîrî dengekî ji dîrokê, dengekî ji ahenga dilê civaka kurd e. Mihemed Arif Cizîrî yan Cizrawî yek ji mirovên qedilbilind ê xizmet ji hunera kurdî kiriye. Ew bi sekin û têkoşîna xwe ya bi salan bû mînakeke baş. Di 1912'an de li Cizîra Botan, bajarê xwediyê helwesteke kurdewar ji dayik dibe. Mihemed Arif Cizîrî jî gelek çîrokên mîna Memê Alan ê nasname, ziman û çanda kurdan diparêzin hîn dibe. Li bajarê Cizîra Botan hêviyên parastina nasnameyê her dem di dil de germ dimîne. Her tim ew bi awaz û stranên xwe di bîra gel de cih digire. Ev bîrek kûr e. Ev encama hunereke bi hostetî ye.

Di zindana Amedê de dimîne

Her hunermendek bi ked û bedela daye di dîrokê de navê xwe dinivîse. Vî hunermendê hêja jî hem bi keda xwe hem jî bi bedela ku daye navê xwe daye nivîsandin. Mihemed Arif Cizîrî jî wekî gelek nivîskar û hunermendên kurd para xwe ji zextên dewletê digire. Ji ber sekna xwe ya polîtîk piştî serlhildana Şêx Seîd 4 salan di zindana Amedê de dimîne. Gelek kesên din jî bi wî re tê girtin û li gor hinek çavkaniyan ew ji ber temenê biçûk ji efûyê fêdeyê digire. Mihemed Arif Cizîrî jî dîsa wekî gelek kurdî li ser axa xwe dibe koçber. Piştî ji zindanê derdikeve berê xwe dide Zaxoyê û piştre diçe Duhokê. Li wir li koşk û dîwanên axa û began jî stranan dibêje. Li Duhokê dikanekê vedike û li wir dimîne. Li wir hem têkoşîna hunerê hem jî ya jiyanê dide. Ev têkoşîn heta dawiya emrê wî dimeşe. Têkoşîneke ji dil e.

Berhemên folklora kurdî ji tunebûnê parast

Vî hunermendê qedirbilind li astengiyan hilnekumî. Wî astengî nas nekir. Rêya xwe bi têkoşînê bi rûmet kir. Taybetmendiyeke vî hunermendê hêja jî ew e ku di serdema kurdî qedexe bû û dîsa zextên mezin li ser ziman hebû de wî bi kurdî digot. Her wiha gelek berhemên folklora kurdî ji tunebûnê parast. Ev berhem bi saya wî ji nifşên nû re hat ragihandin. Tevî ku bi xizaniyekê jî mezin bûye lê wî her hewil daye têbikoşe. Te gotin bavê wî di “Seferiya” cenga cîhanî de diçe şer û êdî careke din agahî jê nayê girtin. Her wiha ew ji stranên dayika xwe Edlayê gelekî sûdê digire. Di vir de jî rola dayikan a girîng derdikeve holê. Dayik taca zêrîn a serê dîroka serkeftî ne.

Mihemed Arif Cizîrî dibe evîndar

Evîndarî jî di jiyana gelek hunermendan de bûye xaleke girîng. Ev jî di jiyana wan de wateyeke dinê ye. Ew di 1949’an de, berê xwe dide  Baxdêyê û di Radyoya Bexdayê de li derdora 100 stranan dide hevdu. Ew dostaniya xwe ya bi hinek hunermendên din jî baş dike. Bi Hesen Zîrek, Tahir Tewfîq, Nesrîn Şêrwan, Almas Xan, Meryem Xan û Elî Merdan têkiliyê xurt dike. Ew dema diçe Bexdayê bêtir navê wî belav dibe. Li gor hinek çavkaniyan jî di  1951'ê de li Gundê Kurê Gavana, dilê wî dikeve jina bi navê Ilîzabêt û çend salan jî didome. Ev dilgirtina jî wiha cihê xwe di jiyana hunermendê hêja û di dîrokê de cihê xwe digire.

Mamosteya wî dayika wî ye

Stran û mijarên wê hev temam dikin. Her du jî bi hestên hunermend tên honandin. Di stranên Mihemed Arif Cizîrî de gelek mijar hatine destgirtin. Behsa evîn, keça kurd, şer, mêrxasî û gelek mijarên din hatine kirin. Li gor hinek çavkaniyan jî dayika Mihemed Arif Cizîrî Edla dengbêj bûye. Ango mamosteya wî di heman demê de dayika wî bûye. Dayik stargeh û siberoja zarokên xwe ne. Loma dayik di pêşketina zarokên xwe de xwediyê roleke gelekî girîng in. Mihemed Arif Cizîrî di sala 1986’an de li bajarê Duhokê ya girêdayî Başûrê Kurdistanê koça xwe ya dawî dike. Li Goristana Şaxkê hat definkirin. Vê koça dawî elbet xemgîniyeke mezin di dilê civaka kurd de çêkir.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.