Li Amedê Foruma Aştî û Azadiyê dest pê dike

Nûçeyên Çand/Huner

În 8 Gulan 2026 - 15:15

  • Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê dê di navbera 12 û 16ê Gulanê de Foruma Aştî û Azadiya Civakî li dar bixe.

Forum dê 5 rojan bidome û dê di forûmê de bi dehan panel, gotûbêj, atolye û çalakiyên çandî-hunerî bên lidarxistin. Di forûmê de ku wê akademîsyen, siyasetmedar, hunermend, rojnameger, hiqûqnas, tevgerên jinan, rêxistinên ekolojiyê û gelek nûnerên ji rêxistinên girseyî yên demokratîk beşdar bibin; wê mijarên wekî aştiya civakî, çareseriya demokratîk, azadiya jinan, ekolojî, çand, ziman, hafize û demokrasiya herêmî werin nîqaşkirin.

Foruma ku wê bi mazûvaniya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê pêk were, wê li gelek xalên cuda yên bajêr were lidarxistin. Di çarçoveya forumê de nîşandana fîlman, pêşangeh, şano û konser jî hene.

Vekirina Forumê

Forûm wê di 12ê Gulanê de li Salona Alî Emîrî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê dest pê bike. Di destpêka forûmê de Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bûcak, Hevserokê DEM Partiyê yê Giştî Tûncer Bakirhan û Veysî Aktaş wê biaxivin.

Hûn dikarin bernameya Foruma Aştî û Azadiya Civakî ji navnîşana https://www.peaceandfreedomforum.com/tr/ bişopînin.

NAVENDA NÛÇEYAN

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.