
- Weşanxaneya Nûbiharê ji sala 1992yan vir e ji bo zimanê Kurdî weşangeriyê dike. Weşanxane heta îro nêzî 600 pirtûkên Kurdî çap kiriye û gelek pirtûkên romanên klasîk jî wergerî Kurdî kiriye. Xebatkarê Weşanxaneya Nûbiharê Azîz Tekîn derbarê xebatên Weşanxaneya Nûbiharê û 15ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî re axivî.
Azîz Tekîn diyar kir ku Weşanxaneya Nûbihar ji sala 1992yan vir ve weşangeriya Kurdî dike û wiha axivî: “Di serî de wekî Kovara Nûbiharê dest bi kar kir. Paşê jî wekî weşanxaneyê jî berdewam kir. Kovara Nûbiharê hê jî berdewam dike. Niha hejmara 175an tê amedekirin. Heta îro nêzî 600 pirtûkên Nûbihare hatine çapkirin. Di sala 2024an de nêzî 60 pirtûk, di sala 2025an de nêzî 40 pirtûk di Weşanxaneya Nûbiharê de hate çapkirin. Îsal jî bi nêzî 50 pirtûk dê werin çapkirin. Nûbihar di gelek kategoriyan de pirtûkan çap dike. Kategoriya herî tê zanîn jî klasîkên Kurdî û wergerên cîhanî ye. Pirtûkên zimanê biyanî, pirtûkên zarokan me wergerî Kurdî kir. Di weşanxaneyê de nêzî 40 pirtûkên zarokan heye. Pirtûkên ji bo zarokên 3 sal û jortir hene. Seta Dilşah heye, ji zimanê Almanî me wergerand hem Kurmancî û Kirmanckî. Zarok girîng in. Divê pirtûkên ku bala zarokan bikişînin hebin ku bi hêsanî Kurdî fêr bibin. ”
‘Zextên li ser Nûbiharê zextên li ser zimanê Kurdî ye’
Azîz Tekîn destnîşan kir ku di salên 1990yî de wekî her saziyên din li ser Nûbiharê jî zext hebûn û wiha berdewam kir: “Zextên li ser Nûbiharê zextên li ser zimanê Kurdî ye. Herkes salên 90î dizane, zext gelek hebû. Nûbihar jî wekî weşanxaneyên din ên Kurdan, ji bo bersivdayinekê derket pêş. Weşangeriya Kurdî, ji bo hewcedariya zimanê Kurdî bi vê şîarê derket.”
‘Divê em bêtir ji bo statuya zimanê Kurdî bixebitin’
Azîz Tekîn bi bîr xist ku rewşa zimanê Kurdî îro girêdayî statuyê ye got: “Bêstatubûn zimanê Kurdî li pêş naxe. Helbet dê xebat berdewam bikin, statu tune be jî em dev ji xebatan bernadin. Her kes ji bo zimanê Kurdî şiyar e, ji bo zimanê Kurdî têdikoşin. Nûbihar jî di qada xwendinê, destxistina amûr û materyalan de, ji bo gihandina pirtûkan xwendekaran dixebite. Divê em xebatên xwe yên li ser zimanê Kurdî berdewam bikin û ji bo statuya zimanê Kurdî jî bixebitin.”
‘Berê zêdetir pirtûkên Kurdî dihatin xwendin’
Azîz Tekîn anî ziman ku eleqeya ji bo pirtûkên Kurdî li gorî çavkaniyên ji berê baştir e û axaftina xwe wiha domand: “Li Stenbolê gelek Kurd dijîn. Xwendekarên Kurd jî gelek in. Berê zêdetir pirtûkên Kurdî dihatin xwendin. Îro rewşa şerê psîkolojîk, şerê Rojava û Rojhilat û derdorê Kurdistanê nexwazî jî ji aliyê xwendinê ve psîkolojiya xwendekaran paş ve dibe. Lê dîsa jî eleqeyek baş heye, çûyîn û hatin dibe. Pirtûkên ku nû derketine tên meraqkirin. Lê kêmbûna eleqeyê girêdayî aboriya Tirkiyeyê jî. Ji ber aboriyê gel bi gazin e. Pirtûk ji gel re biha tê. Heta ku ji destê me tê em dixwazin pirtûkan erzan bidin. Dem dem em kampanyaya erzaniyê dikin. Pirtûka ‘Mehmet Emîn Zekî Beg, Kürtler ve Kurdistan’ çapa xwe ya 20emîn kir. Herî kêm 20 hezar hatiye firotin. Ji bi minasebeta çapa 20emîn me ji %50 daxist. Herî zêde pirtûka Şerefname û pirtûkên lêkolînê ya dîroka Kurdistanê tên firotin.”
Têkoşîna ji bo zimanê Kurdî
Azîz Tekîn da zanîn ku Roja Cejna Zimanê Kurdî ji bo motîvekirina raya giştî rojekî gelek baş e û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Roja Cejna Zimanê Kurdî di nav mirovan de derbarê ziman de şiyar dike. Lê belê divê mirov tenê bi wê rojê re sînordar nemîne. Divê em hemû rojên xwe bikin 15ê Gulanê. Ji bo zimanê xwe têbikoşin. Wekî weşanxaneyekê tişta ku dikeve ser milê me divê em zêdetir baldar bin.”
OMER DEMÎR- AW/AMED







