
- Şaredariya Sûrê di çarçoveya çalakiyên 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî de li Qonaxa Cemîl Paşa bi tevlibûna helbestvan Berken Bereh, Sûltan Yaray û Rizoyê Xerzî “Şeva Helbestan” li dar xist. Hevşaredarê Bajarê Mezin a Amedê Dogan Hatun, hevşaredara Sûrê Gulan Onkol, hevseroka DEM Partiyê ya Amedê Gulşen Ozer, endam û nunerên saziyên sivîl û gelek kes tevlî bernameyê bûn.
Laleş Biçimlî ku moderatoriya bernameyê kir, di axaftina xwe ya vekirinê de bal kişand ser girîngiya 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî û li ser girîngiya têkoşîna ji bo parastin û veguhastina Kurdî bo nifşên pêşerojê kir. Paşê Biçimlî helbestvanên ku beşdarî şevê bibûn Berken Bereh, Sûltan Yaray û Rizoyê Xerzî dan nasîn û daxwaz ji wan kir ku helbestên xwe bixwînin. Helbestvanan destpêkê bi boneya 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî ew roj ji mêvanan pîroz kirin û dor bi dor helbestên xwe pêşkêş kirin. Temaşevanan eleqeyek mezin nîşan dan û bi kelecanî ew guhdar kirin. Piştî helbestvanan mêvanên ku tevlî bernameyê bûn helbest xwendin.
Bername bi çepik û pîrozbahiyan bi dawî bû.
NAVENDA NÛÇEYAN







