Ferhengeke nû ya Kirmanckî

Nûçeyên Çand/Huner

Yekşem 10 Gulan 2026 - 16:00

  • Enstîtuya Kurdî ya Amedê geveke nû li xebatên Kurdî zêde kir û “Ferhenga Kirmanckî” weşand. 

Ev ferheng wekî berhema xebateke kolektîf a ku ji sala 2017an û vir ve berdewam dike, derket pêş. Redekteya ferhenga ku ji aliyê Weşanên Enstîtuya Kurdî ya Amedê ve hatiye çapkirin, Komîsyona Kirmanckî ya Enstîtuya Kurdî ya Amedê kiriye. Ferheng armanc dike ku di perwerde û standartkirina zaravayê Kirmanckî de bibe çavkaniyeke bingehîn.

Di nav amadekariyên ferhengê de Ayşe Newroz, Azîz Şahîn, Denîz Maya, Ensarî Ozdogan, Fatma Gul Çîçek Ari, M. Selîm Ozak, Rukiye Dîcle, Salîha Ekîncî Karagoz, Selvî Ekîcî, Serhat Kiliç û Zehra Gultekîn cih girtine. Befga pirtûkê ji aliyê Newal Bûlût û mîzanpaja wê jî ji aliyê Zafer Tuzun ve hat amadekirin.

Rê li ber zimanekî standart vedike

Di pêşgotina ferhengê de komîsyon destnîşan dike ku ev xebat ne tenê werger e bi armanca perwerdeya bi zimanê Kurdî hatiye amadekirin û wiha dibêje: “Feydeya ferhengê ew e ku ferheng fêmkirina axiverên herêmên cuda ji bo hev hêsan dike û rê li ber zimanekî standart vedike.” Komîsyon diyar dike ku wan ji gelek xebatên beriya niha hatine kirin sûd girtine, spasî li Çeko Kocadax, D. Îzolî, Zana Farqînî û Grûba Xebate ya Vateyî kir ku ferhengên wan rê nîşanî xebata wan daye.

Her wiha di ferhengê de li hemberî peyvên Kirmanckî, stûnek ji bo Kurmanciya wan jî hatiye veqetandin da ku kurmancên ku dixwazin fêm bikin jî sûdê jê bigirin.

‘Em ferhengê diyarî zarokên welat dikin’

Komîsyonê her wiha spasiya KURDÎ-DER, Enstîtuya Amedê û Egîtîm-Sena Amedê kir ku di pêvajoya xebatê de piştgirî dane wan û got: “Hêviya me ew e ku rojekê zarokên kurdan bi zimanê xwe perwerde bibînin û ev ferheng karê wan hêsan bike. Em vê ferhengê diyarî zarokên vî welatî dikin.”

Ferhengê li pirtûkfiroşan jî cihê xwe girt.

NAVENDA NÛÇEYAN

***

Li Silêmanî filmê ‘Mûsil Niştiman e’ hat nîşandan

Li Salona Salim ya bajarê Silêmanî ya Başûrê Kurdistanê bi amadebûna gelek hunermend û welatiyan fîlmê sînemayî yê bi navê ‘Mûsil Niştîmane’ hate nîşandan.

Derhêneriya fîlm Edalet Germiyan kiriye. Fîlm ji 62 deqeyan pêk tê û jiyana keseke nîştecihê mûsilê ku bi navê Mihemed Şebek tê kirin. Bi rêya vî kareketerî bal tê kişandina ser wêrankariya bajarê Mûsilê di dema şer li bajar.

Mamosteyê Zanîngehê Yasîn Avtaw di derbarê film de axivî û got: “Ev fîlm pir girînge ji ber ku hişê me zû tiştan û bûyeran ji bîr dike. Eger bûyerên dîrokî bi rêya karê hûnerî belgefîl û dokomenteran bên kirin, niha siyaseta navxwe ya hêzên çekdar dewam nedikir. Divê bi rêya hunerê karesat û bûyerên rû dayîn bên nîşandan.”

ROJNEWS

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.