Li Hesekê pirtûkxaneyek

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 14 Gulan 2026 - 15:00

  • Pirtûkxaneya Qusey El Besrî bala xwendevanan dikişîne. Gelek cureyên pirtûkan lê hene û ji bo ciwanan bûye cihekî dilkêşiyê.
  • Li Parîsê Festîvala Çanda Kurdî tê lidarxistin

 

Pirtûkxane li bazara giştî ya bajarê Hesekê ye. Li pirtûkxaneyê gelek cureyên pirtûkan hene û ruxmî pirsgirêkên aborî pirtûkxane hebûna xwe berdewam dike. 

Qusey El Besrî ji bajarê Dêrazorê ye. Ji sala 2012`an ve li bajarê Hesekê dimîne. Ji pirtûkan hez dike û projeyekî çandî vekiriye. Gelek cureyên pirtûkan li pirtûkxaneyê têne peydakirin.

El Besrî anî ziman ku hîna pirtûk têne kirîn lê ji ber pirtûk bi dolarê amerîkî têne firotin û bihabûne êdî mîna berê nayên kirîn. Her wiha diyar kir ku xwendina elektronîk jî belav bûye û nema zêde pirtûkan dikirin. El Besrî demên berê bi bîr anî û got di dema rejîma Baasê de hinek pirtûkên li dijî hişmendiya wan bûn, qedexe kiribû.

Li pirtûkxaneya El Besrî pirtûkên dîrokî, çandî, wêjeyî, romanên cîhanî û erebî hene. Ruxmî zehmetiyan karê xwe berdewam dike. Pirtûkên ku têne xwendin peyde dike û li bazarê tevgereke rojane çêbe. El Besrî got xwendevan romanên biyanî, wêjeya erebî, rûsî, frensî û çîrokên polîsî dixwînin. Ew jî hewl dide ku pêdiviya xwendevanan pêk bîne.

El Besrî diyar kir ku wî ji sala 1994`an ve li bajarê Dêrazorê pirtûkxane vekiribû û niha jî li Hesekê heman xebatê dike.Li gorî tecrubeya El Besrî xelkê bajarê Hesekê yê herî zêde pirtûkan dixwînin.

Xwediyê pirtûkxanê Qusey El Basrî di dawiya gotinên xwe de bang li ciwanan kir ku girîngiyê bidin xwendinê û xwe bi pêş bixin. ANHA

***

Li Parîsê Festîvala Çanda Kurdî tê lidarxistin

5’emîn Festîvala Çanda Kurdî ya ji aliyê CDK-F’ê ve tê organîzekirin, wê di navbera 29-31’ê Gulanê de were lidarxistin. Di festîvalê de ji şanoyê bigirin heya sînema û pêşandanan wê sê rojan çanda Kurdî careke din li Parîsê were pêşkêşkirin.

Konseya Kurdên Demokratîk a Fransayê (CDK-F) wê bernameya 5’emîn Festîvala Çanda Kurdî ya ku wê di navbera 29-31’ê Gulanê de li Parîsê were lidarxistin, eşkere kir.

Festîvala ku bi hevkariya Weqfa Danielle Mitterrand, Şaredariya Bajarê Mezin a Parîsê, 102emîn Şaredariya Parîsê, Komeleya Piştevaniyê ya Fransa-Kurdistanê, Enstituya Fikr û Lêkolînên Li Ser Kurdistanê (IREK)  û Navenda Çand û Hunera Kurdistanê hate organîzekirin, parastin û danasîna çanda Kurdî armanc dike.

Organîzator diyar dikin ku festîvala ku her sal mezin dibe roja îroyîn mezintirîn çalakiya çanda Kurdî ya li Fransayê ye. Di çarçoveya festîvalê de wê pêşandanên gelêrî, pêşangeh, çalakiyên ji bo zarokan, şano, pêşandanên fîlman werin pêşkêşkirin.

Girtina festîvalê jî wê li gel konsereke taybet a terzên cuda yên muzîka Kurdî were kirin. Di festîvalê de hunermendên weke Işik Berfîn, Mûrad Demîr û Ûlaş Kelaşîn derkevin ser dikê. Festîval wê 29'ê Gulanê roja Înê di saet 18.00’an de li eywana 10’emîn Şaredariya Parîsê dest pê bike. Di konsera destpêkê de wê hunermend Rûşan Fîlîztek derkeve ser dikê.

Agahiyên têkildarî bernameya festîvalê li ser rûpela çalakiyan a CDK-F’ê cih digirin. ANF

***

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.